Qamişlo
Pêşangeha Pirtûkên Zimanê Kurdî di çarçoveya çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ji aliyê Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo ve hat organîzekirin. Pêşangeh, bi diruşma “Zimanê me mafê me yê rewa ye” 12'yê mehê hate vekirin û neta 14'ê mehê didome.
Pêşangeh li Pirtûkxaneya Şilêr a Qamişloyê, bi serdana şênî, xwendekar, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan dewam dike. Di roja diduyan a pêşangehê pirtûka 4 jinên ciwan a bi navê "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin.
4 jinên ciwan, Roja Mihemed, Dilîn Ebdulrehman, Nesrîn Yûnis û Ciwana Hisên bi hev re di sala 2023'ypan de wekî komxebatek pirtûka "Pencereya Pêşîn" nivîsandibûn. Ev komxebata wêjeyî ya bi navê "Komxebata Geşkirina Behremendiya Wêjeyî ya Jinên Ciwan" di sala 2023`yan ji aliyê Dîwana Wêjeyê, ji bo fêrbûna şêwazê nivîsandinê, hatibû lidarxistin. Wan ev pirtûk amade kiribû û cara yekê par di 9'emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Nevneteweyî de hatibû pêşkêşkirin.
Pirtûk ji 4 çîrok, 28 helbestên bi zimanê kurdî û 12 çîrokên bi zimanê erebî pêk tê. Pirtûk ji aliyê Weşanên Şilêr û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye amadekirin û di sala 2025`an ji Weşanxaneya Şilêrê derketiye.

****
Çarçoveya CEJNA ZIMANÊ KURDÎ de, hin nûçeyên eleqedar:
- Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan
- ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
- KURDÎGEH'ê ji bo Cejna Ziman kon danîn; 6 rojan dê kon vekirî bin
- MED-DER eyro şî dewanê Licey û Karazî
- Li Xaçortê ji bo 15'ê Gulanê şahî
- Li Amedê hefteyek çalakî ji bo Roja Ziman
- Ji Şaredariya Amedê çalakiyên ji bo Cejna Ziman
- Saziyan qeybî 15'ê Gulanî bi kirmanckî deklerasyon wend: Kurdî hebûney ma wa
- Sazî Ziwanî qeybî Roşanê Ziwanî deklerasyon eşkera kenê


