logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • Dîrok: 12/05/2026
  • Beş: Serbest

 

 

___Mem Mîrxan___

 

​Dibe ku li ser helbesta Bakur tezên lîsansa bilind û doktorayê hatibin nivîsandin, lê bawer im hîn bêtir divê bêne nivîsandin. Ez niha ji derfetên lêkolîn û lêhûrbûnê dûr im û vê nivîsê bi telefona destan dinivîsim. Bi boneya xwendina pirtûka Dilovan Alî, ez dixwazim bi kurtasî be jî dîtinên xwe bi we re parve bikim.

​Li bakurê Kurdistanê helbesta kurdî ji rastiya zimanê kurdî her ku diçe dûr dikeve. Zimanê kurdî ku xwedî aheng û melodiyeke erdî û xwezayî ye û êşên mezin di nav xwe de dihewîne, qalib û çandeke hezar salan bi xwe re çêkiriye.

​Lê piraniya helbestkarên nûjen (ez por spiyan jî tevlî vê komê dikim) ên destpêkê wekî Kawa, Îrfan, Lal û Rênas ekolek afirandin. Em Janya (şêweya taybet) deynin aliyekî, berhemên din her çiqas di naverokê de ji hev cihê bin jî, di şêwazê nivîsandinê de gelekî nêzî hev in. Xwendevanên van şaîran wekî murîdên şêxekî, dest bi teqlîda şêwaza wan kirin û ji wan hinek niha xwedî berhem in jî.

​Di helbesta wan de bi giştî govendeke peyvên ji hev dûr (xerîb) heye. Ku tu zorê nedî xwe, tu nizanî gelo helbest behsa çi dike. Peyvên nû di ristên helbestê de wekî "li ser piyan mabin" ji xwe re li cihekî digerin. Carekê min ji gorbihuşt Ehmed Huseynî pirsî: “Helbesta kurdî divê çawa bê nivîsandin?” Got: “Divê em helbesta kurdî wekî axaftina diya xwe nenivîsînin, lê divê diya me zanibe me çi nivîsandiye.” Helbet çand, dîrok, felsefe û bawerî; ji Mela heta Ehmedê Xanî û Cegerxwîn, tim bûne mijarên helbestê. Di van helbestên salên dawî de ev mijar êdî xuya nakin. Piraniya van pirtûkan, dema tu ji destê xwe datînî tu tiştek di bîra mirov de namîne. Car caran mirov xwe sûcdar jî dibîne û ji xwe dipirse: “Çima min tiştek fêm nekir?”

​Lê min ji helbesta Dilovan Alî fêm kir û gelekî jî kêfa min jê re hat.

​Dilovan Alî tevî ku ji Başûr e û bi Soranî diaxive, rihê wê helbesta kurmancî ya ku ez lê digerim zeft kiriye. Wekî mînak:

​Em ê Behîvan Kom Bikin

​zivistaneke xemgîn di rê de ye

kolan bi diltengî pelan himbêz dike

em ê behîvan kom bikin

ne ku qaqlîbazek ji birçîtiyê bimire

xwezî em li pey agirperestan biçûna

li ser aveke paqij,

ji esmanî re me stran bigota

me ewr şa dikirin.

 

​Wekî hûn jî dibînin, mirov bi hêsanî rihê kurmanciyeke zelal û belek hîs dike. Di helbesta "Holik" de jî helbestkar wêneyên rengîn û fêmbar pêşkêşî me dike:

​ez xewnê dibînim

li qeraxa çiyayekî bi berf

di nav zinarên sar de

şivanê koçer li tembûrê dide...

serê min, esmanê herî tenê ye!

 

​Rexne û Naverok

​Pirtûk bi pêşgotineke dûr û dirêj dest pê dike. Bi dîtina min, ji pêşgotinê bêtir ev nirxandineke hûr û kûr e ku carinan mirov ji xwendinê sar dike. Ji ber ku behsa hemû helbestan kiriye; wekî "spoiler"a fîlman her tişt beriya xwendinê vegotiye.

​Dilovan bingeha helbestê li ser koçberiya li 4-5 welatan avakiriye. Hemû xem û derdê helbestê vê mişextiyê vedibêje. Di berhemê de navê gelek bajaran, behr û kolanan derbas dibe. Ew kolan ne kolanên geştûguzariyê ne; kolanên êşên xerîbiyê ne.

​Helbesta “Trajediya Di Nav Birînan De” wekî kakilê vê pirtûkê ye. Stenbol, Ege, Patra, Santa Maria, Milano… Bi hişê kurdekî ku bêriya yar, dê û welatê xwe dike, hatiye hûnandin:

​“...li Egeyê mirin bi pêlan re bilind dibe

jinek digel sê zarokan bi ser keştiyê de vedireşin

zilamekî pîr di himbêza jina xwe de

ji hevalê xwe re dibêjim: netirse mirin ji me hemûyan mezintir e.

difikirim zemanê derewîn çiqas bêxem e

heta niha fêm nekiriye ku Ege ji kurdan re, Kerkûkeke din a birîndar e.”

 

​Her çiqas behsa şer, pevçûn, Enfal, Roboskî, Sûr û Cizîrê bête kirin jî, ev hemû karesat parçeyên êşên penaberiyê ne. Ji ber ku helbestkar bi Kurmanciyeke gelekî xurt ev helbest nivîsandine, ji derveyî penaberî û xerîbiyê, cî û warên ku Kurmancî lê tê axaftin bêtir bûne mijara helbestan.


- Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor/ Dilovan Alî / Doz / avrêl 2026 / 85 rûpel

 

**

Nivîseke din a Mem Mîrxan a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- Li ser nûkirina Bulvara Firatê, dar, trafîk û vîzyona bajêr çend gotin

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

news
  • 04 05 2026

Berhema nû ya Banksy dixwaze çi bêje?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Vê hefteyê sê fîlm hene

ad

Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan li Amedê jî dest pê kir

ad

AFP: Van rojan ji Tirkiyeyê 800 kes tevlî YPG'ê bûn

ad

Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'

ad

Xelaten Grammy hatin belavkirin

ad

Agahiyên li ser êrîşa li hemberî balyozxaneya Amerîkayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname