Diyarname
Nivîskarê me Kazim Polat ku li gundê Kistikan a Elbistanê dijî, dibêje: "Gund hilweşiya."
Nivîskarê me Kazim Polat piştî salên dirêj ên li Swîsreyê ev çend sal bûn vegeriyabû gundê xwe Kistikan a Elbistanê. Îro di dema erdhejê de ew jî li gund bû. Em çend caran lê geriyan lê me xwe negihand. Û piştî peyaman, bersiveke kurt şandiye: "Şarjê min nîn e. Elektrîk jî tune ye. Ez baş im. Gund hilweşiya. Silav."
Jixwe tê zanîn piştî erdheja şefeqê ku bi meziniya 7,7 çêbûbû, saet 13.24'an de erdhejek din ku navenda wê Elbistan bû bi meziniya 7.6 çêbûbû. Vê erdeheja duyemîn hê zêdetir Elbistan hejandiye.
Not: Foto ji Pazarcixê ye.
Hin nûçeyên eleqedar:
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye
- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye
- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê