logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Stranek û dîrokek; 16 ton bi kurdî

  • Dîrok: 30/06/2026
  • Beş: Serbest


___Dilyar Amûdî___

Berî çend salan rastî stranan “Sixteen Tons” ya Tennessee Ernie Ford hatim. Straneke wisa ye, bi rîtmeke xweş hatiye çêkirin. Mirov bê hemdî xwe li ber dihejîne. Wisa dike, mirov dibêje qey behsa tiştekî xweş dike. Lê ew rewşeke gelekî giran vedibêje. Gava mirov li ser difikire, kurahî, êş û zehmetiyên serdemekê li Amerîkayê dibîne.

Ev stran, wan stranên me yên govend, dîlan û dawetan tîne bîra min. Hinek stranên me yên kurdî hene, behsa êş, şer û pevçûnê dikin lê em li ber dîlanê dikin. Hinek vê rewşê romantîze dikin û dibêjin "em bi serlbilindî di ber xwe de didin û her em dîlanê dikin." Hêvîdar im wisa be lê ne bawer im. Bawer nakim gelek ji me bala xwe didin gotinên stranan yan hewl didin fêm bikin bê kî çi dibêje. 

Lê ev stran “Sixteen Tons” ji gelek aliyên din ve jî balkêş e. Ez dixwazim hewl bidim ku kodê vê stranê ji hev bixim; em her wiha li zehmetiyên wergerê binêrin û bibînin bê çawa çand, dewlet, sîstem û gelek faktorên din bandorê li zimanan dikin û çawa ziman jî bersivê dide van rewşan.

Stran dîmeneke wisa xêz dike ku karxweyê te, xwediyê xaniyê te ye, xwediyê dikana li gundê te ye, xwediyê her tiştê li derdora te ye. Rewşeke wisa ye ku bêedelatiyeke bêhempa li ber çavan datîne. 

Stran di salên 1940'î de derketiye û behsa jiyana karkerên kanzayê (maden) a Rosewood, Kentuckyê dike.

Hinek dibêjin mirov ji herriyê çêbûne
Mirovê feqîr ji maskûle û xwînê çêbûne
Maskûle, xwîn, çerm û hestî
Ji hişekî qels û ji pişteke xurt

Di vî beşê stranê de, serhildanek li dijî riwayetên olî heye ku “Mirov ji herrî an axê hatiye afirandin”. Nivîskarê stranê Merle Travis dibêje ku mirovê feqîr û yê zengîn ne ji heman tiştî çêbûne. Yê feqîr çêbûye, tenê ji bo kar bike û ji bo xwîna wî were rijandin. Paşê wisa dubare dike ji "Maskûle, xwîn, çerm û hestî”, “Ji hişekî qels û ji pişteke xurt”. Ew karkerên kanzayan wisa nîşan dide wekî ku makîne bin. 

Tu şazde tonan bar dikî, çi dikeve destê?
Rojeke din kaltir dibî û deynên te girantir dibin
Petrûsê pîroz, gazî min neke, ji ber nikarim bêm
Rihê min milkê firoşgeha şîrketê ye

Di vî beşî de, karker ketine dehfikekê ku nikarin xwe ji vê rewşê xelas bikin. Bi nav ew azad in lê ew bixwe bindest in. Ji karkerên kanzayan dihat xwestin ku her roj bi bêran 8-10 ton komir bar bikin. Lê li vir, mêrik dibêje min “şazde ton” bar kirine. Ji bo ku mirov 16 tonan bide hev, divê pişta xwe bişkîne. Ev karker di rojekê de karê du rojan dike lê di dawiyê de tiştek nakeve destê wî.

Ji xwe ew jî paşê dipirse, “çi dikeve destê te?”.

Bersiva xwe jî dide. Tenê rojek ji emrê wî diçe û deynên wî girantir dibe. Anku ne bi nanoziko jî dixebite. Ew dixebite lê deyndartir dibe. Tiştê balkêş ku ew dizane ku deyndar e lê nikare xwe ji vê rewşê xelas bike.

Wisa deyndar dibe ku ji Petrûsê Pîroz re dibêje, ew ne amade ye bimire. Ji ber ku rihê wî jî ne milkê wî ye. Rihê wî jî milkê şîrketê ye.

Ji bo baştir were fêmkirin. Li gorî filetî yan xiristiyaniyê ye, Petrûsê Pîroz parêzvanê dergehekî bihiştê ye. Pirtûkek bi Petrûsê Pîroz re heye ku navê her kesê li erdê tê de hatiye nivîsîn. Petrûsê Pîroz li navan dinere û dibîne bê kî dikare têkeve bihiştê û kî nabe. Lê karkerê reben dibêje ku ew nikare bimire, ji ber ku ruhê wî ne milkê wî ye. Heta li vir dîsa ji Xwedê re dibêje, “ruhê min ne milkê te ye jî, ew milkê xwediyê kanzayê ye.”

Ew bixwe balê xweştir dikişîne ser vê rewşê gava têgeha "company store" bi kar tîne. Her çiqasî min ew wekî “firoşgeha şîrketê” bi kar anîbe jî, ew bixwe wate ji vê kûrtir e. Têgeha  “company store” ne hema firoşgeha şîrketê ye. Firoşgeha şîrketê tiştekî wisa bû ku karker neçar diman tiştan jê bikirin. Ji ber ku kanza dûrî bajaran bûn. Tu dikan li wan deran tune bûn. Îca şîrketê dikana xwe li wir vedikir. Bi piranî tiştên xwe buhatir difirotin. Carinan şîrketê pere nedidan lê tiştekî wekî “sened” didan karkeran. Ew “sened” jî tenê li dikana şîrketê diçûn. Carinan jî eger, karker nikaribe heqê tiştên xwe bide, şîrketê bi deyn didayê. Îca ew karker diket bin deynan. Ha ji ber vê rihê karkerî jî milkê şîrketê ye.
 
Ez fikirîm gelo mirov dikare ji bo “company store" çi bibêje? Mixabin min di kurmancî de tişek nedît. Ev jî nîşan dide bê çand, aborî û sîstema civakekê û dewletekê çawa bandorê li zimanî dike. Ne bawer im, têgeheke wisa di erebî û tirkî de jî hebe.

Ez sibeheke wisa çêbûme, tavê dinya ronî nedikir
Min bêra xwe rakiriye û berê xwe daye kanzayê
Min şazde ton xetertirîn, teqînertirîn komir bar kirine
Lê şefê ji kayê gotiye, “Xwedêyo! Ev çi rih e!

Di hevoka pêşî de, sembolên xurt hene ku behsa jiyana karkerên kanzayê dike. Jiyana wan her di şevreşiyê de bû. Berî roj derkeve, diketin bin erdê û encex êvarî derdiketin. Anku wan qet tav nedidît. 

Hevokan wisa xweş li hev siwar dike; mirov dibêje qey hîn pitik bû, ketiye bin erdê û dest bi kar kiriye.

Hevoka sêyem dîsa ez sekinandim. Min nedizanî gelo çawa wergerînim. Hevoka bi eslê xwe wisa ye; “I loaded sixteen tons of number nine coal”. Eger em peyv bi peyv wergerînin, “Min şazdeh ton komira hejmara 9 bar kirin”. Lê eger min ev bigota, ew ê çend kesan bizaniya bê çi ye? Ew çend kes pê bihisiyana. Komira hejmara 9, ew komir e ya ku herî giran e. Komireke wisa ye ku ihtimal teqîna wê zêde ye û ji pişikê re jî nebaş e.

Di berdewama wê de jî  sembolekî xweşik bi kar tîne. Min nizanî gelo çawa wergerînim; bi ingilîzî “straw boss” anku peyv bi peyv “birêveber/midûr an jî şefê kayê”. Lê ew bixwe wateya wê kesê ku xwediyê şirketê datîne ser serê karkeran. Bi ser serê karkeran dike qîrewîr û qerebalix. Jiyana wan nexweş dike lê ew bixwe tu hêza wî tune û berdestê xwediyê şîrketê ye.

Ew “şevê ji kayê” ecêbmayî dimîne li hêza karkerî û dibêje “Xwedêyo! Ev çi rih e!” Lê ji ber ku ne li ber tiştekî ye, tu fêde li karkerî nayê. Li vir wegera “Xwedêyo! Ev çi ruh e!” jî ne hêsan bû. Ew bixwe tenê “baneşaneke ecêbmayînê ye. Lê di îngilîzî de peyva “soul=rih” tê de heye û min xwest wê biparêzim. 


Tu şazde tonan bar dikî, çi dikeve destê?
Rojeke din kaltir dibî û deynên te girantir dibin
Petrûsê pîroz, gazî min neke, ji ber nikarim bêm
Rihê min milkê firoşgeha şîrketê ye

Ez sibeheke wisa çêbûme, baran hûr dibariya
Şer û bele bernavê min in
Ez di nav dehlan de ji dêleşêrek çêbûme
Tu jina pozbilind nikare serê li mi biçimîne

Dîsa behs dike bê jiyana wî her tarî ye. Her baran e û nikare roniyê bibîne. 

Di hevoka duyem de, dîsa tiştekî zehmet hat pêşberî min. Nizanim di kurmanciyê de ji “middle name” tiştek heye yan na. Tirkî “gobek adi” dibejin. Hesta peyva tirkî dide, xweş li wateya îngilîzî rûdinê. Haya min ji ya peyveke hevwate di erebî de jî tune. Mixabin min di kurdî de jî nebihîstiye. Belkî hebe. Nizanim bê peyva “bernav” çiqasî lê hatiye. Lê wisa dibêje ji bo destnîşan bike bê karkerê kanzayan çiqasî xurt û bihêz in. Jiyana wan her şer e. 

Ew bi hevoka “Şer û bele bernavê min in” tîne bîra “şefê ji kayê” û xwediyê şîrketê ku eger bibe ya dawî, ew ê şer bike.

Ji xwe ji bo teqeziyê li ser xurtiya karkerên kanzayê bike, ew di hevoka din de dibêje “Ez di nav dehlan de ji dêleşêrek çêbûme”. Anku ew di nava xeterê de ji dayik bûye. Dêya min bixwe şêr bûye. Em her ji şeran narevin. Lê di orijînala wê de nabêje “dehl” lê dibêje “canebrake” anku “qamiş and qamişistan”. Lê min got, qamiş li kurdiyê nayê. Her wiha gava ew dibêje “dêleşêr” dixwaze bibe ez “dirinde” me, di xetertirîn û ji aliyê xetertirîn kesan ve hatime mezinkirin.

Di hevoka çarem de, karkerê kanzayê bi serlbilindî behsa “dirindetî” û “kûvitiya” xwe dike. Ji ber ku xwediyên kanzayan û jinên wan bi çavekî biçûk li karkeran û jinên wan dinêrî. Karker dibêje ku tu jin, çiqasî nazik û xweşik û her wiha pozbilind be jî, nikare wî “rast bike”.

Di wê hevokê de, dîsa ez dudil bûm gelo çawa wergerînim. Hevok peyv bi peyv hema wisa ye; “Ti jina qure nikare min bihêle ez li ser xetê (a rast) bimeşim”. 

Çend werger hatin hişê min lê min nezanî kîjan bibêjim; “Tu jina xemilî nikare min kedî bike”, “tu qîza axayan naşêt min girêde” an jî “Tu jina qure nikare min têxe nav keriyê”.

Lê min wisa hişt û êdî biryar ji xwîneran re ye an jî belkî rojekê wergêreke baştir bê.

Tu şazde tonan bar dikî, çi dikeve destê?
Rojeke din kaltir dibî û deynên te girantir dibin
Petrûsê pîroz, gazî min neke, ji ber nikarim biçim
Rihê min milkê firoşgeha şîrketê ye

Min di rê de bibînî, ya baş, tu xwe bidî alî
Gelek mêran wisa nekir gelek mêr mirin
Kulmek ji hesinî ye, ya din ji polayê ye
Eger a rastê te nexe, ya çepê dê te bixe

Di berdewamiyê de her dewam dike. Her pesnê hêz û xurtiya karkerî dide. Dibêje, divê her kes xwe jê bistirîne. Dişibe wê rewşê gava kurdan behsa mêrxasiya xwe dikir. Behsa kuştin, şer û hêzê dike. Sedema vê jî ew; karker bikarin bi rûmeta xwe bihisin. Her wiha dixwaze xwediyê kanzayan bitirsînin ku karker li wan werin xezebê, ew ê wan biêşînin. Eger carekê bi ser nekevin jî ew ê di ya din de bi ser kevin.

Tu şazde tonan bar dikî, çi dikeve destê?
Rojeke din kaltir dibî û deynên te girantir dibin
Petrûsê pîroz, gazî min neke, ji ber nikarim biçim
Rihê min milkê firoşgeha şîrketê ye


Wekî ku tê dîtin. Tenê ji stranekê, mirov dikare çiqas tiştî fêm bibe û bibîne. Her wiha dikare sîstemekê xweşik rave bike. 

Di pêvajoya wergerê de, mirov kêmasiyên xwe dibîne. Ji ber ku me kurdî di gelek qadan de bi kar neaniye. Hinek werger zehmetir in. 

Her wiha wergera tiştên wisa ew ê xweştir bûya, eger min bikariya ew rîtim û muzîka stranê di wergerê de biparasta. Mixabin bi min re dernediket.
Ev strana bo çend zimanan hatiye wergerandin. Hinekan wekî almanan, peyv wernegerandine lê wan tenê awaza stranê biriye. Paşê wan ew bi gotinin din straye.

 

 

***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- McGurk nivîsî: 7 mijarên sereke yên 2026'an

- Fikirîna bi mentiqê tirkî: Sernavên tirkmancî

- Bêrîvan Aymaz, Zekî Ozmen û yê donercî

- ‘Date’a min bi jineke alman re

- Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyan: Çîroka îngilîzekî û ya cihûyekî

- 'Komara erebî' jî neçar ma ku bi kurdî weşanê bike

- Werger û rojnamegerî: Yek mînak

- Gelo bi rastî peyva 'Reşo' nijadperestî ye?

- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan

- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?

- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?

- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?

- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?

- Kurdiya baş çawa ye?

- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil 

- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?

- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?

- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e

- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'

- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?

- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

 

 

***********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 07 2026

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

news
  • 07 07 2026

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

news
  • 05 07 2026

Çend gotin li ser 'Zemanekî Li Sê Welatan'

news
  • 04 07 2026

Xelata Şêx, Motorek Rêx!

news
  • 02 07 2026

Dilmancotî: Gurê xwe yê manco bi xwe re  bibe “date”a xwe

news
  • 30 06 2026

Stranek û dîrokek; 16 ton bi kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

HDP: Meaşa herî hindik dê 1800 TL be

ad

Zafer Partîsî piştgirî dide Kiliçdaroglu

ad

Li ser 'Dewrêş û Edûlê' klibek hat kişandin

ad

Li Serêkaniyê 3 jê zarok 6 kurd hatin kuştin

ad

Pencwîn Elî û Hesen El Ehmed li Rojava bûn hevserokên Dadgehê

ad

Onder, Tuncel û Kurkçu ji BDP'ê îstîfa kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname