Diyarname
Hevalê me Welat Dilken li Semsûrê ye û qala rewşa giran a wê derê dike. Gavek berê me carek din pêre xeber da. Welat Dilken qal kir.
Va ne hin notên ji îro:
CENAZE, BÊHNA NAV BAJÊR
- Em îro sê caran çûn gund, me cenaze birin. Ji duh de em cenazeyan defin dikin. Êdî li goristanê cih nema ye.
- Dîmena ku duh ji goristanê min şand... Bi sedan erebe hebûn, di hemûyan de cenaze hebûn. Erebeyek diçe, yek tê. Dem tune mirov cenazeyan veşêre. Bi hezaran cenaze hebûn. Bêhnek giran hebû li goristanê, mirov êdî vedirêşiya.
- Êdî hêviya ku bi saxî ji kavilan mirov derên nema ye. Xelk lez dike ku cenazeyan defin bike ji ber ku bajar bêhn dide. Ligel ku serma ye jî bêhnek giran ketiye nav bajêr. Ji ber bêhnê em bi maskeyan digerin.
- Gelek kes di bin xaniyên hilweşiyayî de pelçiqîne, ev yek jî bûye sedem ku bêhn bikeve nav bajêr.
SERMA
- Bi şev gelek sar e. Heta bin sifrê bi 8-9 dereceyan diçe. Rewşa mirovan gelek zehmet e. Yên xanî hilneweşiyabin jî newêrin herin hundir, ji ber ku erdhejên dûvik dewam dikin. Pêdivî bi cihên mayînê heye.
PÊDIVIYÊN SEREKE
- Li nava Semsûrê pêdivî bi erzaq, kincan, avê tune ye. Ev gelek jî hene. Pêdivî bi konan heye. Kon divê hebin ku mirov bikaribin têde bimînin. Ya lezgîn ew e bajarê konteyneran bê çêkirin ku xelk têde bimîne. Yan na derûniya mirovan dê xira bibe.
- Saziyên alîkarî didin hev bila berê xwe nedin nav bajêr, bila herin cihên pêdivî pê heye. Bila herin gundan.
REWŞA GUNDAN
- Niha rewşa gundan pir xirab e. Li gelek cihan bi metreyan berf heye, rê girtî ne, hê gelek gund hene kesî xwe negihandiye wir. Yên alîkarî dişînin, yên alîkarî didin hev bila berê xwe bidin van deran.
HEJMARA KESÊN CANÊ XWE JI DEST DANE
- Hejmara tê gotin ne tu hejmar e. Bifikirin, ji bo Semsûrê dibêjin 1500 xanî hilweşiyane. Di her xanî de 20 kes hebe dike 30 hezar kes. Ka wê çawa hejmara miriyan diyar bibe? Hejmara tê gotin ne tu hejmar e.
***
Li goristana Semsûrê...
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê
- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe
- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye