Amed
Platforma Tenduristiyê ya Amedê îro daxuyanî da çapemeniyê û got ku wan xwestiye wekî tenduristkar beşdarî maseya qeyranê bibin lê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr ev daxwaza me red kiriye.
Platforma Tenduristiyê ya Amedê rapora xwe ya çavdêriyê ya li ser 4 rojên erdheja li Ameê, li DTSO'yê (Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê) eşkere kirin. Hevserokê SES (Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî ya KESK'ê) a Amedê Şiyar Guldiken, Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elif Turan, Berdevkê Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê Mehmet Şerif Akbaş, Seroka Komeleya Xizmeta Civakî ya Amedê Başkanı Bahriye Eşme, Serokê Komeleya Doktorên Diraran Aslan Yigit daxuyanî dan çapmeniyê.
Di daxuyaniyê de wisa hat gotin, "Piştî erdheja Mereş;Pazarcixê ya 7,7 bi 9 saetan li Mereş-Elbistanê bi 7,6'an erdhej çêbû. Amedê her du erdhej jî hîs kirin. Di erdhejan de beşek ji bajêr zirar dîtine. Li navenda bajêr 2 heb jê vala, 8 avahî, li navçe û gundan jî 12 xanî (yek qatî) xira bûne. Di gelek avahiyan de xisar hatiye dîtin. Li navendê ji ber yên xira bûne avahiyên bilind in li wan deran xebatên xilaskirinê didomin. Li gor 10.02.2023'yan heta niha 242 kesî canê xwe ji dest daye, hê li nexweşxaneyan 133 birîndar têne dermankirin ku ji van 42 kes rewşa wan giran e."
Hat gotin ku ligel Platforma Piştgirî û Parastinê ya Bajêr di serî de Navenda Qeyranî saz kirine, avahiyên hilweşiya ne diyar kirine, ligel Midûriyeta Bajêr a AFAD'ê ketine nava têkiliyê, ji endamên TMMOB'ê komek teknîkî şandine cihê bûyerê, kêmasiyên heyî diyar kirine û ew kêmasî temam kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo kesên li derve mane 138 cih (salên dawetê, dibistanên taybet, kargeh, OSB) eyar kirine, xwarin û vexwazina wan Maseya Qeyranê ya me eyar kiriye û wisa hat gotin: "Platforma Tenduristiy^eya Amedê ku ji pîşeyên tenduristiyê ya bajêr pêk tê li nexweşxaneyan û cihên lezgîn geriyan, bi rêveberên nexweşxaneyan re axivîn, xebatên xilaskirina mirovan ji bin kavilan şopand. Piştî erdhejê me ligel Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û ligel navenda 112'yan têkilî danî, me xwest wekî Odeya Tabîban a Amedê beşdarî maseya qeyranê ya Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr bibin lê ev daxwaza me qebûl nekirin."
Di çavdêriyên li ser erdheja Amedê de jî hat gotin ku konên hatine danîn baş nehatine danîn, ji bo alîkariyên ku dê bên du dîtina AFAD û Kizilayê tune ye. Dîsa hat gotin ku li qadê tuwalatên seyyar bi cih nekirine, xelk li avahiyên hember pêdiviyên xwe çareser dikin, dîsa ji bo zarokan tu plan nehatiye danîn, AFAD û Kizilay rojê du caran şorme û nan belav kiriye lê ev yek jî ne bi plan kirine.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye
- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye
- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê