22.00
20 hezar û 213 can...
Li gor saetên dawî encama erdhejê ya fermî bi vî rengî ye: 20 hezar û 213 kes mirine. 80 hezar û 2 kes jî birîndar bûne
19.00 NATO tesîsên demkî dişîne
NATO ji bo erdhejê tesîsên demkî dê bişîne Tirkiyeyê. NATO'yê got ku ew ligel Tirkiyeyê di nav hevkariyê de ne û dê jiyanan rizgar bikin. Di vê çarçoveyê de NATO dê tesîsên demkî bişîne ku di nav van tesîsan de xwegermkirin, jenerator û beşên tibbî hene.
Alîkariya ku Bankeya Dinyayê kir
Li aliyê din Bankeya Dinyayê eşkere kir ku dê 1.78 mîlyar dolar alîkariyê bidin Tirkiyeyê.
18.20
Mitehîtê Ronesans Rezîdansê hat girtin
Ronesans Rezîdansa li Hatay di sala 2013'yan de hatiye çêkirin. Bi diruşma "Dîmeneke ji bihuştê" ew hat firotin. Û di vê erdhejê de wekî kaxiz qilubi, gelek kes têde mirin. Mitehîdê rezîdansê Mehmet Yaşar Coşkun ku îro dixwest derkeve derveyî Tirkiyeyê li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Bersûc Coşkun ku dixwest here Montenegroyê li balafirgehê hat binçavkirin û ew birin Emniyeta Stenbolê.
Bajarê konteyner a li Îzmîrê tê amade kirin
Par piştî li Bayrakliya Îzmîrê erdhej çêbûbû li Seferîhîsarê bajarê konteyneran hatibû avakirin. Li wê derê 500 konteyner hene ku di her konteynerê de 5 kes dikarin bimînin. Niha ew bajarê konteyneran ji bo mexdûrên erdheja niha dê bê bikaranîn. Li gor nûçeya DHA'yê konteyner niha têne paqijkirin û rojên pêşde dê mexdûran bixin wir.
16.30
WHO'yê alîkariya tenduristî şand
Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê (WHO) ji bo erdhejê 72 ton alîkariya amûrên tenduristî şandin Tirkiyeyê. Roja 9'ê mehê balafira ku 37 ton tişt têde hebûn hatibûn Tirkiyeyê. Hat gotin ku WHO îro dê balafirek amûrên tenduristiyê ji bo Sûriyeyê bişîne.
15.00
Hejmar 19 hezarî derbas kir
Li 10 bajarên erdhejê lê da hejmara kesên mirine her saeta ku diçe zêdetir dibe. îro saet 15.00'an de encam ev e: 19 hezar û 388 kes mirine. Bi temamî 77 hezar û 711 birîndar hene. HEjmara avahiyên ku hilweşiyane wekî 6 hezar û 444 heb hatin ragihandin.
Hê gelek kes li bin van avahiyên hilweşiyayî hene ku kes nizane li ku çend hene. TBB'ê li dijî mitehîtan doz vekir Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) der barê mitehîtên ku avahiyên wan çêkirine ku di erdhejê de hilweşiyane doz vekir. TBB'ê xwest ji xala 81'ê û bi îhmala 'bi qestî kuştina mirovan' doz li wan bê vekirin.
12.00
HDP'ê tiştên lazim rêz kirin Nameya HDP'ê: Bi lezgînî pêdivî bi kon, sobe, ardû û xebatkarên tenduristiyê yên ku bikaribin li qadê bixebitin heye.
10.30
Li Amedê piştî 101 saetî mûcîze
Li Amedê dayik û zaroke piştî 101 saetî ji bin Akar (Hisami) Aparmani ya li kuçeya 482'yan a Mevlana Halid Caddesi hatin derxistin. Sabahat Varli ya 32 salî û kurê wê Serhad ê 10 salî bi saxî ji bin avahiya hilweşiyayî derxistin. Li ser xirbeya avahiyê lêgerîn didome.10.00
REWŞA AWARTE HAT QEBÛLKIRIN
Piştî erdheja li 10 bajaran Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê Ak Partî Recep Tayyip Erdogon gotibû ewê OHAL'ê (Rewşa Awarte) bînin. Ev daxwaz birin meclisê. Li Meclisa Tirkiyeyeyê ji bo 10 bajaran Rewşa Awarte hat qebûlkirin û ev biryar di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê hat weşandin. Bi vê re li bajarên Amed, Semsûr, Entab, Mereş, Riha, Edene, Meletî, Hatay, Kilis û Osmaniyeyê dê 3 mehan bi Rewşa Awarte bê bi rê ve birin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin
- Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir
- Lîsteya rojnamegerên di erdhejê de mirine
- Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
- Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin
- 9'ê mehê hemû agahiyên wê rojê
- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)
- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin
- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva'
- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin
- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro
- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike
- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin
- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê
- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin
- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê
- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir
- Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)
- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye