Îhsan Bîrgul
Ez gotina dawiyê di serî de bêjim. Kurd bi şerî'et û sosyalîzmê azad nabin.
Bi guhertina rêjîma dewletekî, bi neteweyeke din azad nabe. Ango mar bi kiras veguhestinê ji maritiyê dernayê. Bi guhertina rejîman tenê xwediyê nîrê li ser kurdan tê guhertin. Yanî meseleyeke neteweyî bi bîrdoziyan çareser nabe.
Wekî tê zanîn şerî'et û sosyalîzm her çiqas ji aliyê bingehê ve ji hev cuda jî bin du bîrdoziyên dişibe hev in. Aş eynî ye, tenê av cuda tê...
Çima sosyalîst û şerî'etparêz ne hevkarê kurdan in?
Kurd jî wekî her neteweya dinyayê xwedî kod in, ango xwediyê nasnameyeke xweser in. Ji bo meriv nikare di pirsgireka neteweyî de kirasê bîrdoziyan li kurdan bike. Bêguman kurd jî xwedî bawerî û bîrdozî ne. Ev jî pir normal e. Lê di meseleya neteweyî de derman nîn e...
Çima sosyalîst û şerî'etparêz ne hevkarê kurdan in?
- Tu pirsgireka wan bi tixûb û ala vî welatî re tune. Lê ev mijar pirsgireka kurdan ya sereke ye...
- Pergala perwerdehiya vî welatî ji bo wan zêde ne pirsgirek e. Lê ji bo kurdan aşê helandinê û malxîrabî ye..
- Ev her du beş hema bêjin ji dil diçin leşkeriya dewletê. Lê kurd ji bilî çend famkoran mecbûrî diçin leşkeriyê..
- Ew pirsgireka kurd wekî mijareke demokrasiyê û çînî dibînin. Lê mijar di esasê xwe de netewî ye û nasnameyî ye...
Em dikarin gelek mînakên din jî bidin û dirêj bikin. Lê hewce nake. Her tişt li holê ye. Divê em meseleya xwe ye netewî nekin tevê bîrdoziyan. Azadiya neteweyekî tiştekî din e, guhertina rejîma welatekî din jî tiştekî din e..
Gotina dawîn?
Ji ber ku min di serî de got, hewce nake dubarekirin...