logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din
news-details

Li gundên Meletiyê îdîaya 'bi torpîlê konan belav dikin'

  • Dîrok: 13/02/2023
  • Beş: Nûçe

Firat Can Arslan / MA / MELETÎ

Li hinek gund û bajarokên Meletiyê ku xisareke mezin gihiştiyê, AFAD bi “torpîlê” konan belav dike. Li hêla din malbateke ji gundê Savakliyê ku kon peyda nekir, neçar ma ku konteynireke bi bihayê 55 hezar lîreyan bikire. 

Yek ji bajarên herî zêde ji erdheja Meletiyê bibandor bûyî jî Meletî ye. Li gorî daneyên hatine parvekirin, hezar û 224 kesan jiyana xwe ji dest dane, hezar û 962 kes birîndar bûne û hezar û 154 avahî jî hilweşiyane. Lê belê hê li ser ji sedî 50’î kavilên navenda bajar û li ser ji sedî 70-80’ê kavilên gund û navçeyan jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Lewma tê payîn ku bîlançoya erdhejê gelek girantir bibe. 

Li gund û bajarokên ku hê xebatên lê nehatine destpêkirin jî welatî pirsgirêka kon û germkirinê dijîn. Em çûn gund û bajarokên Meletiyê û bi mexdûrên erdhejê re axivîn. 

Bertek û hêrsa şêniyên gund ên ku em pê re axivîn a li dijî îktîdarê û rewşa “bêdewletiyê” her ku diçe mezintir dibe. Pêşî em diçin Cemxaneya li Bajaroka Dîlekê. Li wir tê dîtin ku gel ji bo alîkariyên dilxwazan ketine dorê û doreke dirêj xuya dike. Yek ji mexdûrên erdhejê Gulseren Ozturk ku li cemxaneyê bû da zanîn ku pirsgirêka wan a kon û xwegermkirinê heye û AFAD’ê tu kon nedane xelkê bajarokê. Ozturk, diyar kir ku di bin koneke li gorî derfetên xwe çêkirin de dimînin û ev tişt anî ziman: “Du jê zarok bi giştî em 6 kes di bin konê de dimînin.” Dengê nizm ê Ozturk balê dikişîne û got ku ji ber sermayê tevahiya endamên malbatê nexweş bûne. 

‘ME TU TIŞTEK JI DEWLETÊ NEDÎT’

Ozturk, anî ziman ku bi temamî bi saya alîkariyên dilxwazan xwe li ser pêyan digirin û dewletê tu alîkarî nedaye wan. Ozturk dibêje; “Me tu tiştek ji dewletê nedît.”  

‘JI BER KU EM ELEWÎ NE TU ALÎKARIYÊ NADIN ME’ 

Bi domdarî Ozturk anî ziman ku ew elewî ne lewma dewlet tu alîkariyê nade wan û wiha got: “Ez lê dinêrim û dibînim ku xebatên lêgerînê yên li ser kavilên Cemal Gursel, Paşakoşku û Çavvuşoglû duh bi şev hatine destpêkirin. Gelemperiya wan herêman elewî ne û di bin xerabeyan de gelek mirî hene. Dilê mirov dişewitîne.” 

KONAN BI TORPÎLÊ BELAV DIKIN

Piştre jî em derbasî qada bajarokê dibin û dibin şahid ku pirsgirêkên welatiyan wekî hev in. Welatiyê bi navê Arslan Saglam ku em mîkrofonê dirêjî wî dikin wiha dibêje: “Li gel 11 endamên malbata xwe di bin heman konê de dimînim. AFAD, konan bi ‘torpîlê’ belav dike. 4 kon dane keyayê bajarokê. Em mexdûr in.” Ji şêniyên bajarokê Bayram Karaçoban jî got ku ji Taxa Aydogan a bajarokê re tenê 3 kon hatine şandin û ev tişt anî ziman: “Li dibistanekê 60-70 kes li li ser hev, di nava hev de dijîn. Konan didin kesên mirovên wan in. Hinek kes jî heta serê sibehê li derve dimînin.” Di wê navberê de şêniyeke din dibêje; “Xelkê bajarokê perîşan bûye.” Şêniyeke din jî balê dikişîne ser pirsgirêka konan.  

NEKARÎ KONÊ BIBÎNE LEWMA KONTEYNIR KIRΠ

Em gera xwe didomînin û îcar diçin gundê Savakli yê girêdayî Wêranşarê. Gel dibêje; “Em bi tenê hatin hiştin.” Em dibînin ku malbat di bin konên ku bi derfetên xwe dane ser hev de dimînin û di her konê de gelek kes hene. Ji ber ku alîkariya konan nehate kirin, malbatek neçar dimîne ku konteynireke bi buhayê 55 hezar TL’yî bikire. Li gund ne ceyran û ne jî av heye.  

JIYANA DI AVAHIYÊN BIXESAR DE

Ji şêniyên gund Mehmet Tula got; “Em bi saya alîkariya gel dijîn.” Tula, da zanîn ku AFAD’ê du roj piştî erdhejê 50 kon vedane û di wan her du rojan de li derve mane. Tula, diyar kir ku dewletê ji wan re tu alîkarî neşandiye û wiha domand: “Ma bişîne çi ye, neşîne çi ye. Ma qey em bi wan re hatine vê derê.” Bi domdarî Tula diyar kir ku gelek kes di avahiyên xesareke mezin gihiştiyê de dimînin. 

15 MALBAT DI KONEKÊ DE NE: EM DIQERISIN

Malbatên ku di konên ji bo cenaze û dawetan hatine vedan de dimînin gotin ku ji ber nebûna ceyran û sobeyan “diqerisin.” Di konê gund de 15 malbat bi hev re dimînin. Ji şêniyên gund Hakan Alkan û Saîme Çetîntaş a 70 salî bi ajansa me re axivîn. Alkan, da zanîn ku li gund av tune ye û nikarin avê bidin sewalên xwe. Çetîntaş jî got ku êm û ka tune ye lewma çêlekên wan li ber telefbûnê ne. Bi domdarî Çetîntaş diyar kir ku zarokên wê ji ber sermayê nexweş bûn lewma ji neçarî şandine cem xizmên xwe yên li Konyayê dijîn.  

HDP LI GUNDAN DIXEBITE

Daxwaza hevpar a şêniyên gundan ceyran û av e. Dixwazin ku ev daxwazên wan tavilê bên pêşwazîkirin. Piştî Savakliyê jî em berê xwe didin gundê Surguyê. Rewşa şêniyên gund ji rewşa gundên cudatir nîn e. Li gundê Guzelkoyê jî xesar gihiştiye gelek avahiyan û pirsgirêka konan didome. Mîna li gundên din, organîzasyonên HDP’ê li vir jî gelek pêdiviyên şêniyên gund pêşwazî kirine. 

 

 

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Hejmar derket ser 31 hezarî 

- Bo Zîlanê (Dîlan Kuçuker) 

- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye 

- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin 

- 12'yê mehê, nûçeyên rojane 

- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o 

- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya 

- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne 

- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin 

- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)

- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike 

- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê 

- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe 

- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin 

- Demîrtaş dijî OHAL'ê derket 

- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...  

- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir 

- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine 

- Rewşa Elbistanê 

- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê 

- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin 

- 9'ê mehê agahiyên rojane

- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê) 

- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin 

- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva' 

- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin 

- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro  

- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike 

- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin 

- DEPREM/ERDHEJ MALPER  

- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê 

- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin 

- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê 

- Li Semsûrê agahiyên dawî 

- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir 

- Li Rojava rewşa dawî 

- Kazim Polat: Gund hilweşiya 

- Keleha Necim jî zirar dît 

-  Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye 

- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye 

- Keleha Entabê hilweşiya 

- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê           

  

Parve Bike

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 11 2026

Li Farqînê di şikeftek de gelek hestî hatin dîtin

news
  • 21 11 2026

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

news
  • 20 11 2026

Hevşaredarê Weyselqaranî û 4 endamên meclisê ji DEM Partî îstîfa kirin

news
  • 20 11 2026

Erebeyek li stranbêj Evîn Şîrîn da; Şîrîn mir

news
  • 18 11 2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkî de girt

news
  • 18 11 2026

2026: Ferhenga Cambridge peyva salê hilbijart

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Nêşîrwan Mistefa Rêveberiyên Rojava silav kir

ad

Saet 22.30: Li Cizîrê navçeya AKP'ê dan ber agir

ad

2009: Navên herî zêde hatine tikandin

ad

Rusyayê bertek nîşanî formaya Ûkraynayê da

ad

KCD dijî Bendava Farqînê çalakiyan li dar dixe

ad

Senegalê Kûpaya Afrîkayê bir mala xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname