23.00
24 hezar û 617 kes mirine
Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay agahiyên fermî yên li ser erdhejê belav kirin. Li gor Oktay vê êvarê hejmara kesên canê xwe ji dest dane 24 hezar û 617 kes in.
19.00
Angelina Jolie fotoyên erdhejê bilav kirin
Lîstikvana navdar Angelina Jolie wêneyên erdhejê belav kirin û got, "Dilê min bi we re ye." Jolie banga alîkariyê kir.
17.30
Hejmar bilindtir dibe
Li gor agahiyên fermî ku saet 17'an de hatine parvekirin hejmara kesên di erdhejê de mirine derket 21 hezar û 848 kesî. Hejmara birîndaran jî derket 80 hezar û 104 kesî.
Zanîngeh xistin betlaneyê
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan îro çû Amedê. Erdogan li vir agahî belav kirin. Li ser zanîngehê jî wisa got "Dê mexdûrên erdhejê li wargehên aîdî Saziyên Wargehên Krediyê (KYK) bi cih bikin.Ji bo vê heta havînê hemû zanîngeh di betlaneyê de ne. Perwerdehiya Zanîngehê wê online çêbibe."
15.00
Tîmên fûtbolê yên Entabê û Edeneyê biryar dan ku ji lîgê vekişin.
Gaziantep Spor di Lîga Super a Tirkiyeyê de dilîst. Adana Spor jî di Lîga 1'emîn a Tirkiyeyê de bû. Piştî erdhejê ku bajar tevlihev bûye her du tîman serî li Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê dan û ji lîgê ekişiyan.
Berî van Diyarbekir Spor, Hatay Spor û Yenî Malatya Spor ji lîgê vekişiyabûn.13.00 Hejmara nû: 21 hezar û 43 kes Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Ak Partî Recep Tayyip Erdogan agahiyên fermî li ser kesên di erdhejê de mirine eşkere kirin. Li gor vê nîvroyê û agahiyên fermî heta niha 21 hezar û 43 kes mirine. 80 hezar û 97 kes jî birîndar in.
12.00
Rewşa girtîgehan
Komeleya di Pergala Înfaza Ceza de Civaka Sivîl (CÎSST) têkildarî rewşa girtîgehên li herêmên erdhejê lê çêbûye daxuyaniyek nivîskî belav kir: "Li Girtîgeha Servekirî ya Mereşê 3 hezar 830, li girtîgehên Dîlok, Islahiye, Şehîtkamîl 7 hezar û 600, li girtîgehên Osmaniye û Toprakkale hezar û 240, li girtîgeha Hatayê 3 hezar û 500, li Girtîgeha Servekirî ya Semsûrê 60, Li Girtîgeha Argana Meletiyê hezar û 370 girtî hene."
CÎSST’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku bi giştî li girtîgehên herêmên erdhejê raste rast bandor li ser 17 hezar û 600 girtiyan bûye û bandora erdhejê li ser nêzî 70 hezar xizmên girtiyan jî kiriye.
11.00
Li Sûriyeyê hejmar derket 3 hezar û 559'an
Li gor agahiyên ku hatine li Sûriyeyê hejmara kesên ku mirine derket 3 hezar û 559 kesî. Her wiha 5 hezar û 33 kes jî birindar bûne.
Li herêma ku di bin destê Rêveberiya Xweser de ye heta niha 57 kesî canê xwe ji dest daye.
10.00
Li Semsûrê bêyî qeyd bikin cenazeyan defin dikin
Mebûsê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan piştî serdana Semsûrê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re got, "Li Semsûrê beşek mezin ên cezaneyên ji bin avahiyên hilweşiyayî derdixin bêyî qeyd bikin defin dikin. Mixabin hejmara kesên mirine ji hejmara eşkere kirine gelek zêdetir e."
09.30
Li Amedê rewşa dawî
Platforma Pşitgirî û Parastina Bajêr a Amedê (DKKDP) li ser rewşa dawî ya Amedê vê sibê agahî belav kir.
Li gor vê heta niha li Amedê 281 kesî canê xwe ji des dane. 796 birîndar ji nexweşxaneyê derketine, lê hê 42 kes rewşa wan giran e, 105 kes jî li nexweşxaneyê radizên, tên dermankirin. 09.00 Hejmara dawî: 20 hezar û 665 Li gor agahiyên fermî ku AFAD'ê parve kirin vê sibê hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 20 hezar û 665'î. 80 hezar û 88 kes jî birîndar in. Heta niha 92 hezar û 697 mexdûrên erdhejê ji herêmê şandine bajarên din.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike
- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê
- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe
- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye