Îhsan BÎRGUL
PêÅŸiyên me gotine "kevir di cihê xwe de giran e." Nivîskarê gorbihuÅŸt
Mahmud Baksî jî dibêje, "her teyr bi refê xwe re difire." Em dikarin gelek mînakên din jî lê zêde bikin vê qasê ev bes in. Em werin ser meseleya xwe.
Min duh fîlmekî bi senarîstî û derhêneriya Erol MîntaÅŸ hatiye çêkirin temaÅŸe kir. Fîlmê bi navê "Annemin Åžarkisi" yanî "Kilama Dayika Min". Fîlm li dora têkiliya di navbera mamosteyekî kurd û diya wî de dizivire. Dayik û lawê ji Serhedê koçberî TarlabaÅŸiya Stenbolê bûne. Lawik bi dilê wî jî nebe xwe li Stenbolê girtiye lê berê dayikê her tim li welêt e û daxwaza çûyîna welêt ji lawê xwe dike. Ligel vê her tim pirsa kaseta dengbêjekî bi navê Seydoyê Silo ji lawê xwe dike. Lawê wê jî yek namîne pirsa kasetê jê neke lê her tim destevala li diya xwe vedigere. Tam lawê pîrê biryarê dide bi diya xwe û dilketiya xwe re seriyekî ji bo çend rojan jî be li wêlet bixe (qet nebe ew keser di dilê dayikê de nemîne) du roj ÅŸûnda li ser maseyekî tena serê xwe dimîne. Çimkî ne emrê dayê têra roja çûyîna welêt dike ne jî kaseta ew dengbêjê diya wî behs dikir dibîne...
Helbet mijara me ne danasîna fîlmî ye, ne jî analîza wê. Mijara me wekî dayika Nîgar jî di fîlimê de gotî "kal û pîrên me yên li welatê xelqê di qula avahiyekî de dirizin" in. Me serî de jî gotibû kevir di cihê xwe de giran e. Mezinên me ango dê û bavên me yên emirborî ancax li welêt, bi çand û kevneÅŸopiyên xwe dikarin wekî xwe bûn. Lê sed mixabin îro bi hezaran mezinên me li welatê xelqê, ji derî û cîranên xwe, ji lezim û kesûkarên dûr emrê mayî diborînin ango dirizin. Çimkî ew refên teyran yên ew pê re bifirin ne li van bajaran in. Jixwe asîman jî ne ew asîman in...
Ez zêde serê we neêÅŸînim. Gelek gotin hene werine gotin lê heta vir bes e.
Heta di destê me tê em mezinên xwe ji axa wan ango ji koka wan qut nekin. Çimkî ew rehên me yên me bi welêt ve didin girêdan in, ew qetiyan, em mirî ne.