Hewlêr
Hikumeta Herêma Kurdistana Federe ji bo mexdûrên erdhejên li Bakur, Rojava û Tirkiyeyê kampanyaya alîkariyê da dest pê kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û Lijneya Wezîran îro li hev civiya û biryara kampanyayê da.
Hikumetê ji qeymeqam û rêveberên îdarî xwest alîkariyê berhev bikin û bigihînin mexdûran.