Diyarname
Pirtûkeke nû ya helbestan li ber destê xwendevanan e: Rondikên Veşartî. Pirtûka ku ji aliyê Gulistan Kanîreş ve hatiye nivîsandin ji Weşanxaneya J&J'yê derketiye.
Helbestvan Gulistan Karîneş dor 70 helbestî di pirtûka xwe ya "Rondikên Veşartî" de bi cih kirine. Di pirtûkê de hêvî, evîn, derd, azar, êş û elem û kulên xerîbiyê tev bi hev re hene lê piranî û serketî eşq heye. Nivîskar ev eşqa xwe bi gotinên kêrkirî, bihêrsîn û sotîn disojîne. Bêminet vedibêje, lê eşqa xwe wekî heyfhilanîn û bi şêwazeke derbwarîn belongoşka metnê dixîne. Hezkirina eşqa şoreşê jî ya şexsî û her du jî di pirtûkê de hene. Lê bêtir eşqa şexsî serdestî li helbestan kiriye.
Carinan jî helbestvan hestên xwe yên şexsî an jî kela dilê xwe ya şexsî û a şoreşî bi awayekî paradoksal li binguhên hevdu xistine.
Aliyeke din a pirtûkê jî ew e têde hem helbestan bi kurmancî, hem bi kirmanckî (zazakî) hene ku bi vî awayî jî ji pirtûkên din hinek cuda dibe.
Gulistan Kanîreş kî ye?
Helbestvan Gulistan Kanîreş, ji navçêya Kanîreşa Çewligê ye û li gundê Azîzanê ji dayîk bûye. Di temenekî ciwan de koçî Ewropayê (Almanya) bûye. Li wir jî di nav xebatê têkoşînê de cih girtiye. Ligel vê li ser karên wêje û ziman û gelek beşên curbicur yên hunerê re jî mijûl bûye.
Ew hem bi kirmanckî, hem kurmancî dizane
Ew di nava xebatên Enstîtuya Kurdî Li Stockholmê de xebatên we didomîne. Ev pirtûka wê ya yekemîn e.
- Rondikên Veşartî /Gulistan Kanîreş / Weşanên J&J / Helbest / 2022 / 88 rûpel


