Bi hefteyan pêşiya Newrozê kurdên li Almanyayê dijîn ji hev pirs dikirin ka kî wê biçe Newroza Bonnê û kî wê biçe ya Frankfurtê.
Çima ev pirs?
Cara ewilî bû kurdên di aliyê siyasî û bîrdozî de ji hev cuda di roja Newrozê de du pîrozbahiyên navendî yên ji hev cuda li dar xistin.
Piştî bi dehan salan wê du Newrozên girseyî yên bala her kesî bikişînin ser xwe li dar biketa. Du Newrozên ku wê wekî encam ji aliyê siyaset a navxweyî de bibin destpêka hevsengiya hebûn û xwenîşandana li qadê ya du hêzên sereke yên siyasî yên kurdan ên li Almanyayê.
Di meseleya komkirina xelkê ya li qadan de ji salên 80’an û vir ve sazî û rêxistinên wekî nêzîkî PKK’ê li Almanyayê têne zanîn monopol in. Lê vê Newrozê baweriya ku di meseleya anîna cem hev a girseyên mezin de êdî saziyên wekî nêzîkî PDK têne zanîn jî li Almanyayê xwedî roleke sereke ye çê kir.
Çima ev bawerî çê bû?
Ji ber Newroza li Frankfurtê saziyên wekî nêzîkî PKK’ê têne zanîn û ya li Bonnê yên wekî nêzîkî PDK’ê têne zanîn li dar xistin. Beşdariya her du ahengên Newrozê jî gelekî ji texmînan zêdetir bû. Li gor hemû çavdêriyan beşdariya her du cihan jî gelekî ji ya salên berê bêhtir bû.
Ji xeynî vê yekê hevsengiyeke balkêş a hejmara beşdariyê ya her du cihên Newrozê hebû. Amadekarên her du Newrozan jî diyar kirin ku sed hezar xelk tevlî Newroza wan bûye û polîsên her du bajaran jî ji çapemeniyê re diyar kirin hejmara beşdariyê ya her du Newrozan jî her yekî 50 hezar kes bûn.
Ev yek çi nîşan dide?
Hem li gor çavdêran û hem li gor dîmenan jî hejmara beşdariya Newroza saziyên wekî nêzîkî PKK’ê ya li Frankfurtê ji salên berê kêmtir nebûye lê zêdetir bûbû. Heke bi çavê matematîkî û girêdana siyasî were nêrîn, ji wê girseyê kêmbûn çênebûye lê belê zêdebûn çêbûye.
Heke ji wî alî kêmbûn çênebûbe, naxwe ev hejmara bilind a kurdên tevlî Newroza saziyên wekî nêzîkî PDK’ê ya li Bonnê bûyî ji ku derketin û heta niha li ku derê bûn?
Bersiva vê gelekî hesanî ye;
Provaya Newroza Bonnê par li bajarê Kolnê pêk hat. Bi serketî qediya û îsal li Bonnê bi encam bû. Par li Kolnê cara ewilî saziyên wekî nêzîkî PDK’ê têne zanîn Newroz li cihekê servekirî li dar xistin. Teknîk û cih li gor hejmara beşdariyeke diyar hatibû amadekirin. Lê beşdarî ew qas zêde bû ku ne teknîkê, ne cih û ne jî tedbîrên ewlekariyê têra girseya mezin a beşdar bûyî kir. Komîteya amadekar bi xwe jî ecêbmayî mabû ku ew qas kes beşdar bûbûn.
Ev yek bû sedem ku ji bo amadekariyên Newroza îsal hem rê vebe û hem jî amadekariyên gelekî bi rêk û pêk ji bo Bonnê werin kirin. Wekî encam jî Newrozeke gelekî serkeftî li dar xistin.
Em vêca vegerin bersiva pirsa bi taybetî heke em bi yek çavî li her du Newrozan binêrin û beşdariyê yek hesab bikin, gelo ew qas însan ji ku derketin bidin?
Xala herî girîng ew e ku di nava çendsalekî de zêdeyî 700 hezar kurdên ji Rojava hatin Almanyayê. Wan mêzîna siyasî ya kurdan a navxweyî ya li Almanyayê neguhart lê di meseleya beşdariya ahengan de bûne aliyekî xurt ê mêzînê. Helbet rewşa li Rojava ya mehên borî jî xelk dînamîk hiştin û motîvasyona wê ya psîkolojî ku xelk xwe li qadan nîşan bidin hê jî zindî ye.
Her wiha pêvajoya li Bakur û Tirkiyeyê heyî jî xelk teşwîqî çûyîna her du Newrozan kirin; Yên ji pêvajoyê razî jî û yên ne razî jî xwedî alternatîfa wê yekê bûn ku di mal de nemînin û çûyîna yan Newroza li Frankfurtê û yan jî ya li Bonnê ji xwe re hilbijêrin. Ji aliyê din ve nifşê nû yê kurdên Almanyayê ne wekî nifşên berê ye. Siyaset û bîrdozî ne xema wan e. Kurd in, kurdbûn li ku be, li wir in. Cihê wan li her du Newrozan jî diyar bû. Hokareke dî ya sereke jî ev bû; çêkirina Newrozê ya li du cihên ji hev dûr ên li nava Almanyayê bû sedem ku xelk bêhtir beşdar bibin. Ji ber bi hebûna du Newrozên li cihên cuda, alternatîfeke ji aliyê cih ve nêzîktir peyda bûbû.
Wekî encam jî, kurdan bi lidarxistina her du Newrozan kurdên Almanyayê rakirin qadên ahengê. Ji ber hebûna xweşbîniya siyasî ya di nava xelkê de, gelek kes beyî aliyê amadekarên Newrozê yên siyasî ji xwe re bikin xem, berê xwe dan cihê Newrozê yê nêzîkî xwe. Her wiha gelek kesan berê xwe dan wê Newrozê, ya bernameya wê ya hunerî bi dilê wan.