Werin em hin tiştan bidin ba hev, ka wê encam ber bi ku ve here…
Serokê AKP’ê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Balikesîrê di merasima xelatên aboriyê de wisa gotibû (15.03.2015): “Ma hûn naxwazin wekî karsazek ev welat jî wisa bê bi rê ve birin? Hûn dizanin derde min çi ye? Şîrketeke anonîm çawa tê bi rê ve birin, divê Tirkiye jî wisa were bi rê vebirin.”
Ma şîrketek çawa tê bi rê ve birin?
Şîrketek mezin bifikirin…
Xwediyê şîrketê heye, li bin midûr, cîgirên midûran, berpirsên beşan, herî dawî jî ji her aliyî karker.
Şîrket salane hesab û kîtabê dike; ger zirar kiribe lê dinêre çima zirar kiriye, li ku zirar kiriye? Ji ber kîjan sedemê û ji ber kîjan rêveberî zirar kiriye…
Şîrket ji bo zêdetir pere kar bike çi hewce bike, dike.
Hewce bike piştgirî dide projeyên çandî, hewce bike hunermendê herî mezin tîne pê konserê dide sazkirin. Hewce bike reqîbên xwe bi awayekî binpê dike. Lê her demê mirovên herî jîr û zîrek peyda dike, meaşê baş dide ji bo wan li cem xwe bihêle. Yanî nabêje gerek mirovên ji min zanatir werin dûrxistin, ji bo kar di destê min de bimîne. Nabêje bila şîrket biçûk bimîne, lê di destê min de be.
Hewce bike bi zimanên biyanî belavokan belav dike, bi zimanê biyanî reklaman dike. Bi kurt û kurmancî her tiştî dike.
Ê baş e, ma DEM Partî çi dike?
Ma hesab ji beşên neserketî dipirse? Ma çi qas bi ser kêmasiyên xwe de diçe?
KÎ SAVCI KIR ŞAREDARÊ AGIRî?
Mesela li Agirî ji ber berendamê şaş, berendamê AKP’ê ku herhal sedî 80’yê kurdan jê hez nake hat hilbijartin (2019). Kî bû ew? Savci Sayan. Ew ê ku ji bo Deniz Baykal digiriya, paşê çû AKP’ê.
Ma we qet bihîstiye ji ber vê yekê berpirsekî DEM Partî yê ji Rêveberiyên Herêmî hatiye rexnekirin an ji peywirê hatine dûrxistin?
Mesela piştî vê hilbijartinê, yanê ji 2024’an heta niha nêzî 15 hevşaredarên DEM Partî yan îstîfa kirine, yan jî sewqî dîsîplînê bûne, yan ji partiyê veqetiyane. Mesela we bihîstiye heta niha kesek ji ber vê yekê hatiye rexnekirin, yan ji peywirê hatiye girtin? Ma we bihîstiye yekî berpirsiyariya xwe ya di vî karî de qebûl kiriye û gotiye “ez şûna xwe ji hevalên jîrtir û jêhatîtir re dihêlim”?
Mînaka ziman heye ku di van demên dawî de hê zêdetir derketiye pêş.
Heta niha li gelek cihan dayikan gotiye “çima hûn bi kurdî nediaxivin?” Herî dawî Hevseroka DBP’ê Çigdem Kiliçgun Uçar li Şirnexê bû (17.06.2026) û bi tirkî qala meseleya komunal ji bo gelê wir dikir.
Helbet gelek kesên li wir fêm nedikirin çi dibêje. Jê wêdetir jî gele wir kurd bûn, lê mijar bi tirkî dihat nîqaşkirin.
Mesela, ma şîrketek berpirsekî bi ziman nizane dişîne cihekî? Helbet naşîne. Ne tenê şîrket, dewlet bi xwe, Heta ku leşkerên dewletê bi xwe jî dema diçine wan gundan, kesekî baş bi kurmancî û devoka wir dizane bi xwe re dibe. Wê çaxê çima DEM Partî dişîne?
Dayikên li wê dere wê çawa bi tirkî bizanibin û wê çawa fêm bikin ka jiyana komînal çi ye? Mesele ne Çîgdem xanim e; ne kes e, ne partî ye jî. Helbet ew bi Zazakî dizane. Li wir bi Zazakî jî biaxiviya jî tolere dibû. Qet nebe dê bêjin ew jî kurdî ye; lê tirkî çi ye?
Çawa ku şîrket ji bo kar bike her tiştî li gor berjewendiya xwe saz dike, ma DEM Partî jî divê li gor berjewendiyên xwe û li gor awayên serkeftin jê tê, neke?
Mesela, ma li wir bi kurdî baxive dê gel jê fêm bike ka çi dibêje, yan bi tirkî?
Û xala din jî zimanê wî gelî ye. Madem gele wê derê hemû kurd in, wê çaxê ev çi tirkî ye? Partiyek ku li Mêrdînê bi erebî û suryanî jî li ser Şaredariyê navê Şaredariyê dinivîse, Partiyek ku dibêje em alîgirên parastina hemû ziman, zarava û cudahiyan in, çawa şaşiyek wiha dike?
Hûn wekî siyasetmedar her bi tirkî biaxivin, şaredar bi tirkî biaxivin, nivîskar bi tirkî binivîsin, rojnameger bi tirkî karê xwe bikin, wê çaxê wê kî were ser wê axê û ji bo gelê li ser wê axê xebata kurdî bike? Wê ew cudahî û dewlemendî çawa û bi kîjan polîtîkayê werin parastin?
ÇAWA NEKARÎ FIKRA SOSYALÎST BÎNE ZIMAN?
Mînakek wisa jî heye: Dibêjin li welatekî komek çekdar rabûne, têkoşînek dane dest pê kirin. Gerîla çêkirine, ew çûne gundan, propaganda dikin. Armanca wan jî ew e welatek li ser rêça sosyalîst ava bikin. Dibêjin serleşker ligel komek gerîlayan carek, du car, sê car çûye gund, xweş qala sosyalîzmê, yekîtiyê filan û bêvan kiriye lê kesî tiştek jê fêm nekiriye. Ev berpirsê gerîlayan vegeriyaye navendê, gotiye, “ez ew qas diaxivim, lê mesele fêm nabe, herhal ez nikarim. Yekî din bişînin.”
Dibêjin komek din ji gerîlayan dişînin heman gundî, berpirsê nû wiha dibêje, “Hevalê me hatiye bo we axiye, herhal nedaye fêmkirin. Sosyalîzm ne tiştek dûr e. Sosyalîzm ew tişt e ku erdê zêde yê di destê axê de bigire, li we hemûyan parve dike.”
Dibêjin piştî vê gotinê hemû gundî ketine dû wan, bûne alîgirê wan.
Mînakek xweş e ne? Ma hewce dike mirov mînakên din bidin? Belkî bersiv “Na” be, lê dîsa jî em mînakek din bidin:
SUN TZU ÇI GOT, KARSAZAN ÇI KIR?
Sun Tzu serfermandar, filozof û leşkerekî ji Çînê ye. Pirtûka wî ya navdar “Hunera Şer” li dinyayê tê zanîn. Gelek karsazên mezin ew pirtûk xwendine û şer û şirûtên wê li gor xwe lê anîne. Di eslê xwe de navê pirtûkê “Şêwaza Şer” e. Ji ber ku her tişt di rê û rêçikê de ye, di hawe de ye.
Em ji ku çûn ku, ne?
Lê ji xwe dinya tiştek wisa ye. Gelek mînak bi hev ve girêdayî ne.
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan (li gor gotina wî) Tirkiyeyê wekî şîrketek bi rê ve dibe. Baş, ne baş, 25 sal in li ser kar e.
DEM Partî çi dike?
Ji sala 1999’an ve şaredarî di dest wê de ne, partiyên mîraswergirtî rêveberiya 108 şaredariyan jî kiriye, heta 2014’an. hê nekariye zimanê xwe biparêz e. Li Cizîrê bi xwe jî êdî tirkî bûye serdest.*
We got çi?



