Stenbol
Rêxistinên HDP'ê yên Stenbol, Bursa, Kocaelî, dîsa yên li bajarên Herêma Egeyê ji bo alîkariya erhejzadeyan ketine nava hewldanan.
Xurek, nivînên razanê wekî betanî, dîsa mont, bot, kincên lixwekirinê, gore, leqik û tiştên wisa. Dîsa tiştên pêdiviya zarokan, jinan, şîrê ji bo zarokan, sobeyên elektrîkî û lembeyên destan tiştên ku lazim in. Rêxistinan bang li gel kiriye ku di vî warî de çi ji destê kî tê alîkarî bike.
Rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP'ê li benda alîkariyê ne.
Îzmîr
Li aliyê din li Îzmîrê li navçeyên Alîaga û Menemenê tirek tişên hatine berhevkirin şandin Hatayê. Tir kete rê.
Aydin
Li rêxistinên navçe û bajarê Aydinê 4 kamyon tişt dan hev, ewê îşev saet 00.00'an de bi rê bikin, bişînin Hatayê.
Denîzlî
Li Denîzlî li Merkezefendî û Pamukkaleyê tirek tiştên alîkariyê kom kirin. Vê êvarê ji bo bişînin Mereşê oxir kirin.
Mugla
Li Muglayê jî rêxistinên HDP'ê alîkarî dan hev û sibê dê bişînin.
Rêxistinên HDP'ê yên Egeyê xebatên xwe yên komkirina alîkariyê didomînin.
Nûçeyên eleqedar:
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye