___Mele Şîno___
Şînkatî ji roja roj ve di jiyana mirovan de cihekî girîng digire. Li gor hin rîwayetan ew tişta ku bavê me Adem û dîya me Hewa xwarin û bû sedema derketina wan a ku ji bihuştê Şînkatî bû. Paşê Şînkatî yanî pelên darekê li xwe pêçandin. Bi vî awayî yanî bi xêra şînkayîtê xwe dan efûkirin.
Dema ku mirov bizirê şînkatiyan ên wekî genim û ceh reşandin, dev ji jiyana koçeriyê berdan û dest bi jiyana niştecîh kirin. Em dikarin bibêjin şînkatî di dîroka mirovahiyê de dewrek girtiye, yek jî vekiriye. Gava em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku şînkatî ji bo mirovan bûye xwarin, derman, kinc, pêlav, boyax, nivîn, stargeh û gelek amûrên din.
Şînkatî ji bo tenduristiya mirovan xezîneyeke bê hempa û çavkaniyeke jêneger e. Îro tiba modern ji şînkatiyan sûd werdigire û di gelek dermanan de şînkatiyan bi kar tîne. Îcar berî sedsala nozdemîn tiba gelêrî, tenduristiya gel diparast. Wê çaxê kîjan şînkatî, kîjan nexweşî pak dikirin di nava gel bêhtir dihat zanîn. Bi dehan derbarê fêdeyê şînkatiyan pirtûk hatine nivîsandin. Îro Lokman Hekim wekî şahê bijîşkan tê zanîn û çîrokên wî yên derbarê dermanan hîn jî ten gotin. Di encamê de îro her çiqas tiba modern pêş ketibe jî, gel ji bo nexweşîyên xwe şînkatiyê bi kar tînin.
Li gorî baweriya Îslamê jî Xwedê her tiştên li ser rûyê erdê ji bo însanan afirandiye. Ev yek di Qurana pîroz de bi vî awayî “Ew Xwedayê ku çi tiştê li ser rûyê erdê heyî tev ji bo we afirandine…”(beqere: 29) derbas dibe. Her wiha Xwedayê teala bi gelek ayetan, nîmetên şînkatiyê dixe bîra mirovan.
Di cîhanê de her qewm şînkatiyan bi kar aniye û tîne jî. Lê ji bo gelê kurd cihê şînkatiyê taybetir e. Ji ber ku kurd bê gotin; çîya, zozan dehl û zevî yanî siruşt tê bîra mirovan. Her wiha siruşt bê gotin şînkatî yanî pincar tê bîra mirovan. Gelê kurd girîngiya siruşt û şînkatîyê bi cejna netewî nîşan didin. Cejna Newrozê di serê demsala biharê, roja 21'ê Adarê de tê pîroz kirin. Yek ji wateyên Newrozê jî ev e: Siruşt di demsala zivistanê de tê tevizandin û qebz kirin. Bi hatina Newrozê re hişyar dibe, serhildanekê li dar dixe û ji nû ve deşt û çiyayên kurda dixemilîne.
ÇIYA BI ŞÎNKATIYÊ JÎ DOSTÊN KURDAN IN
Şînkatî ji bo gelê kurd tenê ne xemilandina deşt, zozan û çiyayan e. Şînkatî şirîkê jiyana gele kurd e. Debara gelê kurd e. Nîmetek ji nimetên Rebbê alemê ye ku diyarî gelê kurd kiriye. Kurd bi şînkatiyê hem ajalên xwe xwedî dikin. Hem jî di nava toraq û penîrên xwe de bikar tînîn. Xencî van di mitbaxa xwe de giringiyeke mezin didin pincaran. Hema hema temamê xwarin û vexwarinên kurdan, an ji pincaran pêk tê, an jî pincar tevlî xwarin û vexwarinê dibin. Gastronomiya kurdan bi pincaran dewlemend e. Di bin gelek xwarinên balkêş û navdar de, taybetî û tahmek pincaran dertê holê. Rojên zor û dijwar, wekî xela û demên herbê, dîsa pincar bi hewara kurdan de tê. Bela sebeb ne gotine “çiya heval û hogirên kurdan e.” Ji roja ku kurd, çiya ji xwe re kirine stargeh, çiya bi camêriyeke bê hempa, sifreya siruştê li ber kurdan raxistiye û mazûbantiya wan kiriye. Loma kurd bi çiyayan pişt rast in. Loma kurd aramî û ewlehiyê di çiyayan de dibînin.
TÛRIKÊN DAYIKÊN KURDAN
Bi hatina biharê re, dayikên kurdên kedkar, radihêjin tûrikên xwe û bi çiyayan hildikşên. Wan tûrikên xwe tije cureyên pincaran dikin. Ev karê ku dayikên kurd bi hev re dikin, wekî çalakiyeke çandî ye. Dayik bi hev re hem kar dikin hem stran û çîrokan dibêjin hem jî bi hev re wext derbas dikin. Ew pincarê tûrikên xwe jî, hinekî didin cîranê xwe yên xizan, hinekî li mala xwe dihêlin û ên zêde jî li sûk û bazaran difiroşin. Bi vî awayî dayikên kurdên kedkar, tenê bi pincaran hem çalakiyek çanda kurdan li dar dixin hem alîkariya hev dikin, hem cur bi cur xwarinan diafirînîn ango gastronomiya kurdan pêş dixin, hem jî bi bazirganiya pincaran piştgiriya aborî didin malbata xwe.
DAYIKÊN KURD PINCARAN WEKÎ DERMAN BIKAR TÎNIN
Ji ber ku kurd, dûrî nexweşxanen in, ji ber ku bijîşk bi zimanê wan nizanin ango zimanê wan qedexe ye ku nikarin nexweşiyên xwe ji bo bijîşk bibêjin, an ji ber ku derfetên wan tune ne herin nexweşxaneyê, her dayikek kurd li gorî xwe bûye bijîşk. Çiyayên kurd sifreya xwe ya siruştê wekî dermanxaneyekê li ber dayikên kurd radixe. Her dayik kêm zêde dizane ku ji kîjan nexweşiyê kîjan pincar bi kêr tê. Pincar îcar ji bo kurdan rola derman û tenduristiyê dibîne.
Di nava kurdan de bi sedan cureyên pincaran hene. Hin cure li hin herêman hene li hin herêman tune ne. Hin cure li gora herêman cuda cuda tên binavkirin. Hin cure jî veryantên wan hene. Ji herema Botan û serhedê navên cureyên pincaran en ku me bi dest xistine ev in:

NAVÊN HIN CUREYÊN PINCARAN
- Gulîk / Pung / Cehtiri
- Silq / Tirşo / Gezgezk
- Sermask / Zîq an mendê Sih
- Ribîs / Siping / Sîrim
- Sipîdank / Hêliz / Belkhewêz
- Cax / Resik / Zîlê qemer
- Reskê rovî / Kersim / Tuzik
- Tehlik / Tirşok / Qîber
- Guriz / Xerdel / Kereng
- Qeran / Tolik / Solyask
- Zîçirk / Kovik / Hashask
- Sitrîzerk / Hechecok / Qinêdiz
- Quna melê / Pîrqelack / Pêkewk
- Satik Şêlim / Tûrêkê şivan
- Şîrwan / Hewşan / pêçok
- Baqil / zimanê mar / pençê gur
Mixabin her ku diçe çanda pincaran li nav kurdan qels dibe, ango ber bi hindabûnê ve diçe.Keç û xortên ku dê û bavên wan, kal û pîrên wan bi pincaran mezin bûne, îro mixabin ne pincaran dixwin, ne nas dikin, ne jî navên wan dizanin. Ev yek tenê ne li ser çandê bandoreke nerênî dike; li ser gastronomî, tenduristî û aboriyê jî bandoreke nerênî dike.
Gelê kurd tev ji windabûna çanda pincaran berpirsiyar e. Bi taybetî jî pispor divê vî barî hilgirin. Pisporên çand û edebiyatê divê mijara pincaran behtir têxin nava rojeva xwe.
PISPORÊN GASTRONOMIYÊ DIVÊ PANCARAN BIDIN NASÎN
Pisporên gastronomîyê jî divê pincarên li deşt û çiyayên kurda dertên behtir bi kar bînin û xwarinên bi pincaran çê dibin li cîhanê bidin naskirin. Erka herî zêde jî para endezyarê xurekan e. Ji bo pincar neqelihe (qir nebe) ango ji bo pincar jêde bibin, divê tewdîrên pêwîst li nava gel belav bikin û di vê mijarê de gel hişyar bikin. Qena gel li gora rê û rêzikan pincaran biçînin. Wekî din jî îro çawa bexdenûs, pîvaz, kuncî û şemamok li bîstanan tê çandin divê endezyar formulekê ji bo pincarên kovî jî bibînin da ku ew jî li bîstanan bê çandin û ji bo gel bibe debar.
Ev nivis ji bo çanda pincarê kurdan neyê ji bîr kirin hatiye nivîsandin. Hevî û gumana me ew e ku xebatên kurtir û firehtir ên vê mijarê teşwîq bikin.
aakgul21@hotmail.com


