AMED
Navenda Koordînasyona Lezgîn a Amedê destnîşan diyar kir ku li şaredariyên wan kayûm tunebana wan dê baştir alîkarî bikara. Navendê banga alîkariyê kir û li aliyê din jî got 'Rewşa demokrafîk neguherinin'
Navenda Koordînasyona Lezgîn a HDP'ê li Amedê li ser erdhejê li Amedê daxuyanî da çapemeniyê.
Va ne hin gotinên derketine pêş;
- Ji ber polîtîkayên yekperest û polîtîkaya navendî desthilatdarî ji bo mudexeleyê erdhejê dereng ma.
- Rayedar, li Amedê saetên pêşî nehatine li ser kavilan ku tenê 6 avahî ketibûn. Mudexileya ku aliyê teknîkî de kêm mayî, piştî 13 rojan bi dawî bû û encama hilweşandina avahiyan de tenê li Amedê 409 welatî jiyana xwe ji dest dan.
- Kordînasyona me li her derê xebatên alîkariyê kir. Ji roja pêşî de ket nava tevgerê. Bi yek carî de me 180 qadên kombûnê diyar kirin û ji bo 120 cihan me heval peywirdar kirin.
- Amedê birînên xwe pêçandin û dest bi pêçandina birînên herêmên din jî kirin.
- Heke qeyûm tayînî ser şaredariyên me nehatibûna kirin dê gel birînên xwe zûtir derman bikira. Dewleta ku 3 rojên destpêkê qet nehat herêmên erdhejê niha jî alîkariyan asteng dike. Hewldana çend kesan a ku ji bo berjewendiyê hemû civakê bindest bike, encama polîtîkayên dagirkerî û şer e. Piştî vê erdhejê me careke din dît ku hemû gelan berdêla mezinbûna li ser aboriya şer û rantê didin.”
- AKP piştî piştî erdheja Marmarayê, ji ber erdhejê bûtedbîrî hat desthilatdarî. Ev 23 sal in hê ji wê karesatê ders dernexistine.
- Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî oportunîstên ku hewl didin ji felaket û mexdûriyetê sûd werbigirin bibêjin ‘MALA MIN, MALA TE YE’.
- Em bang li xwediyên xaniyan dikin ku der barê heqê kirê de bi hestiyar bin û bi dilxwazî bi gelê me re hevkariyê bikin.
- Şert û merc pir giran in û divê em hevgirtinê di asta herî jor de bidomînin.”
- Hejmare zêde gelê me bê mal mane, divê em xwe bigihînin gelê xwe yê bê mal û bê cih maye.
- Bi darê zorê gelê me koçber dikin. Dibêjin 'Ji Amedê herin bajarên din’. Gelo wê xelk li wir çi bike? Em gazî rayedaran dikin ku bi demografî û erdnîgariyê nelîzin. Çi dibe bila bibe, divê em li ser axa xwe jiyana xwe bidomînin.
- Şaredariyên ku di destê qeyûman de bûn, nikaribûn alîkariyê bidin. Hemû gel jî dizane ku dewletê erk û wezîfeya xwe bi cih neaniye. Amedê ev hevgirtin di encama têkoşîna 50 salan de derxistiye holê. Dermanê me gelê me ye, rêxistina gelê me ye.
- Hîn bi sedan mirovên me di bin xirbeyan de ne, bi hezaran mirovên me li derve bê mal in, em li hev xwedî derkevin. Werin em destê xwe bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin.
Nûçeyên Eleqedar:
- Lîstikvanên Entab û Hatayê bi kirê çûn tîmên din
- JMO'yê, li Amedê hejmara avahiyên xisardîtî eşkere kirin (Agahiyên 19'ê mehê...)
- Ji Lîstikvan Christian Atsu xebera nexweş hat
- Amed Spor û Van Spor ji bo alîkariya mexdûran dilîzin
- Agahiyên ji bo DEMA ERDHEJÊ (Vidyo)
- Agahiyên derketine pêş (17'ê mehê)
- Rojnameger Cem Seymen îstîfa kir
- Şaredariya HDP’ê her roj li 3 hezar mexdûrên erdhejê xwarinê belav dike
- 16/'ê mehê agahiyên girîng, ên derketine pêş
- Ji dengbêj Mihemedê Nenyasî xebera nexweş hat
- Wêneyê rojê: TIR'ek, du parkart û dizî!
- 15'ê mehê nûçeyên rojê, tiştên qewimîn...
- Îro çend nûçeyên li ser aborî yên bi erdhejê re eleqedar
- Li Kobanî 13 dibistanan ji ber erdhejê zirar dîtin
- Kahtali Miçê qala erdheja Semsûrê kir
- 5 tîmê bînî zî lîg ra veciyay
- Stûnê wê birîbûn, 50 kes têde mirin
- TMMOB: Roj û niv vala derbas bû
- Li Semsûrê hejmar 8 hezarî derbas kir
- Sancar: Bila deriyê Murşîtpinar ê Kobanî vebe
- Li gundên Meletiyê îdîaya bi torpîlê konan belav dikin
- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye
- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin
- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o
- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya
- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin
- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)
- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike
- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê
- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe
- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye