Diyarname
Hevalê me Welat Dilken li Semsûrê her ku derfetê dibîne, agahiyan dişîne. Vê nîvê şevê (saet dor 12'yan) ev agahî şandin:
- Em li derve ne, ceyran tune, bênavber berf dibare, înternet ne baş e.
- Agahî ne zelal in lê tê gotin li navenda Semsûrê nêzî hezar avahî rûxiyane, yanê bi hezaran kes bin xirbeyan de ne.
- Erdhêja duyem, avahiyên derbxwarî jî rûxandin.
- Hem ji ber baran û berfê hem ji ber nebûna av û ceyranê zehmetî pir in û hemî semsûrî ji ber erdhejan li derve şevê diborînin.
Agahiya ku nava rojê Welat Dilken şandibû:
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye
Nûçeyên eleqedar:
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye