24.00
Hejmarên nû
Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay ragihand ku heta niha 2379 kes mirine. 14 hezar û 483 jî birîndar hene.
Rewşa Semsûrê xirab e
Hevalê me Welat Dilken ku li Semsûrê dijî agahiyên nû şandin. Rewş gelek xirab e.
Ev e agahî: SEMSÛR, AGAHIYÊN DAWÎ
23.00
Li 10 bajarên erdhejê lêde daye her ku diçe hejmara kesên mirine zêde dibe. Niha 2316 kes mirine. 13 hezar û 293 birîndar hene. Her wiha hejmara avahiyên hilweşiyane 6 hezar û 217 heb in.
20.00
Heft roj şîn
Li Tirkiyeyê ji ber erdhejê li hemû welat ji bo heft rojan şîn hat ragihandin
1762 kes mirine
Li gor agahiyên dawî hejmara kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dan bû 1762 kes. Li aliyê din 12 hezar û 68 kes birîndar bûne. Bi giştî 5 hezar û 606 avahî xira bûne.
19.00:
Hejmar derket 1541'ê
Di erdhejên ku îro çêbûn de her ku diçe hejmara kesên mirine zêde dibe. Li gor vê saetê hat eşkere kirin ku hejmar derketiye 1541'ê... Bi temamî 9 hezar û 733 birîndar hene. Her wiha 3 hezar û 471 avahî hilweşiya ne.
19.00:
TFF'ê maç betal kirin
Di Lîga Super a Tirkiyeyê de maçên Umraniye-Adana, Fenerbahçe-Konya, Giresun-Kayseri, di Lîga 1'emîn de jî maça Eyup-Bodrumê hebû. Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber erdhejê ev maç talûqî demek din kirin. Li aliyê din roja 8'ê mehê maçên Lîga 2'yemîn jî hebûn û ew jî hatin talûqkirin.
Li aliyê din Serokê TFF'ê Mehmet Buyukekşi got ku sibê dê li ser hemû lîgê biryarê bidin.17.40
HEJMAR ZÊDE DIBE
Hejmara kesen di erdehejê de canê xwe ji dest dane derket 1498'î.
17.00
Ji bo hefteyek dibistan hatin girtin
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî yê Tirkiyeyê Mahmut Ozer ragihand ku piştî erdheja ku bandor li 10 bajaran kiriye wan li hemû bajarên Tirkiyeyê ji bo hefteyekê dibistan girtin, hefteyek de dibistan girtî bin.
Li gor agahiya Wezîr Ozer dibistan 13'ê mehê dê vebin.
16.30
HEJMARA NÛ: 1121
Di encama erdhejên îro de li gor vê kêliyê hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 1121'ê.
7634 kes birîndar in.
2834 avahî jî hilweşiyane.
Di bin avahiyan de hê gelek mirov hene.
16.00 SÛRIYE: 810 kes mirin Erdhejê bandoreke mezin li bajarên Sûriyeyê jî kir. Li bajarên wekî Îdlîb, Heleb, Hama, Lazkiye, Tartûsê heta niha 810 kes mirine. Ji van 430 kes li bajarên di bin destê rejimê de û yên din jî li bajarên di bin Rêveberiya Xweser û di bin destên rêxistinên din de. Ji bajarên di bin destê Rêvebediya Xweser de li Reqayê bi şid erdhej hat hîskirin. HDP'ê banga seferberiyê kir Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar li Navenda Kordînasyonê ya Qeyranê ya partiya xwe daxuyanî belav kir û banga seferberiyê kir. Sancar wisa got: Me seferberî da dest pê kirin. Ligel navenda kordînasyonê, rêveber û mebûsên me ber bi 10 bajar û navçeyan ve ketin rê. Pervir Buldan niha çûye Amedê. Ezê biçûma Edene, Hatay, Semsûrê lê rewşa hewayê destûr neda. Ez ji vir dişopînim. Hemû rêxistina me ya bajêr û navçeya ketiye nava tevgerê. Banga me di her warî de alîkarî bê kirin e. Piştgiriya mezin dê bikaribe me xilas bike. Kurdistanê şandina petrolê rawestand Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber erdhejê wan şandina petrolê ji bo Tirkiyeyê daye rawestandin.
15.00
EFRÎN: 250 kes mirine
Erdhejê bandor li Efrînê jî kir. Hat ragihandin ku li bajarê Efrîne heta niha dor 250 kesî canê xwe ji dest daye.
Bi erdheja vê sibê re Keleha Entabê beşek jê weşiya bû, hat ragihandin ku Keleha Necim jî zirar dîtiye. Keleha Necim li qeraxa Çemê irate ye û 30 km dûrî bajarê Minbicê ye. Hat ragihandin ku beşek deriyê rojhilat ê kelehê hilweşiya ye.
14.15
Erdogan: Em nizanin hê dê çend kes bimirin
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Ak Partî Recep Tayyip Erdogan agahî da çapemeniyê û got,"Heta niha 912 kes mirine. 5 hezar û 385 birîndar hene. Em nizanin hejmara kesên canê xwe ji dest dane dê heta çiqasî zêde bibe."
13,30
RAYEDAR: NEKEVIN SER RÊYAN
Gelek kesên ji bajarên din dixwazin herin alîkariyê lê ev yek dibe sedema tevlihevî û girtina rêyan. Rayeradaran ev agahî belav kirin:
- Wekî xwebexş serî li navendên kordînasyonê bidin.
- Bi derfetên xwe kampanyaya alîkariyê nedin dest pê kirin. Serî li AFAD, Kizilay û Şaredariyan bidin.
- Ger hûn alîkariya pereyan bikin, bi ser rêya walîtiyan re bikin.
Saet 13.24
ERDHEJA DUYEM; 7,6
Erdheja duyemîn saet 13,24'an de çêbû. Navenda wê Elbistan bû. Ligel bajaran dîsa hat hîskirin.
Midûrê Hindikirina Talûkeya Erdhejê yê AFAD'ê Prof. Dr orhan Tatar ragihand ku ev erdhej ne yê dûvik e, erdhejeke nû ye.
- Li Amedê hin avahiyên ku di erdheja yekemîn de zirar dîtibûn weşiyan.
JI BO ERDHEJA YEKEM:
Hin nûçeyên eleqedar:
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye
- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye
- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê