21.30
39 hezar û 672 însan
Vê êvarê li ser erdhejê agahiyên fermî hatine avakirin: 39 hezar û 672 kes mirine.
20.30 Li Semsûrê di Grand Îsîas Otela ku hilweşiya de 65 kes miribûn. Hin rêveberên otelê hatin binçavkirin ku têkiya wan ligel TUGVA'yê heye. Dadgehe der barê dosyaya vê meseleyê de biryara qedexeya belavkirina agahiyan da. Herî dawî yek ji rêveberên otelê Efe Bozkurt hat binçavkirin. Bi vê re bûn 5 kes ku di bin çavan de ne. Beşa Endazyarî ya Avahiyan a Zanîngeha Dogu Akdenîzê de der barê vê otelê de raporek amade kir. Li gor raporê xîma otelê li gor 5 qatan hatiye sazkirin lê zêdekirina qatan şaş e. Otel 10 qatî bû.
Qedexeyeke li ser Grand Îsîas Otelê
19.30
Li Galerîayê xebat didomin
Avahiya herî mezin ku li Amedê hilweşiya û gelek kes têde mirin Diyar Galeia îş Merkezî bû. Tê gotin ku hê 8 kes di bin avahiya hilweşiyayî de ne. 19.00 Piştî 278 saetan mucîze Li Hatayê îro ber êvarki kesekî bi navê Hakan Yasinoglu piştî 278 saetan bi saxî ji bin avahiya Defneyê hat derxistin. Li Taxa Elektrîk kesê bi navê Hakan Yasinoglu ê 45 salî bi saxî hat derxistin.
17.00
NY'yê banga alîkariya mîlyon dolerek kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bo erdhejê bang li dinyayê kir. Guterres got ku dema ku bê winda kirin nîn e û ev yek got, "Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku li hemberî vê afeta mezin piştgiriyê bike. Îro em banga komkirina mîlyon dolarek dikin."
16.00
Perwerdehiya li Tirkiyeyê
Serokê YOK'ê (Lijneya Hîndekariya Bilind) Erol Ozvar ragihand ku ji bo zanîngeha piştî 20'ê mehê perwerdehiyî dê dest pê bike lê online. Ozvar got ku ji bo perwerdehiya rû bi rû di meha avrêlê de dê ji nû ve nirxandinê bikin.
Hejmara Xwendekarên li bajarên erdhejê
Li aliye din Ozvar der barê zanîngehên li bajarên erdhej lê çebû de jî agahî da. Li gor agahiyê li Tirkiyeyê 4 m^liyon û 187 hezar xwendekarên
zanîngehan hene (yên 'açikogretîm'ê ne têde) bajaran, ji van 376 hezar û 770 kes li van 11 bajaran bûn.
Her wiha 299 hezar û 397 xwendekar îkameta wan li van 11 bajaran e lê li bajarên din ên Tirkiyeyê dixwînin.
15.45 HDP'ê lîsteya tiştên wan ku dest danîne ser eşkere kir HDP'ê ji roja roj de ji bo mexdûrên erdhejê dest bi berhevkirina tiştên pêdivî kiribû. Li gelek cihan vê xebata xwe didomîne jî. Lê li Bazarcixa Mereşê qeymeqam wekî kayûm şandin ser navenda alîkariyê ya HDP û dilxwazin dir. HDP'ê îro lîsteya li sen tiştên ku li vê derê dest danîne ser eşkere kir. HDP'ê got AFAD'ê dest danîne ser van tiştan. Va ye ew lîste: - Dest danîn ser 1500 konan - Dest danîn ser 30 konteyniran - Dest danîne ser 8 TIR û 2 kamyon amûran. Li aliyê din 3 TIR'ên amûr dibin navçeyên Islahiye û Nûrdagi TIR'ek ku ji Bêşebaba Şirnexê amûrên alîkariyê dianî, li Edîrneyê 2 TIR'ên ku 120 jenerator û gelek sobe hebûn, li OSmaniyeyê TIR'ek tiştek tişt û li cihê ketina Entabê TIR'ek ku têde 85 sobe û bi tonan êzing hatibû hatiye desteserkirin. Rêveberiya Xweser cenazeyê qurbaniyeke erdhejê wergirt Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ji malpera Rêveberiya Xweser re daxuyand ku rêveberiyê cenazeyê jina bi navê Cemîla El Zobayî (63) ya ji Dêrazorê ku qurbaniyeke erdhejê ye, li deriyê Ewn Dadat ê di navbera bajarê Minbic û bajarê Cerablusê yê dagirkirî de wergirtiye. Bi vê yekê hejmara cenazeyên qurbaniyên erdhejê yên ku Rêveberiya Xweser ji deriyên sînor wergirtine, bû 74.
Nûçeyên Eleqedar:
- Rojnameger Cem Seymen îstîfa kir
- Şaredariya HDP’ê her roj li 3 hezar mexdûrên erdhejê xwarinê belav dike
- 16/'ê mehê agahiyên girîng, ên derketine pêş
- Ji dengbêj Mihemedê Nenyasî xebera nexweş hat
- Wêneyê rojê: TIR'ek, du parkart û dizî!
- 15'ê mehê nûçeyên rojê, tiştên qewimîn...
- Îro çend nûçeyên li ser aborî yên bi erdhejê re eleqedar
- Li Kobanî 13 dibistanan ji ber erdhejê zirar dîtin
- Kahtali Miçê qala erdheja Semsûrê kir
- 5 tîmê bînî zî lîg ra veciyay
- Stûnê wê birîbûn, 50 kes têde mirin
- TMMOB: Roj û niv vala derbas bû
- Li Semsûrê hejmar 8 hezarî derbas kir
- Sancar: Bila deriyê Murşîtpinar ê Kobanî vebe
- Li gundên Meletiyê îdîaya bi torpîlê konan belav dikin
- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye
- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin
- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o
- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya
- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin
- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)
- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike
- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê
- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe
- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye