Îro her kes vegeriya ser eslê xwe!
ÎŽHSAN BÎŽRGUL
Çend þûjîn ji bo zimanê kurdî!
Duh 21'ê Reþemî Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê bû. Ji bo zimanê li cîhanê heyî ev roj wekî cejnekî hatiye pejirandin û tê pîroz kirin. Çii zimanê fermî, çi ne fermî...
Em kurd jî wekî neteweyên cîhanê xwediyê zimanê zikmakî ne, hem jî zimanekî dîrokî
û dewlemend. Her çiqas zimanê me tam nebûye zimanekî fermî, dîsa jî zimanekî sereke yê Rojhilata Navîn e...
ÎŽcar em werin ser meseleyê. Gelo em kurd çiqas ji vê çavkaniyê avê
vedixwin. Rexnekirina dagirker û serdestan pir hêsan e. Helbet tesîra asîmîlasyonê li ser zimanê kurdî heye, lê em nikarin ji neyaran gazincan
bikin. Divê em ewil pêþiya derê xwe paqij bikin ku em karibin ji kesên din jî bixwazin.
Ziman ew tiþt e ku neteweyan pêk tîne. Çand, huner û dîroka neteweyan bi ziman pêk tê û di ziman de veþartiye. Çawa ku Hz.Elî gotiye "mirov di bin zimanê xwe de veþartî ye" hemû rehên gelê kurd jî di zimanê Kkurd de veþartî ne...
Lê heyama îro em tê de ne (her çiqas ji bo zimanê kurdî geþedanên erenî hebin jî) ji bo zimanan xetere ye. Çimkî ev serdem serdema pêþketina teknolojiyê ye. Pêþketina teknolojiyê bivê nevê li ser zimanan bandorên neyinî dike û dejenere dike.
Hîn kurdên me tenê di 21'ê Reþemiyê de û 15'ê Gulanê de tînîn bîra xwe, ew jî çavdayîna medyaya civakî ye. Jixwe gelek ji wan jî van cejnan bi zimanê tirkî pîroz dikin. Nemaze kurdên bakur...
ÎŽro 22'ê mehê ye. Her kes dîsa vegeriya li ser "eslê xwe". Cejna ziman hate pîroz kirin, heta 15'ê Gulanê Xwedê mezin e....
Divê em vê rastiyê bibînin û qebûl bikin, zimanekî nebûye zimanê
perwerdehiyê, bi salê du caran bibîranîn û bibîrxistinê naçe pêþ. Berovajî paþve diçe û dihele...
Herî kêm 20 kanalên kurdan hene. Ji wana tenê yek ya zarokan e. Ya rastî tenê ev mînak nêzikatiya me ya li hember ziman radixe ber çavan...
Ji bo siyaseta me ez tiþtekî nabêjim...
Tenê mînakekî bidim bes e herhal. Mamoste ÎŽsmaîl Beþîkçî di pirtûka xwe ya bi navê "ZIMAN, NASNAME û NETEWE "de wiha dibêje; "wexta filistînî civînekî li dar dixin tu kes nabêje em erebî biaxivin an îŽbranî. Ku çeçen
wexta dicivin nabêjin em rusî biaxivin an çeçenî. Lê wexta kurd civînekî
lidar dixin dibêjin em kurdî biaxivin an tirkî..." hew namîne gotin.
Em hatin kevirê serê lodê. Kurdayetî encax bi kurdî dibe û watedar e.
Kurdistaneke bê kurdî jî tenê xwexapandin û malxirabî ye....
**
Nivîsa Îhsan Bîrgul a berî vê di Diyarnameyê de hatiye weþandin:
- Þengal û parastina kurdên êzîdî