Adnan Bîlen / MA
Di roja şeşemîn a erdhejê de welatî li navçeyên Elbîstan û Nûrheqê hêj di bin enkazê de ne.
Tevî ku 6 roj bi ser erdhejê re derbas bûn jî li navçeyên Elbistan û Nûrheq ên Mereşê hêj mirov di bin kavilan de ne. Heviya welatiyên ku li ser kavilan bi awayekî neçar li benda xizmên xwe disekinin her ku diçe kêm dibe. Tevî ku bi ser erdhejê re evqas wext derbas bû jî ne av ne jî ceyranê nadin navenda Elbistanê. Li Elbistana ku germa hewayê 22 derece di bin sifirê de ye ji bo mirovan hêj jî derfetên stargehan nehatine avakirin.
PIRSGIRÊKA AVÊ BERDEWAM DIKE
Piştî erdhejê 5 rojan il hin noxteyên navçeyê gelek kêm kon hatin vedan. Kon di nav berf, cemed û heriyê hatin vedan û mirov nekarin di wan konan de bijîn. Dîsa li her du navçeyan ji bilî pirsgirêkên stargehan û germkirinê pirsgirêka herî mezin tuwalet û av in. Li navçeya Elbistanê hêj tuwaletek tenê jî nehatiye ava kirin, her wiha hema bêje li tu qadan av nîne. Tenduristvanên dilxwaz yên li navçeyê hişyar kirin ku heke pêdiviya tuwalet û avê neyê pêşwazîkiri wê di rojên pêş de nexweşî derkevin. Li navçeya Nûrheqê jî heman dîmen heye. Mirovên nekarin ji navçeyê derkevin pêdiviya wan a stargehê tam nehatiye pêşwazîkirin û dîsa li wir pirsgirêka ceyran, av û germbûnê nehatiye çareserkirin.
XEBATÊN RAKIRINA KAVILAN BI PÊŞ VE NAÇIN
Li her du navçeyan jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakirina kavilan bi destê dildaran tê meşandin, heta niha li her du navçeyan çend kes di bin kavilan de ne, çend kesan jiyana xwe ji dest dane û çend kesan koç kiriye nayê zanîn. Li Elbistanê tenê xwe gihandine ji sedî 60’ê kavilan û li Nûrheqê jî têkildarî vê rêjeyê agahî nayên girtin.
CENAZE LI MORGAN TÊN RAWESTANDIN
Li her du navçeyan jî morgên nexweşxaneyan û cemxaneyan tejî bûne. Welatî ji ber astengiyên burokratîk zehmetiyê dikişinin ku xizmên xwe veşêrin. Li her du navçeyên ku pirsgirêk lê zêde dibin welatî ji ber nikarin lê bimînin koç dikin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin
- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)
- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike
- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê
- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe
- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye
- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye
- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê