sibehan
te ji qubûra devê xwe dikişînim
êvaran
te di sînga xwe de diteqînim
jimara teqînê ji jimara salan dibore
k(q)ullek di ozona sînga min de vedibe
şi’îrek dibe ‘kil ji çavên sibehê re
û tilîka sînga min li ser nîk pîr dibe
Yên nikarin bibin şair dibin nivîskar, yar. Berî nûbûna te tenêtiya min kevin bike, min ji kaxizê re gotibû ev gotina hanê.
Wê çaxê
hîn mala min kaxizeke vala bû, di valabûna kaxizê de şairekî çênebûyî nivîskarekî pîr nekuştibû û ew defin
nekiribû di vê nivîsê de. Ne di ava çeman de min sûretê şairekî dît, ne di bilindahiya eynikekê de min zilamekî nivîskar dît.
dîtin winda bûye di şikestinê de
şikestî me di dîtinê de
Eynika nava min hûrik hûrik weşiyaye ser fayansên vê nivîsê û mijankên xwendevanan diwestin li sedsala tê.
min di tirbeke bê kêl de veşêre
bila navê min nebe giraniya killê
ji mijankên xwendekaran re
dibêjim ji bûyîn û mayînê re.
Dêya min kincên min di teştê de dişûşt û zarokatiya min diqermiçî di nava tilîkên wê de. Ez li sikakên qermiçî direviyam, ji pişt min ve gazî min dikir kefa bi tilîkên dêya min ve. Direviyam, nivîskarî li pey min dibû navekî mirî li ser berga sikakan û li pêş min, sikakên tê re derbas nebûbûm dibûn roman.
wê rojê navê min kirin romannivîs
wê rojê ez bûm rev û ji xwe çûm
wê rojê rev bû navê romana min a ewil
wê rojê gotin navê vî mêrikî wê li ser berga mirina wî bijî.
Destpêka romanê ez dûz bûm
Qedandina romanê ez qermiçandim.
Dêya min ez ûtî kirim; ez dûz bûm û destên wê qermiçîn wekî eniya salan.
Sal bê nav in di zemanê min de.
Navê palgeha min reş e wekî çavê girtî yê televîzyonê. Ez birînek esmer im li ser enîya reşê. Şampanyaya rengê dîwêr devê tarî yê televîzyonê vexwariye û hîn jî berfa sor nebariyaye ji mista Xwedê, bi ser salên bê nav ên zemanê min de.
Dêya min fîşa ûtiyê ji pirîz dikişîne, zeman dicemide di emrê min ê ûtîkirî de. Emrê min rengê xwe winda kiriye, salan jî navê xwe.


