___Îhsan Bîrgul___
Ev çend sal bû ez wekî şofir li ser traktora mala şêx dixebitîm. Wî çaxî nimêj û taet ji min kêm nedibûn. Ji ber ku dema paletiyê bû, me derfet nedibû em ser û rihê xwe kur bikin. Rihê min têra xwe dirêj bûbû. Ji bo toz û xubar nekeve nav porê min, min pêçeke wekî şaşikan jî dabû serê xwe. Ketibûm dilqê şêx û aliman.
Rojekê, em diçûn gundekî Panosê. Nesoyê hevalê min jî li cem min bû. Neso kesekî mizûr bû. Xwedê meriv nexe nav dev û zimanê wî. Wexta firsend biketa destê wî tişt nema dianî serê merivan.
Hindik mabû em bigihîjin gundê Qazana, ji nişke ve jineke bûkinî, mêrê wê û zarokeke di destê wan de xwe avêtin pêşiya traktorê. Gotine Nesoyê hevalê min, ji bo Xwedê kekê şêx me xwe avêtiye ber bextê te, vî zarokî re nivîştekî bike, lê bixwîne. Zarok aziriye, hedûriya me ji destê wî nemaye.
Neso jî ji nişke ve gotiye “Şêx ez nîn im ev e. Yanî Şêx Şakir.”
Jinik û mêrik xwe avêtin dest û piyên min. Min kir û nekir ew qanih nekirin ku şêx ez nîn im. Neçarî min tiliya xwe li zimanê xwe da, paşê jî li dev û lêvê zarokê xist. Ser de çend dia jî xwend.
Piştî wê me berê xwe da wan gundên din.
Li wan gundan jî Neso çerku yekî didît direviya xwe xwarê destê min dikir, digot, “Kekê Şêx ez xulamê te me.” Êdî ji gotin û daxwazên milet ez aciz bûbûm lê min kes nedida bawer kirin ku ez ne şêx im.
Piştî karê me li wan gundan qediya, me ji bo vegera malê da ser rê. Lê problemek hebû, divê em dîsa ji wî gundê me ji zarokê re dia kiribû derbas bûna. Çimkî ji bilî wê rêyê rêyek din tune bû. Tirseke mezin kete dilê min. Min digot eger tiştek bi zarokê hatibe em ê çi xweliyê li xwe bikin.
Gava em gihîştin nêzî wî gundî, me dît ew jinik, mêrik û zarok dîsa li serê rêya me ne. Qidûmê çokên min şikest, min got, “Wele teze mal li me xirab bû.” Em bi tirs li ber wan sekînin. Mêrik got, “Hey Xwedê rehma xwe li kekê şêx bike û sihheta te xweş bike. Pişti xwendina te zarok tenê carekê em aciz nekirin. Kerem kin em herin malê. Heta hûn xwarineke me nexwin, ji vir derbas nabin.” Yek ji me, yek ji wan, lê wana em qayil kirin, me ji bo xwarinê berê xwe da mala wan.
Me xwarina xwe xwar û malê derketin. Wexta em ji malê derketin me dît ku paşiya traktora me tije mirîşk û sergîn kirine. Min ew sergîn anî li serê rê da mala xwezûrê xwe. Min hemû mesele û sedema van sergînan ji xwezûrê xwe got. Xwezûrê min sergînan nihêrî û bi ken got:
-Îja xelata şêx jî evî rêx bû?
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Civata me ya rasta Xelfeliyê
- 8 sal şûn de dîsa vegeriyan ser eslê xwe!
- ‘Keziyên Jinebî’ yên bi destên Gulîzerê hatin hûnandin
- Reqsa peyvan a Herdem Merwanî
- Li ser 'Şeşaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin
- Hestên bi siloganan hatine astengkirin!
- Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn
- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê
- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in
- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...
- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!


