Salên hezar û nehsed û pêncî. Ji bilî çend bijarteyan, li welatê me her kes xizan e. Hin jê jî ji hinên din xizantir in.
Li dibistana leylî, li me miqate ne bêguman. Qûtê me heye, li ser serê me banê me heye, lê xwarin wer xerab û kêm e ku em her wextê birçî ne. Zivistanê, me sar e. Li dibistanê, em mantoyên xwe ji xwe nakin û serê her çarîkê carekê em radibin û temrînên jimnastîkê dikin da qene em germ bibin. Nivîngehên me jî wer wiha sar e; em tevî goreyan radizên û dema ku em diçin salonên etudê, em ji neçarî betaniyên xwe jî bi xwe re dibin.
Wê wextê, ez kevnemantoyê Yano yê ku jê re biçûk bûye li xwe dikim; mantoyekî reş, bê bişkok û hêla çepê çiriyayî ye.
Paşê, wê hevalek ji min re bêje:
- Ez çer jî heyranê te û mantoyê te yê reş bûm, wiha her wextê ber te vekirî; heya bi zivistanê jî!
Hinga diçim dibistanê, çenteyê hevaleke xwe hildigirim; ji ber ku yê min bi xwe tune, û ez defter û kitêbên xwe dixim ê wê bi xwe. Çente giran e û ji sermê tiliyên min ji min dikevin, çimkî lepikên min tune. Wiha jî min ne qelema qurşûnî, ne ya hubrî û ne jî tu alavên jîmnastîkê hene. Ez van tevan deyn dikim.
Her wiha, hinga ku ji bo tamîrkirinê solên xwe dibim cem soldirû jî, ez neçar im ku solan deyn bikim.
Ger hat û hewce kir ku wan li xwedî vegerînim jî, hingê ji wecê soldirû sê rojên neşikestî di nava nivînan de dimînim. Nikarim ji rêvebera dibistanê re bêjim, ji bo herim dibistanê solên min ên yêdek tune. Jê re dibêjim, ez nexweş im û ji ber ez xwendekareke baş im, baweriya xwe bi min tîne; destê xwe dide ser eniya min û dibêje:
- "Taya te heye. Bi kêmanî 38 derece ye. Xwe baş binixumîne."
Xwe baş dinixumînim. Lê ez ê bi çi hawî pereyê soldirû bidimê? Ne pêkan e ku ji dê û bavê xwe bixwazim: Bavo di girtîgehê de ye û bi salan e me tu hes jê nekiriye.
Dayê li ku kar bibîne dixebite. Bi Tila re di çaviyekê de dijî; cîran yek caran dihêlin ku ew pêjgehê bi kar bînin.
Dayê ji bo çendekî li bajarê ku ez lê dixwînim jî dixebite. Carekê, wexta ku ji dibistanê vedigerim, diçim serdana wê; li odeyeke jêrzemînê ya biçûk ku tê de kêm zêde deh jin li dora maseyeke mezin rûniştine û di bin ronahiya ampûlekê de jehra mişkan dikin pakêt.
Dayê dipirse:
- Her tişt baş e?
Dibêjim:
- Erê, baş e. Tu xeman mexwe.
Wê nepirsî bê ka pêdiviya min bi tiştekî heye yan na, hema ez dîsa jî dibêjimê:
-Tu pêdiviya min tune. Lê Tila çawa ye?
Dayê dibêje:
- Baş e. Îsal payîzê ew ê jî here dibistana leylî.
Tu tiştê em ji hev re bêjin nema. Min dixwest jê re bêjim ku min solên xwe dan tamîrkirin, ku soldirû wade da min û divê ez di zûtirîn katê de heqdestê wî bidimê, lê ku çav li cilên wê yên kevn ên seridî û lepikên wê yên jehrtêgeriyayî dikevim, nikarim tu tiştî jê re bêjim. Wê maçî dikim, diçim û nema vedigerim.
Ji bo ku hinek pere qezenc bikim, li dibistanê di tenefusên bîst deqeyan de pêşandanekê li dar dixim. Tevî du sê hevalên xwe yên ku zû fêr dibin skêçan dinivîsim û yek caran jî em hema ji xwe re emprovîze dikin. Pisporiya min esil bizarkirina mamosteyan e. Serê sibehê, em çend pêşandanan çêdikin û roja din çendên din. Buhayê ketina pêşandanê, buhayê krowasanekê ye ku dergevan li tenefusan difiroşe.
Pêşandan baş diçe; em serkeftinek baş bi dest dixin, temaşevan ta bi korîdorê li hev dikumişin. Heta hin mamoste jî tên temaşeya me; yek caran neçar dimînim ku ji nişkê ve bizarkirina xwe jî biguherim.
Tevî hevalin din û tevî skêçin cihêreng, ez vê ezmûnê li dibistana leylî çendbare dikim. Em êvaran ji wargehekê diçin yeka din; me vedixwînin, li ber me digerin ku em bên
û bi xurekên ku dê û bavên keçikan ji gundan jê re şandine, ji bo me şahî tên amadekirin. Em lîstikvan, çi pere û çi jî xwarin be, tu ferqê nexinê û wan qebûl dikin. Lê wê xelata me ya herî rewneq, her û her dilşadiya kenandinê be.
Nivîs: Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.


