logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîn e banga piştevaniyê

  • Dîrok: 09/02/2023
  • Beş: Nûçe

Omer Akin - Ahmet Kanbal / MA / SemSûr

Xebatkarên Maseya Krîzê yên HDP’ê diyar kirin ku ji Semsûra wêran bûyî dewlet tenê bi dengê sîrenan hebûna xwe nîşan dide û banga piştevaniyê kirin. Suleyman Bayram ê li Amedê mala wî hilweşiya piştî pêçana birînên xwe çû Semsûrê.

Li Semsûra yek ji bajarên ku ji erdheja bi pileya 7,7 û 7,6 li Bazarcixa Mereşê çêbû bandor bû, bi hezaran avahî hilweşiyan, nêzî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Li bajêr xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam dikin. Li aliyê din jî xebatên navenda krîzê ku rêxistinên sivîl ên civakî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ava kirine berdewam dikin. 

NÎŞANEYA DEWLETÊ DENGÊN SÎRENAN E!

Şerefxan Aydin ku li ser navê Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) a di navenda krîzê de cih girt, diyar kir ku ew ji Amedê hatine û wiha got: “Me rewşa li vir dît. Rewş gelek xerab e. Berî ku em werin me bihîst ku hin cih hilweşiyan e lê me dît ku ji sedî 95 avahiyên li bajêr di rewşeke ku nikarin bên bikaranîn de ne. Li vir trajediyeke mezin heye. Dewleta ku berpirs e jî li vir nîne. Tu saziyên aydê dewletê li vir naxebitin. Ji bilî dengê sîrenan ên ambûlans û wesayîtên polîsan li vir dewlet nîn e. Tenê 2-3 kes şandine. Ew jî ji bo bibêjin ‘em li vir in’şandine. Berpirsyartî ketiye ser milê me.”

PÊDIVIYÊN LEZGÎN 

Aydin, anî ziman ku hewl didin malzemeyên pêwist ên ji her çar aliyên welat hatine bigihînin gel û wiha got: “Me li hemû navçeyan hevalên berpirsyar diyar kirin. Em pêdiviyên her navçe û gund tespît dikin û alîkariyê ji wan re dişinin. Me li vir di bajêr de du depo diyar kirin. Alîkariyên tên ji vir dişînin cihên hatine tespîtkirin. Gelek pêdiviyên gelê me hene. Bi taybetî niha bi lezgînî pêdivî bi kon û sobeyan hene. Li vir hewa gelek sar e û mirov hêj li derve ne. Divê em bi lezgînî van pêdiviyan pêşwazî bikin. Dîsa ji bo em alîkariya belav bikin wesayîtên bi tarzê pîkap lazim in. Ji bo ku li taxan alîkariyê bikin pêdiviya me bi wesayîtên biçûk heye.”

‘PÊDIVÎ BI HÊZA MIROVAN HEYE’

Aydin, da zanîn ku ji gelek bajaran dilxwaz hene, herkes dixwaze alîkariyê bike û ev tişt gotin: “Bi taybetî divê ciwanên me bên vê derê. Pêdiviya me gelek bi wan heye. Hêj di bin kavilan de mirov hene. Pêdiviya me bi hêza mirovan heye. Em ji bo piştgiriya teknîk hatin vir lê ewqas pêdivî heye ku dor nayê wê. Gel bi derfetên xwe kepçe tevirên bi derfetên xwe peyda kirine diçin ser kavilan û hewl didin xizmên xwe xelas bikin.”

LI AMEDÊ MALA WÎ HILWEŞIYA ÇÛ HAWARA SEMSÛRÊ 

Suleyman Bayram ê mala wî hilweşiya piştî ku birînên xwe pêçan weke dixwaz hate bajêr wiha bang li ciwanan kir: “Hûn li ku dibin bila bibin, ji bo alîkariyê werin herêmên erdhejê. Kî nêzî ku bibe divê di zûtirîn demê de biçe wir û alîkariyê bike. Mala min a li Amedê hilweşiya lê li vir zêdetir pêdivî pê heye. Rewşa li vir ji ya me xerabtir e. Dîsa Mereş, Dîlok, Hatay her der di rewşeke xirab de ne. Alîkarî ne tenê derxistina kesekî ji binê xirbeyan e. Li vir belavkirina pêdiviyên mirovî jî  alîkariyeke. Heke alîkarî bi deqîqeyekê zû bên dê baştir be.”

‘JI BILÎ GEL KES NÎN E’

Ercan Çam ê ji navçeya Qosera Mêrdînê hatiye bajêr jî wiha got: “Ez li ser navê KESK’ê hatim. Rewşa li vir gelek xerab e. Pêdiviyên mirovan gelek in. Ji bilî dilxwazan kesek li vir nîn e. Em hewl didin xwe bigihînin herkesî, lê em jî dikarin heta cihekê biçin. Derfetên me bisînor in. Qasî ku ji destê me tê em alîkariya gelê xwe dikin.”

‘ROJ ROJA YEKITÎ Û PIŞTEVANIYÊ’

Dîlan Taş a ji Rihayê hat jî ev tişt gotin: “Li navçeya me jî avahî hilweşiyan lê hilweşîna li vir gelek zêdetir e. Em ji ber wê hatin vir. Em alîkariyên ji maseya krîzê re tên belav dikin û dibin alîkar. Em ji gund, navçe û her derê re dibin alîkar. Rewşa vir gelek xerabe ye. Divê herkes alîkarî bike. Îro roj roja yekitî û piştevaniyê ye. Divê her kes tişta ji destê wan bê bike. Divê demildest em pêdiviyan pêşwazî bikin.”

 


Nûçeyên eleqedar:

- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin 

- 9'ê mehê agahiyên rojane

- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê) 

- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin 

- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva' 

- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin 

- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro  

- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike 

- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin 

- DEPREM/ERDHEJ MALPER  

- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê 

- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin 

- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê 

- Li Semsûrê agahiyên dawî 

- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir 

- Li Rojava rewşa dawî 

- Kazim Polat: Gund hilweşiya 

- Keleha Necim jî zirar dît 

-  Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye 

- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye 

- Keleha Entabê hilweşiya 

- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê       

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 30 08 2026

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

news
  • 30 08 2026

Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

news
  • 29 08 2026

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

news
  • 28 08 2026

PKK'ê cara yekê eşkere kir; Heta niha çend winda dane?

news
  • 28 08 2026

Pirtûka ku hê nehatiye çapkirin hat qedexekirin!

news
  • 28 08 2026

PYD: Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî kurdan wekî neteweyek yekgirtî nas bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Cîzre Spor bi serketinek mezin derbasî Maçên Koman bû

ad

Roje yekem wekhevî hebû

ad

Serokwezîr Erdogan çû Iraqê

ad

‘Hawara Botan’ê derket lê edîtorê wê li hundir e

ad

Xelata Wêjeyê ya Nobelê dan Mo Yan

ad

Ji Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê çi derketine? Va ne du anket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname