Mala em lê ne, qorek mêvan tên û qorek radibin. Ûfîn û kufîna Reso ye.
Piştî ku fatihe hat xwendin, Xêredîn li Reso vegeriya û got:
— Resê xêrê, dîsa firefira firnikê te ne?
Bi dengekî keribî, Reso li Xêredîn vegeriya û got:
— Xêr e xêr.
Xêredîn:
— Law, ça dipekînî nav çavê mera?
Reso:
— Pekandina çi? Halê çi? Xwedê ji te razî. De tu jî mêşê neke gamêş.
Xêredîn:
— Hecî heqet, bêhna te çima teng e?
Reso:
— Birako, de tu dizanî ez miriyê hêlikan im. Do êvarê min hinek hêlik birin malê. Gêjê ji me re pijand. Teyî gêjê bi xuyê min dizane. Roja ku di mal de hêlik tune bin, xewa min nayê. Axir serê birakê xwe neêşînim. Du hêlik danî dolabê; yên din me xwarin. Vê sibê, wexta ku ez ji mal derketim, kûçikê lawê min herdu hêlik avêtibûn ber kûçikan û vîdeoya wan dikişand. Çer çavê min pê ket, ez ji dara Xwedê ketim.
Xêredîn:
— Gêncên niha xû û xislatên wan cihê ne. De tu jî mezin neke, birako.
Reso:
— Çer mezin nekim, bavê birayê xwe çer? Hêlikên min di devê kûçik de bûn; hêlikên min, ne yên te.


