Etarê Sêrtê
Îhsan BÎRGUL
Berê ji Sêrtê gelek etar dihatin Serhedê. Bi rojan, mehan li wir diman ji bo firotina tiþtên dianîn. Heta gelek ji wan li Serhedê bi cih bûn. Bûn niþtecihên wir...
Ji van etaran yek her tim tê mala axayekî Serhedê. Çi wextê were wir qonaxa wî ew mal e. Axa jî mirovekî camêr û mêvanperwer bûye. Di demên hatina etar de çi ji destê wî dihat dikir ji bo rihetiya mêvanê xwe.
Axa, rojekî ji jina xwe re dibêje "jinik ka hela ez jî rojekî herim mala destebirakê xwe. Bibînim ka ew çiqas camêr e."
Axa radibe berê xwe dide Sêrtê, bi pirs û pûrsan li ber deriyê etarê dostê xwe disekine. Piþtî lêxistina derî etar bi rûyekî cidî xerîb derî lê vedike û dipirse dibêje, "Tu kî yî?"
Axa bi matmayîn salixê dide, dibêje, "Ez filan axa, qonaxa te ya Serhedê filan bêvan..."
Axa çi dibêje jî êtar dibêje, "Ez te nas nakim."
Axa bi dilekî posîde vedigere mala xwe. Wexta tê mala xwe dibêje xulaman "îcar wexta etar hat, kerê wî berdin nava onceya pêþiya malê, bila biçêre."
Xulam îtîraz dikin. Axa hêrs dibe, dibêje "Malê min e ji bo we çi."
Çend roj bi þûn de etar dîsa tê. Axa bi tewreke ji berê germtir pêþwazî dike.
Xwarin, vexwarin, sohbet. Xulam jî kerê ber didin nav oncê, ker bi dilê xwe diçêre. Piþtî tarî dikeve erdê, axa gazî xulamê xwe dike, dibêje, "Kuro ka tifinga min bînin. Bawer im gur ketiye nava oncêb"
Tifingê tîn. Etar dibêje, "Axa nîþangirtina min xweþtir e. Ka bide ez ê lêxim."
Axa, tifingê dide destê etar. Etar bi yek derbê çawa lêdixe, zîrinî bi kerî dikeve.
Etar dibêje "Eywax ev Kerê Kulo bû min ew kuþt."
Axa lê vedigere, dibêje:
- Erê bavo erê. Tu bi roj mirovan nas nakî, êvaran jî kerê xwe!