15.00
BORSA Îstanbul dîsa vebû lê nîqaş xilas nebûn
Di erdheja 1999'an de BORSA Îstanbul cih de hatibû girtin. Di vê erdejhê de piştî du rojan hat girtin.
4 mîlyon endamên BORSA'yê hene ku ji sedî 10'ê van dor 400 hezarî li bajarên ku erdhej lê çêbûne ne. Dema erdhej çêbû divê BORSA bihata girtin, BORSA'yê kar nekira, neda û nestanda. Çima? Ji ber ku endamên ku nikarin xwe bigihînin, belkî mirine zirar nekin û hinên din kar nekin. Lê na, BORSA negirtin û du rojan BORSA'yê kar kir, da û firot. Loma jî bû sedema nîqaşê. Di dawiyê de roja sisêyan a erdhejê BORSA hat girtin. Û îro BORSA Îstanbulê carek din dest bi kar kir. Lê nîqaş dewam didin. Hin dibêjin ka kî kar kir? Çima wisa bû.
Yek ji kesên rexneyan dike jî Serokê Polîtîkayên Fînans û Aborî yê DEVA'yê Îbrahîm Çanakçi ye. Çanakçi gotiye: "Dereng girtina BORSA'yê li 10 bajarên me bûye sedema mexdûriyeta kesên razemenî dikin. Ji bo BORSA ÎStanbul baweriya xwe saz bike û mexdûrbûnê ji holê rake em bangi SPK û BORSA ÎStanbulê dikin û dibêjin 'Çima deren hat girtin di vî warî de bila lêpirsîneke serbixwe bê dest pê kirin. Kirinên di vê demê de hatine kirin bi awayekî berfireh bêne lêkolînkirin. Zirarê kesên razemenî dikin bê çareser kirin. Kesên li herêmê razemenî ji bo BORSA'yê dikin û pêdiviya wan bi nakdî heye bila alîkariya wan a nakdî bê kirin."
14.00
Biryarnameyeke li ser xebatkarên dewletê
Serokomariya Tirkiyeyê biryarnameyeke li ser xebatkarên saziyên dewletê yên li herêma erdhejê di Rojnameya Fermî de belav kir. Li gor vê biryarnameyê ev xebatkarên wekî bi destûr di betlaneyê de têne hesibandin, mafê wan ê malhî, civakî û alîkariyê têne parastin. Lê ev heye, ji bo van xebatkaran xebateke din bi cih kirine: Li gor rewşa wan hin dê ji dûr ve bixebitin, hin bi hevkarên xwe yên di re dem bi dem cih biguherînin bixebitin. Li gor biryarnameyê walitiyên bajaran dê rewşa wan binirxînin û li gor wê dê biryarê bidin.
13.00
Deynenên esnafan hatin paşxistin
Li herêma erdhejê deynên esnafan ên ji bo Halk Bankasi ji bo 6 mehan hatin taloqkirin. Li gor biryara ku hatiye girtin faîzê deynan ji bo 6 mehan jî dê ji Xezîneyê bêne dayîn.
Biryar ji 6'ê mehê dest pê dike heta 6 mehan didome.
11.00
Ev taybetiya kertên krediyê hat betalkirin
Di qertên krediyê de taybetiyeke heye bi tirkî dibêjin "temassiz odeme" (bêyî şîfreyê bitikînin, qertê nîşanê cîhanê didin) heye. BDDK'yê ev taybetî betal kir.
BDDK ferman da barkeyan ku vê taybetiyê betal bikin û bankeyan jî îro ev taybetiya hemû kartan da rawestandin. Sedem jî ev e, mimkûn e qertên kesên li erdhejê hatibin dîtin, hatibin dizîn û ew li cihên din bêne bikaranîn. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê ev biryar hat girtin.
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Kobanî 13 dibistanan ji ber erdhejê zirar dîtin
- Kahtali Miçê qala erdheja Semsûrê kir
- 5 tîmê bînî zî lîg ra veciyay
- Stûnê wê birîbûn, 50 kes têde mirin
- TMMOB: Roj û niv vala derbas bû
- Li Semsûrê hejmar 8 hezarî derbas kir
- Sancar: Bila deriyê Murşîtpinar ê Kobanî vebe
- Li gundên Meletiyê îdîaya bi torpîlê konan belav dikin
- Rewşa gundên Bazarcixê: Kevir li ser kevir nemaye
- Cenazeyê stranbêj Zîlan Tîgrîs hat derxistin
- Angelina Jolie: Zerey mi şimadir o
- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya
- Li Elbîstan û Nûrheqê welatî hêj di bin enkazê de ne
- Erdhejê bandor li avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin
- 11'ê mehê agahiyên li ser erdhejê... (tê nûkirin)
- Welat Dilken qala rewşa dawî ya Semsûrê dike
- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê
- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe
- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye