De ka em îro hinekî “nos’tal”jiyekê bikin.
Ev gotin, ji yewnaniya kevin “nosnos”ê dariştiye û maneya wê jî “de ka were em vegerin malê” yanî keser û kovana bo welatî. Ev li aliyekî.
Li aliyê din, ev gotin, bawer im tenê wisa lêhatî ye, gava ku “nos”ê deynî rexekî –tal û –jî- ya wê li kirasê kurdî bînî, tu dê bibînî ku ev nav “nos-tal-jî” gelekî bi mebesta nivîsa me ya îro digunce.
Em ê jî xwe gaz bi gaz berdin binê dol û newala raboriyê û “-tal-iyên wê -jî-yanê” bînin bîra xwe. Ev hingaftineke zêde nerm nîn e û bawer im gelek kes dê bi talî bimicizin lê axir, mirov nikare ji raboriya xwe veqete, nexwe dê di ber şîpa har a jiyanê serobin bibe û winda bibe. Ji bo mirov, bi temamî winda nebe, lazim e gelek caran bi bîra xwe bîne bê ka ji ku derê hatiye ku derê. Ev li rexekî din.
Îja niha em anektodekê bi bîra xwe bixin, em dêhna xwe bidin ser Abraham Maslowê psîkologê amerîkî bê ka di sala 1943’yan de pîramîdek çawa li dor pêdiviyên jiyanê daniye.
Em tev hiyarerşiya pêdiviyan a Maslow dizanin, ji bo jiyaneke kamil û pêkhatî divê tu pêlik pêlik ji rêza binî heta ya serî wan pêdiviyên destnîşankirî bi cih bînî. Ewilî warek û banek divê, pêdiviya ewleyî û fizyolojik wekî xwarin-vexwarin û hwd. Pê re gav bi gav ber bi pêdiviyên sosyolojîk hildikişî, wekî hezkirin, civakîbûn, têketina nav jiyana cemiyet û komelgehê, azadiya aborî û geştûguzarê, pêlika serî bêguman êdî însanê kamil e. Hemû pêlikan hilkişiyayî û niha hevsarê jiyana te bi temamî di destê te de ye, tu dikarî der barê xwe de biryarê bidî û bikevî dû bayê behrê, xwezî, armanc û hedefên xwe yên mezin. Êdî tu mecbûrê tu kesî û tu tiştî nîn î.
Abraham Maslow xweş gotiye lê em ê zêde li ser vê şîpê neçin, niha berê şêla me bo navmala me ye. De ka em binêrin em li gorî vê pîramîdê hê jî di ku dera jiyanê de vedigevizin.
Ez hinekî berepaş biçim û berê xwe bidim wan salên berê yên hema bêje, piraniya nifşê me kêm zêde tê re derbas bûne.
Ez ê di ser hinek tiştên pir normal re bimeşim.
Wekî xwarin, vexwarin, xemilandin, hezjêkirin, lîstin û hin aktîvîteyên rojane yên ku hema bêje li her cografyaya dinyayê de di nav her nijad însanî de kêm zêde wekhev peyda dibin.
Carê, zanibe ku tu benî adem î, bi zarê zanistê ji nifşê me re dibêjin “homo sapiens”
Îja em ev “homoyên bil ecêb” xwedan serboriyeke jiyanê ne, wekî gelek cure û celebên guhandêr em jî ji dayikekê dizên, bi şîr tehma ewil a xurekê hildidin, mezin dibin, bi rêya seksuel zêde dibin û paşê ji vê kambaxa dinyayê bar dikin û diçin. Çîroka me ew qasî basît e.
Ev jî bila li teniştekê bin, niha em vegerin ser mebesta xwe.
Me vê nifşê ku ez ê wekî “nifşê palê pûşî” bi nav bikim, serencama jiyaneke zêde giriftar heye. Me hema bêje jiyan nejiyaye, me li ser parsûyên xwe rende kiriye. Em nifşê qurbanî bûne.
Em li gundan hatin dinyayê, lê me jiyana gundewar bi dirustî nedît. Heta em piçekî givirîn qir û qiyameta şerî em dan ber xwe û avêtin kuçeyên bajaran.
Em bi dilê xwe nehatin bajaran, em li getoyên bajaran, bi nanozik di nav gelemşeya aloziyê de gevizîn. Me tu tişt ne ji halê xwe, ne jî ji jiyana xwe fam nekir. Em tu car nebûn, kirû û kirdeyek vê jiyana han, em “ce ka bela em îro jî bi silametî tavê ser xwe sar kin…” li keviyên jiyanê hilawîstî man.
Me tu car dilekî wisa sakin û aram nedît ku em karibin pê, fam bikin ka çawa mirov ji hev hez dikin, ka çawa mêr diçin ser bîstanê dilê jinekê; çawa jin li kaniya dilê mêrekî têhniya xwe dişkêne, nexêr, ya me eşq jî bi şer û kîn bû, bi hêrs û gur bû, bi agir û sotin bû.
Em qet neêwirîn, serê me qet ji guveguva nav rihê me aram nebû û birûskên mejiyê me qet ranewestiyan. Em pizot bûn. Nifşê arî û pizotan…
Hevaltî, li nik me “xwe pê girtin” bû, ji bo bi ber bayekî hov neçî, ji bo di qul û derzên heyatê yên reş de winda nebî, te mil dida ber milê “nasekî” –ev geh hêzeke mezin a siyasî, geh cimaeteke mezin a ayînî, geh jî siya çek û silehan, ya apolet û xalxwarzayan bû ku tu karibî pê penahende bibî. Destebiratî tenê di çîrokên kevin de mabû.
Heta dilberdana me jî hin bi tir û minet, hin bi polîtîk û xwedî mabest bûn. Em wekî spêleyan di nav kavilistanên zemanî de gêj û serserkî meşiyan. Me xêr kir, xêr nedî. Gerdena me di bin barê heyatê de xiliya û navmila me bû qop û quloz.
Me kenîn wekî bizarîkirinekê bi mîmîkan jiber kir, me gotin tenê wekî xwendineke rewan di hişê xwe de xitim kir, peyv qet li têla dilê me neketin; me tevzîng nas nekirin di dilika xwe de. Em bûn girara bêxwê, em bûn kelempera ber bê…
Me tu carê cil û berg ji bo kexşe û xemlê –ka çi qas li min tê, li xwe nedikirin; li ba me “cil star bû, esas dar” bû, na, naxêr xwezî wisa bûya lê esas “î-dar” bû yanî ji bo îdarekirina dijî germa û sermayê.
Her tiştê me mehkûmê vê peyva “îdare”kirinê bû. Me jiyan barek îdare dabû ser pişta xwe, me tenê hev “îdare” dikir bêyî ku em xwe daqulînin nav rih û can, êş û keserên hev. Me birîna xwe mîna kûçikên terekeme dialast û pê kula xwe tîmar dikir. Em qet negihîştin keviya pawanên qenc, terazînên hêşîn, biharên newrozî…
Me tu carê xwarin ji bo zewq û tehmê nedixwar, nik me xwarin, “ziktêrî” bû, ji bo jiyarê, ji bo nekevî ber minetê. Çi biketa ber te, ew tişta herî bi tehm bû; danên xwarinê; bi ser de xwarinên taştê, yên firavînê, yên şîvê… Na, tu car me ew ferq nedizanî. Bacansork tu car ji bo seletê nebûn, xiyar carinan du danên te digirtin. Mast û dew û her tiştê di navbera wê de çi germ çi sar, çi tîr çi ron; her tiştê bi pincarên çiyê têkilî mêst dibûn, êdî ji bo me destexana sifreya Xelîl Brahîmî bûn.
Têkilî di vê jiyanê de pir zirav û tenik bûn, wekî ser pira sîratê be, ji mûyekî ziravtir, çênedibû ku avleh bibî ne bi nêzikan ne bi dûran, her kes, dibû ku ji nişka ve bûbûya “her tişt” ev meydana “man û nemanê” bû.
Çimkî di vê heyatê de tenê rêgezek hebû: heçî şemitî ew şewitî!
Em nifşê palê pûşî, vê pirsê arasteyî cenabê Maslowî dikin, “Aya em di kîjan pêlika hiyerarşiya pêdiviyan de ne? Me pêlika binî borandiye!”
Ez dibêjim qey hê jî riperipa dilika me ye, em qet xwe di jîngeheke “ewledar” hîs nakin. Hê jî nanûava me di qirikê re ye. Kulmek diçe xwar, yek di difnê re tê der. Heyat seranpê jengejar e.
Hasilê em ne aydê dohiyekê ne ku xwe pê zexm bigirin, ne jî me ayîndek heye ku em karibin pê bisk û keziyên xewn û xweziyên xwe şeh bikin.
Yên berî me heta astekê xwe aydê jiyanekê dîtin û bi wê man, yên li dû me jî hilpekîn ber diranên şehê jiyana nû ya teknolojiyê û ihtimal heye ku ji bo siberojekê ji xwe re bingehekê deynin, lê em… em li ber sîpelan çûn. Em bûn paşên pûşî!
Ji we hemûyan re rojên xweş dixwazim.
Ji hev hez bikin.