Diyarname
Festîvala Gerok îsal 27’emîn car li dar dikeve. Festîvala ku ji aliyê Komeleya Sînemayê ya Enqereyê ve tê organîzekirin di navbera 2-14’ê berfanbarê de li sê bajaran dê li dar bikeve.
Di festîvalê de beşên wekî Sînemaya Dinyayê, Kurte Baş in, Tirkiye 2022 hene û di bin van beşan de fîlm têne nîşandayîn.
Li gor bernameyê festîval di navbera 2-8’ê mehê de li Enqereyê li Dogan Taşdelen Çagdaş Sanatlar Merkezi li dar bikeve. Paşê di navbera 9-11’ê mehhe li Sînopê û di navbera 12-14’ê mehê jî li Kastamonu dê li dar bikeve.
Festîval heta niha li çend bajarên din ên Tirkiyeyê li dar ketibû.