logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Semsûr bê çare ye, agahiyên ji Semsûrê...

  • Dîrok: 08/02/2023
  • Beş: Nûçe


18.30

Hejmara kesên mirine: 9 hezar û 57

Li ser erdhejê rayedaran agahiyên fermî belav kirin: 9 hezar û 57 kes mirine. Hejmara kesên birîndar bûne 52 hezar û 979 kes e. Li aliyê din 6 hezar û 444 avahî hilweşiya ne. 

17.30
Şaredariya Kobanî avahiyên zirardîtî hildiweşîne

Erdheja ku li bajarên Bakur li Mereş, Semsûr, Meletî, Entab, Amed û cihên din çêbû bandor li hin bajarên Rojava jî kir. Yek ji wan jî Kobanî ye. Li Kobanî hin avahiyan ji ber erdhejê zirar dîtin. Şaredariya Kobanî van avahiyan hildiweşîne. Ji bo gel zirarê nebîne xebatên hilweşandinê dewam dikin.

Heta niha 6 avahiyên li cem daristana bajêr û hin parçeyên stasyona Mistefa Derwêş hatine hilweşandin. Xebatên şaredariyê îro li cihên din dewam dikin.

Tîmên endazyariyê yên girêdayî şaredariyê li ser malan digerin û avahiyan kontrol dikin.

Di dema erdhejê de li Kobanî 3 kes birîndar bûbûn.

17.00
Semsûr bê çare ye
- Rojnameger Rabia Çetin
ji Semsûrê agahî û vîdyo şandine û dibêje, "Li vê derê rewş gelek kambax e. Bila dengê van mirovan bê bihîstin. Li erdê cenaze hene, bi erebeyên destan cenazeyan dikişînin, mirov bi derfetên xwe ji bin avahiyên hilweşiyayî mirovan derdixin. Rewş gelek giran e." 

- Gavek berê me bi hevalê me Welat Dilken re jî xeber da, li ser avahiyeke hilweşiyayî bû, alîkariya mirovan dikir. Wî jî radigihand ku xelk bi derfetên xwe dikin tiştan bikin.

- Prof. Dr. Derya Unutmaz bi ser hesabê xwe yê twitterê re rewşa Semsûrê wisa anî ziman, "Semsûra me xilas bûye. Mixabin me xwe negihand xizmên me yên di bin avahiyên hilweşiyayî de, nîşaneya jiyanê jî nema. Hema her kesê ez nas dikim xizmên xwe, hevalên xwe ji dest dane. Ez gelek xemgîn im, bêçare me û di nav şoqbûyî de bêyî bişopînim tiştek din ji destê min nayê... Bila serê me sax be."

16.30

TTB: Di erdhejê de 10 doktor mirine

TTB'ê (Yekîtiya Tabîbên Tirk) got ku di erdhejê de 10 hempîşeyên wan canê xwe ji dest daye.

TTB'ê li ser hesabê xwe yê tora civakî re got ku li gor agahiyên pêşî ku gihîştine ber destên wan van doktoran canê xwe ji dest daye:

Meletî: Dr. Ali Ekrem Tunçer

Semsûr: Dr. Şerif Ayaz, Dr. Ali Ozturk,  Dr. Burcu Şahin, Dr. Eyup Turkmen

Hatay: Dr. Alper Sezer Aba, Dr. Fatma Tosun, Dr. Leyla Surmeli Eyvaz, Prof. Dr. Tulin Durgun Yetim

Edene: Dr. Ahmet İrfan Gedik  

16.00

Rewşa Amedê

Li Amedê li gor agahiyên ku hatine heta niha 130 kesî canê xwe ji dest dane. 6 avahî hilweşiyabûn. 871 kesên ji bin avahiyên hilweşiyayî derxistin rakirine nexweşxaneyan. Texmîn ew e ku dor 350 kesî hê di bin avahiyan de ne. 

15.00 

27 kesên ji Rojava li Entabê mirine

Li gorî agahiyên rayedarên Rêveberiya Xweser 27 kesên li Entabê di erdhejê de canê xwe ji dest dane. Cenazeyên wan birin Rojava.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ji bo çapemenî got ku wan cenaze ji deriyê Ewn Dadat ê di navbera Cerablus û Minbicê de wergirtine.

Ji kesên canê xwe ji dest dane 18 kes ji herêma Firatê ne, 7 ji Reqayê û 2 ji Sirînê ne. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku wan cenazeyên qurbaniyan yekser radestî xizmên wan kirine.

Ciwan Mistefa anî ziman ku hin cenazeyên din jî, di deriyê Ewn Dadat re derbasî herêmê tên kirin, lewma dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

14.00

Amed Spor 24 saet xizmetê dike

Rêveberiya Amed Sporê li Stada Tahir Elçi ji bo kesên pêdivî pê heye cih vekiriye û 24 saetan xizmetê dide. 

Amed Spor xwarin, çay, qehwe dide kesên pêdivi pê heye û dibêje yên ku cihê wan nîn e bila li me bigerin.

13.00
Li Mereşê girtîgeh hat valakirin

Li girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Turkogluyê şandin girtîgehên din. Girtiyan li malbatên xwe geriyan û ragihandin ku ji ber rewşa gitîgehê ne baş e ew şandine girtîgehên bajarên din wekî Aksaray, Enqere û Kayseriyê. 

12.10 

WHO: Ji bo Asta 3'yemîn Rewşa Lezgîn

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) li ser erdheja li Tirkiye û bajarên kurdan çêbû, "Di Asta 3'yemîn de Rewşa Lezgîn" ragihand. Dîrektorê Herêma Ewropayê yê WHO'yê Dr. Hans Kliufe ev rewşa lezgîn ragihand. Ev yek tê waneya ku WHO bi hemû saziyên xwe hemû hebûna xwe dike seferberiyê. 

Saet 12.00

Li gor agahiyên nû ku rayedaran belav kirin heta niha 7 hezar û 108 kes mirine. 40 hezar û 910 kes jî birîndar hene.

11.00

Amed
Li Amedê gelek kes li bin avahiyên hilweşiyayî de hene. Kes nizane tam çend kes hê li bin avahiyan in. Li avahiya 8 qatî ku ser çar 4 daîreyan bû xebat didomin. Vê sibê cenazeyê du kesan derxistin. Het aniha 23 birîndar derxistin. 23 kes jî dema derxistin miribûn.

Li Diyar Galeria ku 12 qatî bû xebat didomin. Cenazeyên 4 kesan hatin derxistin. Rayedar agahiyan belav nakin, lê tê îdîakirin ku heta niha 108 kes ji bin xirbeyê hatine derxistin.

Parêzer Feride Laçin ku girêdayî Baroya Amedê ye lîsteya 64 kasên ku hê li Diyar Galeria di bin xirbeyê de ne eşkere kir.

10.00

HDP'ê îro 30 TIR'an dişîne

Rêxistinên HDP'ê yên bajarên cur bi cur xebata komkirina alîkariyan didomînin. Navenda Kordînasyona HDP'ê ragihand ku îro 30 TIR'ên ku tiştên alîkariyê têde ne dişînin herêmê.

Kordînasyonê got ku ligel wan û AFAD'ê li hev kiriye ku hevkariyê bikin, dîsa AFAD astengiyan derdixe pêşiya wan.

Duh li Patnosê nehiştibûn Şaredariya Patnosê tiştên dane hev bişîne.

09.30

Lîgên Tirkiyeyê hatin rawestandin

Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ragihand ku ji ber erdhejê maçên hemû lîgên Tirkiyeyê ji bo hefteyek hatine bi paş ve xistin. Berî vê biryarê maçên 7 û 8'ê mehê hatibûn betalkirin, niha maçên ku dê 10, 11, 12 û 13'yê mehê bihatana lîstin ji bo 17,18,19 û 20'ê mehê hatin talûqkirin.

 

 

Nûçeyên eleqedar:

- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike 

- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin 

- DEPREM/ERDHEJ MALPER  

- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê 

- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin 

- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê 

- Li Semsûrê agahiyên dawî 

- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir 

- Li Rojava rewşa dawî 

- Kazim Polat: Gund hilweşiya 

- Keleha Necim jî zirar dît 

-  Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye 

- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye 

- Keleha Entabê hilweşiya 

- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê      

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Mizgefta Kurdan' kirin 'Mizgefta Tirkan'

ad

Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê amade ye

ad

Vane gotinên Mîthat Sancar

ad

Ji Dengiza, Mirin

ad

Li Geverê hejmara miriyan zêde dibe

ad

Bexda dixwaze deriyên sînor yên Herêma Kurdistanê jî kontrol bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname