18.00
Li Sûriyê 4500 kes mirine
Li erdheja ku navenda wê Mereş bû bandor li 10 bajaran kir, bandor li bajarên Sûriyeyê jî kir. Li gor agahiyên nû li bajarên Sûriyeyê yên di bin destê rejimê û di bin destê rêxistinên tundiraw de heri hindik 4500 kes mirine.
Li bajarên îdlîb, Heleb, Hama, Lazkiye û Tartûsê rewş giran e. Li dor 6 hezarî birîndar hene. Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad li Helebê çû nexweşxaneyê serdana birîndaran.
Ji bajarên bin destê rêveberiya Xweser de li Kobanî û Minbicê birîndar hebûn ku kêm bûn. Lê li Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hin kes miribûn. Li van taxan gelek avahî zirar dîtin.
17.00
Hejmar bilind dibe
Li gor agahiyên fermî heta niha li 10 bajaran 29 hezar û 605 kes mirine. 16.00 Ev 3 roj in ku alîkariyên ji Herêma Kurdistana Ferere ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakur hatine şandin li sînor hatine rawestandin. Li gor nûçeya MA'yê 300 erebeyên alîkariyê ku ji Başûr hatine şandin ev 3 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê û li Kampura Zanîngeha Semsûrê hatine rawestandin. Kesên ji komê ev agahî ragihandine, "3 roj in em li gumrikê ne û em ranezane. Ji bo alîkariya Semsûre em hatin û em dixwazin beşdarî xebatan bibin. Çima em dane rawestanrin em nizanin. Destûr nadin em alîkariya mirovan bikin. Ez ji bo alîkariyê ji Zaxoyê hatim. Ligel nêzî 300 erebeyan em li vir in." 15.30 Di bin serokatiya Sancar de kordînasyona HDP dicive Navenda Kordînasyonê ya Qeyranî ya HDP'ê sibê di bin rêveberiya Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar de dicive. Di civînê de rewş dê bê nirxandin.
Alîkariyên ji Başûr hatine li sînor dane rawestandin
15.00
HDP bi 3200 kesan alîkariyê didomîne
Navenda Kordînasyonê ya Qeyranê ya HDP'ê bi 3 hezar û 200 kesî xebata xwe ya alîkariyê ya ji bo mexdûran didomîne. Maseyê heta niha ji bo bajarên Semsûr, Meletî, Mereş, Entab, Hatay, Amed û Rihayê
500 TIR alîkarên cur bi cur, 500 kon, 370 ton êzing, 3 hezar û 200 sobe, 22 konê sehra, stasyoneke mobîlê alîkarî gihandine mexdûran. Dîsa 860 erebeyên alîkariyê yên HDP jî xebatê didomînin. Kesên dilxwaz ên li ser navê HDP'ê dixebitin bê navber xebatê didomînin.
13.30
Li Semsûrê piştî 152 saetan mucîze
Li Taxa Elîtaş a SemSûrê li Mercan Sitesi jinek bi navê Rabia ya 22 salî ji bin avahiya hilweşiyayî sax hat derxistin. Ew şandin rexweyxaneyê.
13.00
Li 10 bajaran dibistan hatin betalkirin
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî yê Tirkiyeye Mahmut Ozer ragihand ku li 10 bajaran dibistan heta 1'ê adarê hatine betalkirin.
Heta niha ji bo hemû Tirkiyeyê heta 20'ê mehê dibistan hatibûn betalkirin. 20'ê mehe li bajarên derveyî erdhejê dê bidomin, lê li 10 bajarên erdhejê dem hat dirêjkirin.
11.30
ÎHTÎMALA TEQÎNA BENDAVA KARTALKAYA
Li Bazarcixa Mereşê Bendava Karakaya heye ku niha ji ber erdhejê derz lêketiye. Îhtîmal heye ku biteqe. Hat dîtin ku ji bilî hişyariya "Vê derê bikar neynin" tu tiştek nehatiye kirin. CIWANÊN HDP'Ê LI MELETÎ PÊDIVÎ BI KONAN HEYE Ciwanên HDP'ê ku li Meletî ji bo mexdûrên erdhejê xebatên xwe didomînin ragihandin ku li vir herî zêde pêdivî bi konan û sobeyan heye. Li aliyê din Ciwanên HDP'ê ragihand ku heta niha wan 3 kes sax derxistine, 7 jî cenaze derxistin lê cih bi cih AFAD û jendirme astengiyan derdixin pêşiya wan.
11.00
10.00 Cenayê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin Duh bi şev cenazeyê hunermend, stranbêj Zîlan Tîgrîs ji Avahiya Sozel a 9 qatî hat derxistin. Ev avahî li Taxa Kooperatifler ya Ofîsa Amedê, li Kuçeya 2'yemîn bû. Bi erdhejên 7,7 û 7,6 ku navend Mereş bû re Avahiya Sozel jî hilweşiya bû. Cenazeyê Tîgrîs îro dê li Goristana Yenîkoya Amedê defin bikin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye
- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin
- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o
- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya
- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin
- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)
- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike
- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê
- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe
- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye