logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Ewrên Serhişk

  • Dîrok: 11/05/2026

“Çil û pênc roj in ewran xwe daye ber royê û misqaleke tîrêja tavê narije ser axa Kurdîstanê. Tişta herî balkêş jî ev e; bi hatina êvarê re ewr vedikişin. Hîv tîrêjên xwe yên zîvîn ber dide ser rûyê zemîn. Axa qerisî bi tîrêjên zîvîn re diçilvile.”
Bi çavpêketina vê posta li ser X’ê re, min bi rêya têlefonê ber xwe da çend rûsipiyan. Wan jî ta di derziyê re derbas kirin.

Qedrî:
Got: “Ev gotina ‘ro yê xwe di pişt ewran de veşartiye’ derewek e qethî ye.” Bi gotina “çima” yê re devê tûrê xwe vekir. Got: “Wekî tu jî dizanî, di van salên dawî de her diçe barijge kêm dibe, bi tevî ku ewr li ezmanê me têra xwe hene, lê dîsa jî barê xwe narijînin.”

Çendek berê min û dostek ji me çêtir sohbet dikir, gotinên wî bi aqilê min ve zeliqîn. Got: “Kurdên me yên serhişk dawiya dawî bûn sebeb ku ewr jî serî hildin.”
Min got: “De ne wexta henekan e?”
Ji xwe qayil, got: “Wele wî. Teyî te jî dîtiye çiyayên me gelek asê ne û hema bibêje serê wan li ewran dikevin, û serhişkên me jî li wan çiyayên asê têra xwe hene.”
Bi gotina “êêê” re keribî û got: “Bavkê min, li vê dinyayê çi hebe xwedî can in. Ê canê ewran jî heye, zêde zêde nepixîne, dixwazin birijin da ku bala wan sivik bibe. Kirine nekirine, Mikayîl Efendî memikên wan—pardon, pişta wan—nefirkandiye, wan jî serî hildaye û çûne xwe dane ber tavê da ku tav bi germiya xwe ve barê wan dayne.”
Çer min got: “Min ji diayên te re nego ‘amîn’.”
Got: “Di îmana te nim,” û têlefon di ser min da girt.

Çiyako:
“Ev komploya qapitalîzmê ye û em rê nadin tu kes roja me tarî bike. Îro roj em tekane milet in ku li hember emperyalîzmê li ber xwe didin, em ê bidin jî. Loma hatin bi ewrên sûnî ve pêşiya roja me girtin. Lê tiştek ji bîr kirin ku roja me li Îmraliyê ye û ji şewqa xwe tu tişt kêm nekiriye û nake jî. Em ê bi berxwedana xwe re xwe û miletên cînar bi manîfestoya nû re ji vê zilm û dexaletê xilas bikin.”

Qudo / Qudret:
“Ev lîstikeke kapîtalîst û siyonîst e. Wexta bi awayekî bihîstin ku Serok nehêle bi halhala Tramp û Netenyahû re kurd dirêjî Îranê bikin, wan jî rabû ewrên sûnî şandin ser axa welat û Kurdistanê bê tav hiştin. Dizanî çima?”
Bi gotina “keremke” re got: “Niha, demsal zivistan e. Lêçûna zivistanê jî naşibe tu demsalî bi vê kirina xwe re dixwazin gelê me li hember Serok serî rake, da ku Serok jî mecbûr bimîne û kurdan bike hevalbendê siyonîstan. Zû an dereng emê bi xelkê cînar re heyateke komînal a ekolojîk ava bikin.”

Mamed:
“Birayê delal şikur ji vê rojê re. Va ye edî xwişk û birakên me kêm be jî gotinên me evdên Xwedê jî didin ser kêman. Bi min her tişt eyan û beyan li ber çavan e. Tabî ji bo çavên bixwazin bibînin her wiha hiş û exlaqê ku bixwaze çîprût bibêje. Miletê me mileteke bisilman e. Bi derketina Tîktok mîktokê re miletê me rêya xwe şaş kir, û Xwedê jî me evdên gunehkar ceza dike.”

Pîşkireş:
“Ev gişk pîşkên Îbo ne. Zikmezinê qûntepik kir nekir, kurdan ew nekirin serok çû li Amerîkayê xwe da bin çengê siyonîstan û ev afat anîn ser me.”

Şirik:
“Biratiya gelan û Îmralî sersebebên vê reşezilmê ne. Ev aqil, aqilê dewleta Tirk e. Dixwazin Kurdistanê vala bikin da ku bigihîjin miradên xwe. Me neteweperweran lîska wan zû deşîfre kir. Êdî miletê me poz bi wan nake. Şefeqeke çîlqerqaş li benda me neteweperwera ye.”

Piştî min têlefon danî, li ezmanê Stenbolê nihêrî; ji ewran pêve tiştek xuya nedikir. Bi hêvîya ku ewrên kurdî ji ser me kêm nebin.

Hin Nivîsen Nivîskar

POŞMANÎ

  • 15 Tîrmeh 2021

Li bin dara tûyê rûniştibûn. Cemîlo xwest avê ji ser galegala kar û bar bibire. Deng li xwediyê avahiya lê dişixulî kir.- Kek Işık tu royê çend...

Tizbiya bavê min

  • 01 Pûşper 2021

Qaso bi xwendina çend gotar û lêkonînan re berê xwe da gund. Qapaxa misînê li ser sobê bi bilqên avê re bilind dibû û dadiket. Bi kêf kartola...

'Kurdcîtiyê neke'

  • 20 Gulan 2023

Bêhna biharê bi derengî be jî bi ser me ketiye. Dora biraştina goşt vê hefteyê li ser Kevçiyê Neşûştî ye. Kevçiyê Neşûştî li...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li mala Rewşen Bedir-Xan

ad

Derhêner Kuçuk: Ji sînemaya kurd wê tiştên baş derkevin

ad

Egîtîm-Sen: Bila astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bêne rakirin

ad

Shakira bi kurdî distrê!

ad

Bajar bi bajar daxuyaniya saziyên kurdî

ad

BDP: Me hevrêyê xwe yê hêja winda kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname