logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • Dîrok: 15/06/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

 

 heke zikê birçî ji dêvla nên dengê te kirrî

gerek her gotina te bi heft zikan bifikirî

 

Nayê bîra min bê ka kîjan ez ê di hişê min de ev gotinên jor ji min re got. Nizanim çima got jî. Belbî ji bo kitêbên berî çap bibin pîr dibin gotibe, belbî jî ji bo xwendeyên bi  destpêka xwendina van kitêban re dibin şahidên mirina hêviyên xwe.

    

Tu zanî çima Fillehên gopalçêker gişkan du caran koç kirine?

Na, nizanim, Kovan. Çima-

Gopal ji miriyan re ne lazim e, loma.

 

Li sikakên kitêbên bi serdema xwe re dijîn heft caran zikê gotinan tune, heft caran gotin nizanin birçî bibin û heft caran gotin zer in li heman payîzê.

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî. Her tişt kevinbûyî ye û ji kevinbûnê çêdibe li vir. Çi cara tiştek ji kesekî yan kesek ji tiştekî diçire, awiran jî bi xwe re diçirîne û dengê çirandinê zer diherike li her çar payîzên heman salê; paragraf zêdetir diqetin û çavên ‘ewran ziwa dibin piştî hêstirên nebariyayî.

Berî ez bibim nivîskar edebiyat welatê bavê min bû. Artêşa qerekterên kuştî welatê bavê min dagir kir û mirin bêxwedî ma.

Piştî ez nebûm şair ez bûm xwediyê mirinê li welatê bavê xwe û jiyan şînhat li goristanê.

hîn jî nobedar im

hîn jî mirin sax e li goristana van hevokan

    

Piştî her koça serdemekê, saxek jî namîne da karibe şûna mirinê bigerîne li wan hevokên bûne hespên serdema xwe.

Deriyê demê li pişt serdemê tê girtin. Dinya bi agirê qelemê bişewite jî, ne xema deriyên girtî ye.

 

girêka derî bifilite

rabirdû bigirî li pişt derî

biweşin tilîkên min ji destê kitêbê

vala bimînin çavên berga wê

wê hişk nebe ev dara min di pişta xwe de çandiye

û wê bê sî nemîne dilopa xwêdana te di çermê min de

 

Reva hişê min û rûniştina bedena min zêde min diwestîne. Kompîturê vedimirînim ez vêdikevim. Radibim, ji hundir derdikevim û dikevim hundirê sikakên Smyrnayê. Sikak gişk qasî bejna min dirêj in û însan gişk qasî kincên min qutik in.

berê

çîmên tilîkên min li daristana porê min dibeziyan

niha

li kaşkaşoka serê min dişemitin, wekî destê dêya min ê li ser  sabûnê.

Hasil î kelam, ez bi ciwanbûna hevokên xwe re pîrtir dibim.

Li van sikakan însan gişk qetiyan, min jî por weşand. Yanê dixwazim bêjim sikak mişt in ji însanên qetiyayî û porê weşiyayî.

Ez û Xwe em ê herin Kafeya Çaykovskî bîraya cemidî vexwin. Kafe li sikakeke teng e, lê sikak ji hundirê serê Çaykovskî firehtir e.

Radibim ser xwe, valahî li ber min dibe rê. Berî didim tuwaletê, nerm dibe valahî di bin lingên min de. Dilezînim. Mîza min pir tê û tuwalet pir ji min dûr diçe. Heta xwe digihînim tuwaletê, dinya kevin dibe. Pîstika mîzê vala dikim, cuzdanê min jî vala dibe. Derdikevim, dengê xwediyê kafeyê jî li pey min derdikeve: “Oxir be mamoste

Li pişt xwe dizîvirim, dengê xwe dibihîzim, “Spas Stalîn.”

Qalûçka kenê wî porê biharê dibire, dinya gurî dibe.

Ji kerema xwe re rûnê, ez ê qehweyekê ji te re çêkim!

Divê ez zû herim malê û behra qetiyayî bidirûm.

Dimeşim li Kordonê. Hemû sikakên dinyayê pêşwaziya min dikin, min dibin sikakên vê nivîsê û winda dibim.

Her sikakek ji welatê bavê min bêhtir hatiye dagirkirin. Her salek emrê min dirêjtir bûye ji salên emrê dêya min.

Li peravê xwe didim nava destên bê.

  

ba min didirû, pêl jî peravê didirûn    

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • 17 Avrêl 2026

  sibehan  te ji qubûra devê xwe dikişînim     êvaran te di sînga xwe de diteqînim   jimara teqînê ji jimara salan dibore k(q)ullek di ozona sînga min de vedibe şi’îrek dibe...

Kongreya Gotinan

  • 09 Pûşper 2024

Sêşem- Gotin kongreya xwe çêdikin di zindana kitêban de. Di encamnameya kongreyê de, gotin azadiya xwe îlan dikin û azadî dibe dîleke sermedî di nava sînoran de. Gardiyan im li zindana gotinan. Gotin di zindanê de...

Sikakên Gotinê

  • 20 Berfanbar 2023

În - Tarîxê hîn jî deynê xwe nedaye welatê min. Tarîx, berî bibe tarîx deyndarê welatê min bû, piştî bû tarîx gemarî bû....

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo 16'ên Kûpaya Tirkiyeyê pişke hat kişandin

ad

Wezîrê Alman: Operasyona Tirkiyeyê ne meşrû ye

ad

Hefteyke bi bereket: 3 fîlmê kewtê dimay Oscaran û ê bînî

ad

Fatih Terim bersiva Orhan Pamuk da

ad

Nivîskar Rowling çawa korona têk bir?

ad

Serê gayan hat jêkirin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname