logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Dibistanên Şêxmeqsûd û Eşrefiye zirar dîtine

  • Dîrok: 09/02/2023
  • Beş: Nûçe

 

22.00

Hejmar derket 17 hezar û 406'an

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettin Koca hejmara nû ya erdhejê eşkere kir. Li gor Koca heta niha 17 hezar û 406 mirine. 71 hezar û 866 jî birîndar hene. 
20.00

Dibistanên Şêxmeqsûd û Eşrefiye zirar dîtine

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) destnîşan kirin ku 13 dibistan û avahiyên perwerdeyê yên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê di encama erdhejê de zirar dîtine.

Dibistana herî zêde zirar dîtiye, dibistana Şehîd Cûdî Amanos, Navenda Dibistanên Mîxaîl Neme, Baxçeya Zarokan a Şehîd Jiyan a taxa Eşrefiye û dibistana Helîme El Sediye ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd e.

18.00

Demirtaşî bang kir

Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaşî bi ser hesabê xwe yê twitterê re

 bang kir û got ku divê niha bi kordînasyoneke lezgîn û bi bandor mirov xwe bigihîne xaniyên hilweşiyayî û erdhejzadeyan."

Demîrtaşî got ku ji kerema xwe re lez bikin, hesabpirsîna ji rayedaran paşê emê bipirsin.

17.30

ERDHEJ: Li ser dibistan û zanîngehan biryarên nû

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyeyê Mahmut Ozer ragihand ku vekirina dibistanan hefteyeke din taloq kirine û li gor biryara nû dê 20'ê mehê dibistan vebin. 

Berî niha heta 13'yê mehê dibistan hatibûn taloqkirin,niha ev biryar bi paş ve dan û dê 20'ê mehê roja duşemê dibistan vebin.

Li aliyê din ji bo zanîngehan jî biryareke nû hat girtin. Li gor biryarê destpêkirina dersên li zanîngehan heta biryareke din bê dem hatiye betal kirin. Ev biryar ji bo hemû zanîngehên li Tirkiyeyê derbas dibe.

17.00
Encamên nû: 16.170

Hejmara kesên canê xwe ji dest dane her diçe zêdetir dibe. Saet bi saet hejmar gelek zêde dibe. Li gor agahiyên vê saetê hejmara kesên mirine derket 16 hezar û 170 kesî. 64 hezar û 194 kes birîndar in. Avahiyên xira bûne jî wekî 6 hezar û 444 heb diyar kirine.

16.50

Mebûsên HDP'ê meaşên xwe diyarî mexdûran kirin

Mebûsên HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê fonek ava kirin. Di vê çarçoveyê de jî hemû mebûsên HDP'ê meaşên xwe diyarî vê fonê kirin. Di daxuyaniya hatine belavkirin de hat gotin ku "emê birînên xwe bi hev re bikewînin."

Li aliyê din hat gotin ku mebûsên CHP û Îyî Partî jî meaşên xwe şandine ji bo mexdûrên erdhejê.
15.00

Ji rêberên YE'yê peyam

Li Brukselê îro Hevdîtina Rêveberên YE'yê (Yekîtiya Ewropayê) hebû. Hevdîtin bi deqeyek rawestandina bîranîna kesên di erdheja Mereşê de canê xwe ji dest dane dest pêkir. Paşê rêberên YE'yê nameyeke ji bo Tirkiyeyê şand û sersaxî xwest. Di nameyê de wisa hat gotin, "Ye û welatên endam li ser vê trajediyê piştgiriya gelên li Tirkiye û Sûriyeyê dike."

13.30

Maseyê Kordînasyonê

HDP'ê Maseya Kordînasyona Qeyranê saz kiriBû. Ragihand ku heta niha 30 hezar kesî serî li wan daye. Piraniya kesên serî lê dane yan xwestine xwe bigihînin xizmên xwe yên di bin xaniyên hilweşiyayî de mane, yan jî mexdûrên ku dixwastin xwe bigihînin malbatên xwe. Ligel van gelek mexdûrên erdhejê jî ji bo alîkariyê serî li HDP'ê dane. Hemû navçe û rêxistinên HDP'ê li ser erdhejê dixebitin, alîkariyan didin hev û dişînin.

Platforma Amedê

Li Amedê Platforma Parastin û Piştgiriya Bajêr ku di nav de 82 saziyên sivîl hene bi hev re li dor maseya qeyranê ku çêkirine dixebitin. Yek ji saziyên di nav vê platformê de DTSO ye. Serokê DTSO'yê (Odeya Bazirganî û Sanayî ya Amedê) Mehmet Kaya gotiye li bajêr gelek avahî ji erdhejê xisar dîtine û wan dest bi diyarkirina van avahiyan kiriye.

Kaya wisa gotiye, "Saziyên sivîl, gel û hemû saziyan bi hev re dest bi kar kirine. Li Amedê dibistanên taybet, dibistanên dewletê, salonên dawetê, şînxane, mizgeftan ji bo mexdûran derî vekirine û 3 dan xwarin bi piştgiriya xwebexşan tê belavkirin."
TIR'ên alîkariyê

TIR'ên ji Şirnex, Sêrt û Batmanê ji HDP'yan hatibûn şandin gihîştin Entab, Nûrdagi û Îslahiyeyê.

Li aliyê din hat gotin ku Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê TIR'a ku amûrên pêdiviyên lezgîn têde şandibû Meletî, Lê li cihê ketina Wêranşara Meletî polîsan dest danî ser TIR'ê û nehişt bikeve nava bajêr. Polîsan gotiye ku ji bilî AFAD'ê em destûrê nadin alîkariya bê kirin.

13,20

Li Sûrî 3 hezar û 162 kes mirine

Li ser Sûriyeyê agahiyên li ser erdhejê hatin belavkirin. Li gor agahiyên ku hatine heta niha li Sûriyeyê 3 hezar û 162 kes mirine.Hejmara birîndaran jî 5 hezar û 235 kes e. Rewşa giran li bajarên Îdlîb, Heleb, Hama, Lazkiye û Tartûsê û li bajarê Efrînê xwe nîşan dide.

13.00

Encama nû:  14 hezar û 14 mirine

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Ak Partî Recep Tayyip Erdogan li Entabê axivî û agahiyên nû dan. Li gor van agahiyan hejmara kesên mirine derket 14 hezar û 14 kesî. Hejmara birîndaran derket 63 hezar û 794 kesî. 

10.00
Encama nû: 12 hezar û 873 kes mirine 

Encamên giran ên erdhejê her diçe girantir dibe. Li Mereş, Kîlîs, Amed, Edene, Entab, Riha, Semsûr, Meletî, Osmaniye û Hatayê ancama erdhejê her ku diçe girantir dibe. Li gor agahiyên nû heta niha 12 hezar û 873 kes mirine. Hejmara kesên birîndar derketiye 62 hezar û 937 kesî. Tê gotin ku 64 hezar û 444 avahî hilweşiyane.

Mebûsên HDP'ê li herêmê ne

Heyetên HDP'ê ku ji mebûsên wan pêk tên li herêmê ne û xebatên xwe didomînin. 

1. Hatay: Tulay Hatimoğullari Oruç, Serpil Kemalbay, Huseyin Kaçmaz, Huda Kaya, Oya Ersoy, Kemal Pekoz, Zuleyha Gulum

2. Mereş: Ebru Gunay, Mehmet Tiryaki, Ali Kenanoglu, Nusrettin Maçin, Zeynel Ozen, Murat Sarisaç, Dilan Dirayet Taşdemir, Sezai Temelli 

3. Meletî: Meral Daniş Beştaş, Necdet İpekyuz, Hasan Ozguneş, Murat Çepni, Garo Paylan, İmam Taşçier, Gulistan Kiliç Koçyiğit

4. Semsûr: Kemal Bulbul, Şevin Coşkun, Abdullah Koç, Erol Katircioglu, Sait Dede

5. Entab: Ayşe Acar Başaran, Mahmut Togrul, Nuran İmir, Muazzez Orhan

Hemû rêxistinên bajêr û navçeyên HDP'ê xebata berhevkarina alîkariyê didomînin. Yên bixwazin dikarin xwe bigihînin wan. 

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 07 2026

Serokê Saadetê çû serdana Demîrtaşî

news
  • 12 07 2026

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

news
  • 11 07 2026

Helbestvan Ahmet Telli mir

news
  • 10 07 2026

Ji bo navê Kobanî çalakî li dar xistin

news
  • 10 07 2026

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi kurdî li benda serîlêdanê ye

news
  • 10 07 2026

Senarîst û lîstkvanê kurd li Japonyayê çawa mir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

OPERASÎYONÊ ARTUKLÎYÎ

ad

Di sînemayê de vê hefteyê sê fîlm hene

ad

Orhan Pamuk jî sansur kirin!

ad

Rojnameyek nû: Rojeva Medya derket

ad

Li Silêmaniyê jî xwendina pirtûkan kêm dibe

ad

Demîrtaş û Yuksekdag ji bo Saharovê wekî berendam nîşan dan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname