Diyarname
Erdheja li Bakur bandor li hin bajarên Rojava jî kiriye. Her wiha bandor li bajarên Sûriyeyê yê di bin destê rejimê û di bin destên hêzên tundiraw de jî kiriye.
Va ne agahiyên li ser van deran
- 27 kesên ji Rojava li Entabê mirine
Li gorî agahiyên rayedarên Rêveberiya Xweser 27 kesên li Entabê di erdhejê de canê xwe ji dest dane. Cenazeyên wan birin Rojava.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ji bo çapemenî got ku wan cenaze ji deriyê Ewn Dadat ê di navbera Cerablus û Minbicê de wergirtine.
Ji kesên canê xwe ji dest dane 18 kes ji herêma Firatê ne, 7 ji Reqayê û 2 ji Sirînê ne. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku wan cenazeyên qurbaniyan yekser radestî xizmên wan kirine.
Ciwan Mistefa anî ziman ku hin cenazeyên din jî, di deriyê Ewn Dadat re derbasî herêmê tên kirin, lewma dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
- Şaredariya Kobanî avahiyên zirardîtî hildiweşîne
Erdheja ku li bajarên Bakur li Mereş, Semsûr, Meletî, Entab, Amed û cihên din çêbû bandor li hin bajarên Rojava jî kir. Yek ji wan jî Kobanî ye. Li Kobanî hin avahiyan ji ber erdhejê zirar dîtin. Şaredariya Kobanî van avahiyan hildiweşîne. Ji bo gel zirarê nebîne xebatên hilweşandinê dewam dikin.
Heta niha 6 avahiyên li cem daristana bajêr û hin parçeyên stasyona Mistefa Derwêş hatine hilweşandin. Xebatên şaredariyê îro li cihên din dewam dikin.
Tîmên endazyariyê yên girêdayî şaredariyê li ser malan digerin û avahiyan kontrol dikin.
Di dema erdhejê de li Kobanî 3 kes birîndar bûbûn.
- Heyva Sor a Kurd konên din ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye re peyda kirin
Piştî ku alîkariyên mirovî wek kon, bataniyên ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatine pêşkêşkirin, gihaştin taxê, Meclisa Giştî ya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê bi hevkariya welatiyan kon li qadên vala û dûrî avahiyan vedan.
Li aliyê din cenazeyên 6 kesên li Taxa Şêxmeqsûd û Taxa Eşrefiyê di encama erdhejê de miribûn hatin definkirin.
- Hejmara miriyan 2 hezarî derbas kir
Li bajarên Sûriyeyê yên di bin destên rejimê û yên di bin destê hezên tundiraw de hejmara miriyan gelek e. Li gor hin daneyan hejmar 2 hezarî derbas kiriye.
- Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyê bang kir: Bi lez alîkariya sûriyan bikin
Desteya Rêveberiya Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyê bang li desteyên NY û dewletên endamên Konseya Ewlehiyê, desteyên navneteweyî û herêmî yên têkildarî mafên mirovan, Xaça Sor û Heyva Sor kir ku bilez mudaxele bikin û alîkariya şêniyên Sûriyê bikin ku di encama erdhejê de zirar dîtine.
Nûçeyên eleqedar:
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye