logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • Dîrok: 13/05/2026


Devê ji xwendinê vir de dibê
mezin e lingê ûjdên, hilnayê di bedena biçûk a însên de
    
Xwendina ji nivîsê wê de dibê 
bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

Di kitêbxaneya devê min de 
xwendin sabotaj e li dij spekulasyonên fêrbûyî

Min tu car bawer nekir ji van çîrokên çîrokbêjan. Dîsa jî çîrokbêjan nava min ji xwe re kirine mal, lê mala min hîn welatek nedîtiye bo ji xwe re bike war. Min salên xwe giş kirin rêwî li pey wê fıkra ûjdên pênase dike. Li sikakên kitêbên nivîsî tevan geriyam, min ne peykerê ûjdên dît di dengê vegotinê de, min ne vegotina peykerekî bihîst di sikakeke paragrafekê de. 

zemên li her sikakê tenê ez dîtim
rêwîyê rêyeke pîr bûm di çavên zemên de 
 

lingên min li her zîvirokê tenê gavên zemên dîtin  
di gavên min de pîrbûneke rêwî bû zeman

ew bê gopal bû
ez gopalê xwe bûm

     
Min dengê însanan berhev dikir ji derzên kevirên peyarêyan û min emrê xwe dirijand dewsê, bo kevir nebin malbateke belavbûyî – wekî malbata însanan. 
     
Malbata keviran jî belav bibe, êdî kî wê ji min re bêje çîroka çêbûna însanan?

zeman hemşîre bû roja tu çêbû 
dêya te teva sancûyên xwe dirijiya kefa destê zemên 
berfa sor dibariya, tu diheliya
û zeman dibû parşomenekî vala

Qet pêrgî ûjdên nedibûm li wan sikakan. Hişê min qul bûbû, hêviya min dirijiya û sikak li pey min tijî rijandin dibûn. Gava tipînî ji dilopa dawî hat, êdî hêviya min nema, wekî gotineke qulbûyî ya tîp gişk jê ketî. 
     
Li pişt min
sikakên kitêbên nivîsî diherikin devê nebûnê

Li pêş min
sikakên kitêbên nenivîsî ava dibin li ser zimanê hebûnê
 
Li gor hêmabêjiya şairên newelidî 
kîjan demsalê herfên zer biweşin ji dara şiîrê 
ew demsal heft caran bi zerikê dikeve

Li gor dengbêjiya zemanê vemirî jî
însan pelekî weşiyayî ye li çar payîzên salekê 

Hin Nivîsen Nivîskar

Azadî û bombe

  • 27 Kewçêr 2024

Ji bo guhdarîkirinê:   Yekşem – Têgiha AZADÎ’yê bûye xem ji bêxemiya min re, îşev. Dûxana cixareya min azadiyê û bombeyan tîne ba hev. Pif dikim dûxanê, dûxan difire quncikên tawanê û hew...

Bo meriv karibe wênesazên kurd nas bike, gere meriv tehamula wan bipîve

  • 11 Adar 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Duşem- Ez ji wan dixwazim ew wêneyan bixêzînin, ew tenê dixwazin bibin wênesaz.(Gombrowicz)  Gombrowicz vê yekê ji bo wênesazên Polonî dibêje. Gotinên Gombrowicz di cih de ne...

Ava Jiyanê yan Agirê Nivîsê

  • 22 Rêbendan 2024

Çarşem – Gava nivîskarekî ciwan bûm di bezabûna xwe de hêdî bûm. Lewra ji bo bîra min ne pirrqorzîk bû, min kitêbek dixwend û piştî...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nifûsa bajarên erdhej lê da ye

ad

Rojnamegera ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kirîbû hat girtin

ad

1650 - 2009

ad

Pêşangeha Sûretan: Çend dîmen ji êş û birînên me

ad

Rêwiyên Koma D: Almanya û Gana ne

ad

Rojên Muzîkê ya MA'yê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname