22.15
Hejmar hat nûkirin: 41 hezar û 20 kes
Wezîrê Hawir, Bajarvanî û Guherîna Kişwerê yê Tirkiyeyê Murat Kurum li ser erdhejê agahiya nû belav kir. Li gor agahiyên fermî ku Kurum belav kiri heta niha 41 hezar û 40 kes di erdhejê de mirine.18.30 Hişyariya ava vexwarinê Wezîrê Tenduristî yê Tirkiyeyê Fahrettin Koca got ku li herêmên erdhejê nexweşî peyda bûye. Koca hişyariya avê da û got, "Li herêma erdhejê heta walîtî yan jî qeymeqamî nebêje 'avan ji kaniyan diherike vexwin' ava ji kaniyên malan venexwin. Ava di ambalajan de vexwin, bi van diranên xwe firçe bikin." Wezîr ev yek got lê li herêman bi têra xwe ava ambalajkirî heye yan a meseleya pirsê ye. 17.30
40 hezar însan
Serokê AFAD'ê Yunus Sezer li ser hejmara kesên di erdhejê de mirin agahiya fermî belav kir. Li gor sezer heta niha 40 hezar û 689 kes mirine.
17.00
Wezîrê DYA'yê çû herêma erdhejê
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken îro hat Tirkiyeyê. Bilinken li Balafirgeha Hewayî ya Încîrlîka Edeneyê peya bû. Balyozgerê DYA'yê yê Tirkiyeyê Jeff Flake û xebatkarên DYA'yê yên Încirlikê pêşwazî li Blinken kirin.
Blinken dûre ligel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi helîkopterê çû herêma erdhejê û bi hewayê de li wan deran nêrî.
15.30 Li Meletî îro erdhej çêbû Li Meletî îro saet 15.04'an de erdhej çêbû. Meziniya erdhejê wekî 4.7 hat pîvandin. Piştî vê erdheja ku navenda wê Yeşîlyurta Meletî bû di kûrahiya 7 hezar metreyî de bû. Di vê erdhejê de hat dîtin ku hin avahî xwarin bûne. 14.00 Li Kobanî 15 konên alîkariyê hatin danîn Di çarçoveya kampanyaya "Bi hev re ji bo mirovahiyê" de, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê 15 kon ji bo komkirina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê vedan. Li bajarê Kobanî du kon û li bajarok û navçeyên wê 13 kon hatin danîn. (ANHA) 13.45 Lîstikvan erguzal Korel ji ser hesabê xwe yê instagramê re ragihand ku hê li Antakyayê kon nedane hinan. Korel wisa got, "Mixabin ez hê jî heman tiştî parve dikim ji ber ku hê kon tune ne. AFAD'ê hê kon nebirine. Dibêjin serî li moxtar bidin, lê moxtar miriye, eza jî winda ye, li dû windayên xwe ye. Emê çi bikin? Em bisekinin zarok bi zatûreyê bikevin?" Lîstikvan Berguzar Korel û mêrê Wê Halit Ergenç bi 400 hezar TL'yî piştgirî dabûn Komeleya AHBAP'ê.
Berguzar Korel: Mixabin hê jî kon neşandine
13.00
Piştî du hefteyan dibistanên herêma Firatê hatin vekirin
Bi biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dibistanên herêma Firatê ji 6ʹê Sibatê ve ji ber erdhejê hatibûn girtin. Ew dibistan niha hatin vekirin.
Di encama erdhejê de 13 dibistan li kantona Kobanî ziyan dîtin. Piştî keşfên ku ji aliyê komîteyên pispor ve hatin kirin, piştrast bû ku ev ziyan xetereyê li ser jiyana şagirtan çênake. Li ser vê yekê dibistan îro dîsa vebûn.
12.30
Mazot li koçberên Efrîn û Şehbayê tê belavkirin
Duh, alîkariyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandibûn, gihîştin kantona Şehba, taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û herêmên hikumeta Şamê.
Piştî wergirtina sotemeniyê, Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê bi hevkariya meclis û komînan dest bi belavkirina 25 lître mazot li koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê kir.
Tê payîn ku belavkirina mazotê di du rojan de bi dawî bibe. Mazot niha li navçeya Fafînê û gundên wê tê belavkirin.
12.00
Meclis dîsa ket tatîlê
Bi erhejê re Meclisa Tirkiyeyê heta 20'ê mehê xebatên xwe dabûn sekinandin, lê îro hat ragihandin ku xebatên meclisê heta 28'ê mehê hatin rawestandin.
Di vê serdema erdhejê de ligel meseleya erdhejê gelek mijarên din ku Meclis nîqaş bike hebûn lê meclis carek din venebû.
Wekîlê Serokê Koma AKP'ê Mustafa Elitaş got, "Ji ber piraniya mebûsan li herêma erdhejê ne, bi lihevkirina partiyên me yên siyasî me biryar da ku heta 28'ê mehê meclis girtî be.".jpg)
11.30
Ji bo mexdûran banga pêdiviyan hat kirin
Platforma Jinan a Batmanê ji bo mexdûrên erdhejê yên jin bangek kir. Platformê got, "Li bajarên erdhej lê çêbûyî pêdivî bi kiras, ped, krem, mama û pedên zarokan heye"
11.00 Şaredarê Stenbolê bang li hikumetê kir Hikumeta Tirkiyeyê xwendekarên ku li yûrdên KYK'yê (yûrdên dewletê) diman derxistin. Hikumetê biryar dabû ku mexdûrên erdhejê bixin van yûrdan lê di heman deme de bi vê yekê re xwendekar mexdûr bûn. Îro Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bang li hikumetê kir. Îmamoglu bi ser hesabê xwe yê twitterê re got, "Demildest dest ji vê şaşiyê berdin. Malbatan cih kirê kirin, zarokên xwe li van deran bi cih kiri. Niha mîlyonan xwendekarên zanîngehan wekî ku bêne qewirandin ji yûrdan têne derxistin, dikevin ser rêyan, mesrefê dikin. Di pandemiyê de sal û nîv çû, niha serdemek din li vê yeke tê zêdekirin."
Nûçeyên Eleqedar:
- Navenda Kordînasyona Lezgîn: Rewşa demografîk negurehînin
- Lîstikvanên Entab û Hatayê bi kirê çûn tîmên din
- JMO'yê, li Amedê hejmara avahiyên xisardîtî eşkere kirin (Agahiyên 19'ê mehê...)
- Ji Lîstikvan Christian Atsu xebera nexweş hat
- Amed Spor û Van Spor ji bo alîkariya mexdûran dilîzin
- Agahiyên ji bo DEMA ERDHEJÊ (Vidyo)
- Agahiyên derketine pêş (17'ê mehê)
- Rojnameger Cem Seymen îstîfa kir
- Şaredariya HDP’ê her roj li 3 hezar mexdûrên erdhejê xwarinê belav dike
- 16/'ê mehê agahiyên girîng, ên derketine pêş
- Ji dengbêj Mihemedê Nenyasî xebera nexweş hat
- Wêneyê rojê: TIR'ek, du parkart û dizî!
- 15'ê mehê nûçeyên rojê, tiştên qewimîn...
- Îro çend nûçeyên li ser aborî yên bi erdhejê re eleqedar
- Li Kobanî 13 dibistanan ji ber erdhejê zirar dîtin
- Kahtali Miçê qala erdheja Semsûrê kir
- 5 tîmê bînî zî lîg ra veciyay
- Stûnê wê birîbûn, 50 kes têde mirin
- TMMOB: Roj û niv vala derbas bû
- Li Semsûrê hejmar 8 hezarî derbas kir
- Sancar: Bila deriyê Murşîtpinar ê Kobanî vebe
- Li gundên Meletiyê îdîaya bi torpîlê konan belav dikin
- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye
- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin
- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o
- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya
- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin
- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)
- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike
- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê
- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe
- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye
- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye
- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê


