Erdhejê ligel 10 bajaran xebatên din jî serobino kirin. Yek ji van kar û xebatan jî fûtbol e. Bi erdhejê re li Tirkiyeyê hemû maç hatibûn rawestandin. Va ne hin agahiyên nû yên li ser fûtbolê:
Sakarya û Kocaelî dê bilîzin
Tîmên fûtbolê yên Sakarya û Kocaelî ku bi salan reqîbên hev ên her demî ne ji bo erdhejzadeyan dê bilîzin. Bi ser hesabê wan ê tora civakî re hat eşkere kirin ku her du bi hev re dê maçek li dar bixin û pereyên ji maçê bêne bi dest xistin dê ji bo erdhejzadeyan bêne bikaran^ni. Maç li Stada Koacelî dê bê lîstin, lê rojê wê diyar nekirine.
Premier Lîg alîkarî dike
Lîga Îngilistanê a mezin Premier Lîg ji bo piştgiriya erdhejê dê mîlyonekî sterlîn pere bişîne Tirkiyeyê. Li aliyê din ji Premier Lîgê hat gotin ku di maçên vê hefteyê bêne lîstin de ji bo balkişandinê hemû lîstikvan dê bandek reş bixin milê xwe. UEFA 200 hezar dişîne Yekîtiyay Federasyona Fûtbolê ya Ewropayê (UEFA) eşkere kir ku ji bo erdhejzadeyan dê 200 hezar Euro bişîne.
Hatay Spor vekişiya
Hatay Spor ku di Lîga Super a Tirkiyeyê de dilîze ji ber erdhejê ji lîgê vekişiya.
Li aliyê din klûba Gazîantepê jî doja duşema pêşiya me dê biryara xwe bide ku ji lîgê vekişe yan na.
Malatya Spor ji lîgê vekişiya
Yenî Malatya Spor ku di Lîga 1'emîn a TFF'ê de dilîze ji ber erdhejê biryar da ku ji lîgê vekişe. TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) ev yek qebûl kir.
Li benda serîlêdana Edeneyê ne
Li aliyê din Edene Spor jî li heman lîgê dilîze. Ew jî dixwaze vekişe. TFF'ê ragihand ku ew li benda serîlêdana wan a fermî ne. Serîlêdan çêbibe dê biryarê bidin.
Kengê dê maç bêne lîstin?
TFF hemû maçên lîgên Tirkiyeyê ji ber erdhejê betal kirine. TFF'ê îro eşkere kir ku maçên Lîga Super dê rojên 3 û 4'ê adarê dest pê bikin. Ji bo maçên Lîga 1'emîn, 2'yemîn û 3'yemîn jî hefteya pêşiya me dê biryarê bidin.
**
Entab û Edene Spor vekişiyan
Tîmên fûtbolê yên Entabê û Edeneyê biryar dan ku ji lîgê vekişin.
Gaziantep Spor di Lîga Super a Tirkiyeyê de dilîst. Adana Spor jî di Lîga 1'emîn a Tirkiyeyê de bû. Piştî erdhejê ku bajar tevlihev bûye her du tîman serî li Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê dan û ji lîgê ekişiyan. (Ev paragraf 11'ê mehê li nûçeyê hat zêdekirin)
***
Nûçeyên eleqedar:
- DÎSÎAD: Ji bo Rojava bila derîyê sînor ê Nisêbînê vebe
- Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Daxwaza me ya beşdariya maseya tenduristiyê hat redkirin
- Agahiyên 10'ê mehê... Hemû îstatîstîk...
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye
- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye
- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê