logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Erdhej, bajar bi bajar agahiyên dawî (TÊ NÛKIRIN)

  • Dîrok: 06/02/2023
  • Beş: Nûçe

 


13.24
Dîsa Erdhej çêbû

Erdhejek nû çêbû. Erdheja ku navenda wê Elbistana Mereşê bû bi şida 7,6 çêbû. Hin avahiyên zirar dîtî xira bûn. Li bajarên din jî bandora vê çêbû.

Demirtaş: Ji bo xwîndanê me serî lêda

Yek ji tiştê muh^mi ji bo birîndarên erdhejê jî xwîn e. Hevserokê berê yê HDP'ê, siyasetmedar Selahattin Demirtaş bi ser twitterê re got, "Li girtîgehê me hemûyan ji bo xwîndanê serî lê da ye.Em dixwazin betaniyeyên xwe jî ji bo gelê xwe bişînin. Bila rê li ber me vekin.

Li aliyê din Demîrtaşî bang li Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê kir û got ku bi deh hezaran girtî hene ku agahî ji wan nayê girtin, bila mafê telefonkirina malbatan bidin wan.

12.00

SPOR RAWESTIYA

Wezareta Sporê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku heta biryareke nû hemû xebatên sporê yên li herêma erdhejê hatine rawestandin.

Li aliyê din Teknîk Dîrektorê Hatayê Volkan Demirel ji Hatayê vîdyoyeke xwestina alikariyê belav kir. Demirel bi hestiyarî û girîn alîkarî xwest.

11.40

SÛRIYE

Li bajarên Sûriyeyê li Îdlîb, Helep, Hama, Lazkiye, Tartusê jî bandoreke mezin çêbûye. Li gor agahiyên Nû 237 kes mirine, 639 birîndar hene.

Li aliyê din li Reqaya ku di bin destê Rêveberiya Xweser de jî bendora erdhejê çêbûye.

EFRÎN

Li Efrînê jî tê gotin ku 70 kes mirine. 

REWŞA DIBISTANAN

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li 10 bajaran dibistan hatine girtin. Li gor vê li bajarên Meletî, Semsûr, Hatay û Mereşê ji bo 2 hefteyan, li Amed, Riha, Hatay, Edene, Osmaniye û Kîlîsê hefteyek dibistan hatine girtin. 

11.30

KELEHA ENTABÊ HILWEŞIYA

Yek ji cihên bandora erdhejê zêde bû jî Entab e. Li Entabê gelek kes mirin. Li aliyê din erdhejê keleha Entabê jî xira kir.

Keleha Entabê li navenda Şahînbeyê ye. Bi erdhejê re bircên aliyê rojhilat, başûr û başûrê rojhilatê yên kelehê xira bûn. Hesinên ji bo parastina kelehê yên derdorê jî xira bûn. Li hin bircan jî derz çêbûn.

Li aliyê din Camiya Şîrvani ku di sedsala 17'an de hatibû çêkirin jî beşek jê xira bû. Qubeya camî û dîwarê wê yê aliyê rojhilat xira bû. 

11.00

REWŞA KOBANÎ Û MINBICÊ

Li bajarên Rojava jî erdhej hat hîskirin. Li gor nûçeya ANHA'yê li Kobanî û Minbicê jî bandora erdhejê çêbûye. Li gor agahiyên pêşî li Kobanî 5 birîndar rakirine nexweşxaneyan. Navên hinên birîndar bi vî rengî ye: Sultan Abdullah Celeo (23), Ferhad Mehmud Mustefa (25) û Emîne Heci Mislim (52) . 


Li Kobanî hin birîndar hene.

AMED

Li Amedê li gor agahiya dawî 27 kes mirine, bi ser 400'î de birîndar hene. 

10.30

DIBISTAN HATIN GIRTIN

Wezareta Tirkiyeyê ragihand ku li hemû bajarên erdhej lê çêbûye ji bo temamê vê hefteyê dibistan hatin tatîlkirin. 

Saet 10.00 

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Fuat Oktay ragihand: Li gor agahiya niha 284 kes mirine, 2 hezar û 323 birîndar hene. Li aliyê din hezear û 710 avahî hilweşiyane.

 

09.00

SÛRÎ

Li Sûriyeyê jî erdhej hatiye hîskirin. Hikumeta Sûriyeyê ragihand ku li bajarên Heleb, Hema, Tertus û Lazqiyeyê bi sedan avahî hilweşiyane û heta niha 111 kes mirine. Ji 500'î zêdetir birîndar hene. 

MASEYA HDP'ya AMEDÊ

Rêxistina HDP'ya Amedê Masaya Lezgîn ji bo erdhejê saz kir. Ji bo piştgirî û alîkariyê du jimare belav kirin. Ji bo yên bixwazin:

05418552102 û 05418552103

DTSO

Platforma Parastina û Piştgiriya Bajêr a Amedê ji bo piştgirî û alîkariyê hin telefon ragihandin. Li aliyê din gotin ku yên bixwazin dikarin xwe bigihînin Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê (DTSO). Nimreyên ku ser hesabên xwe yên twitterê re belav kirin ev in:

Kentimize başta olmak üzere depremden etkilenen yurttaşlarımıza destekte bulunmak isteyen yurttaşlarımız, Diyarbakır Ticaret ve Sanayi Odasına ulaşabilir.

İletişim:

05322912192 (Erdal A.)

05326072464 (Ercan T.)

05068317789 (Mahsun K.)


CIHÊN WALÎTÎ EŞKERE KIRIN

Walîtiya Amedê ji bo kesên bê cih û war mane, li derve ne cihê kombûnê kirine. Yên bixwazin dikarin herin van deran:

- Seytantepe Kapali Spor Salonu

- Kayapinar Halit Gulser Kiz Anadolu İmam Hatip Lisesi

- Yenişehir Koşkler Salonu

- Yenişehir Gençlik Merkezi 

- Bağlar Gençlik Merkezi

- Fuar ve Kongre Merkezi Merkezi 

...

Vê sibê saet 4,17'an de li navned li Pazarcixa Mereşê bi meziniya 7,4 erdehej çêbû. Ligel Mereşeê, li Amed, Edene, Osmaniye, Kilis, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê jî bandora wê çêbû. 

Li gor agahiyên pêşî 76 kes mirine. Bi sedan birîndar hene.

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ragihand ku heta niha 6 erdhejên bi ser meziniya 6'an re çêbûne.

Amed

Li Amedê hin avahî hilweşiyane. Li Deriyê Çiyê Galeria hilweşiya ye. Dîsa li aliyê Baglar û Cezaevî hin avahî hilweşiya ne. Walîtî Amedê ragihand ku heta niha 6 kes mirine, birîndar hene.

RIHA

Li gor Walîtiya Rihayê li wir 15 kes mirine, 30 birîndar hene.

MELETÎ

Heta niha li gor agahiyan li Meletî 140 avahî hilweşiyane. 23 kes mirine. Bi sedan birîndar hene.
SEMSÛR

Lİ Semsûrê 100 avahî hilweşiyane.. 

ROJAVA

Li taxên Şexmeqsûd û Eşrefiye ku kurd lê dijîn 6 kes mirine ku 4 jê jin in. Birîndar jî hene. 


 

...Her ku agahiyên nû bên emê lê zêde bikin... 

 

 


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dora 3'yan: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn

ad

Fermo "Salname"ya Kawa Nemir!

ad

Şaredarekî din ê BDP'yî ji peywirê girtin

ad

23 adar: Bajar bi bajar cihên Newroz lê hat pîrozkirin

ad

Demîrtaş dondirmeyek deyndarê Delalê ye

ad

Ji bo yaran strana 'Lê Yarê' hate vegotin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname