Diyarname
Karsazê kurd Hamdi Ulukaya ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijî diyar kir ku ji bo alîkariya erdhejzadeyan dê 2 mîlyon dolarî bide.
Ulukaya karsazekî kurd e, xwediyê kompaniya Chobani ye. Ulukaya bi ser hesabê xwe yê twitterê re kampanyaya "Turkish Philanthropy Funds" (TPF) etîket kir û got, "Pêdiviya xwişk û birayên me yên li hêrêmê û Tirkiyeyê bi alîkariyê heye. Ez bang li her kesî dikim, ji bo erdheja li Tirkiyeyê piştgiriya TPF'ê bike. Wekî gava yekemîn ezê mîlyonekî dolarê amerîka bidim. Her wiha bi qasî pereyên bên berhev kirin mîlyon dolareke din ezê lê zêde bikim. Em hemû bi hev re alîkariya Tirkiyeyê bikin."
Nûçeyên eleqedar:
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye