Îhsan Bîrgul
Min ev mesele ji nivîskar Kovan Baqî bihîst. Nivîskarekî dêrîkî yê din Zerdeşt Cemal jî pişterast kir ango teyîd kir. Dêrika em qal dikin Dêrika Çiyayê Mazî ye, ne ya Hemko ye. Yanî Dêrika Mêrdînê...
Bi qasî ez nas dikim mirovên Dêrikê ji yên gelek hereman cudatir in. Di gelek mijaran de pir rihet in. Wekî mînak; vexwarina meyê, bikaranîna gotinên argo (bêedeb) û hwd...
Em werin ser mijara xwe. Wextekî qeymeqamekî tê Dêrikî. Piştî hatina xwe hemû cureyên qumarê qedexe dike. Dibêje li vî bajarî êdî qumar qedexe ye. Di demek şûn de çend heb sîxûr û zabitên xwe ber dide nava bajêr û dibêje "ka hela binêrin kesên biryara min bin pê dikin hene an na"? Piştî gera çend caran ya nav bajêr zabit seh dikin ku qumar tê lîstîn. Lê nizanin çawa tê lîstîn.
Piştî agahdarkirina qeymeqam zabit dîsa vedigerin nav bajêr, li pey şopa qumarbazan in. Dîsa destvala vedigerin cem qeymeqam...
Ji ber ku qeymeqam tu çareyekî nabîne û tespît nake, îcar li rêya lihevkirinê digere û dibêje: "Ez soz didim we. Hûn Çawa dilîzin ji min re bêjin ez nema qumarê qedexe dikin." Yek ji wan qumarbazê Dêrikê di bin simbêlan re dikene û wiha dibersivîne: "Wele qeymeqam beg, em çar kes li ser maseyekî rûdinin û şekirekî datînin pêşiya xwe. Mêş li ser şekirê kî deyne ew qezenc dike."