Diyarname
Bi navê "Nûçe TV" kanaleke nû bi kurdî tevlî çapemeniya kurdan dibe. Nûçe TV roja 15'ê gulanê wê dest bi weşanê bike.
15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Kanala kurdî ku ev dor salek e amadehiya xwe ya ji bo weşanê didomîne, biryar da ku vê rojê, Roja Cejna Zimanê Kurdî dest bi weşanê bike.
NÛÇE TV li ser hesamê xwe ev agahî wisa belav kir: “Bi ekraneke NÛ, rêwîtiyeke NÛ wekî televîzyoneke neteweyî di roja zimanê Kurdî de em ê dest bi weşana xwe bikin.”
NÛÇE TV bi kalîteya HD wê li ser peykên Hotbird û Nilesatê weşanê bike.


