Diyarname
Pêşkêşvana Show TV Dilara Gonder îro ji ser hesabê xwe yê twitterê re eşkere kir ku ji kanalê îstîfa kiriye. Gonder di twitta duyemîn de sipasiya kesên piştgiriya wê kirine kir û got ku ez naxwazim rojevê dagir bikim, rojek dê her tiştek xweş be.
Çi qewimî bû?
Di bernameya li ser erdhejê de endazyarê jeolojî Ziyadîn Çakir dema gotibû "Gere em jê dersê derxin", Gonder ketibû navberê û gotibû, "Mamoste ma wisa des dibe, wisa ders dibe? Dersek bi ew qasî mirinan dibe? Di erdheja 99'an de bi têra xwe bi miranan me ders nedît? Ma bila ev erdhej jî ders be? Em her li dersê ne. Em çima van dersan derbas nakin. Kaxivê ezmûnê her vala ye. Fermo va ye kaxizê ezmûnê li ser ekranê ye. Em Meeşê bibînin. Ev kaxizê ezmûnê ye. Me got ders. Ev kaxizê ezmûna erdheja 99'an e. Temaşevanên me bila carek din bibînin. Me çawa ew ders derbas nekir. Kerem bikin ji jor de bibînin."
Gonder piştî van gotinan kaxizên di destên xwe de firandibûn ser maseyê. Çakir ku gotibû, "Mixabin bîra me wekî bîra masiyan e, em bîrkor in", Gonder gotibû, "Wele masî bi xwe li nav behrê ji me zêdetir di ehlehiyê de ne. Masiyên mezin masiyên biçûk dixwin lê masiyên biçûk jî ji kesên li van avahiyan dijîn zêdetir di nav ewlehiyê de ne."
***
Nûçeyên eleqedar:
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye