Çend roj in metelmayî û bi fikar şahidîya vê birakujiya spî dikim. Gotin ji şîşikên cemedê tûjtir û ji tûjbûna şîşikan spîtir in di vî şerê xwemalî de. Hed bûye lihêfa çiriyayî û bêhedî nema tu bihurî nas dike. Loma ye ev şerê cemidî ji şerê xwînrij bêhtir gemarî, bêhtir bêûjdan û bêhtir derexlaqî ye.
Di vî şerrî de, her tişt mubah tê dîtin. Her êrîş xwe wekî berdevkê heqperestiyê dihesibîne û her xweparastin vediguhêze êrîşkariyeke xedar.
Ne bawerî, ne bîrdoz û ne zayend, tu nirxekî însanî ji xezeba vî şerê xeddar xelas nabe.
Tişta ecêb ew e, ev şerê neexlaqî her diçe xurtir dibe û însan jî kêmtir dibin.
Êdî her afet û telefat normalîze bûye mixabin. Ferq rabûye ji navbera peçeteyên qetiyayî û hunerê, edebiyatê, bîrdoziyê û nirxên civakê.
Du tiştên zêde min didin fikirandin; “nebûna entellektuelan û bêdengîya Mem Ararat” a piştî teqîna vê Bîg Benê.
Gotinên entellektuelan tim ji bo avakirinê ne, ne ji bo hilweşandinê.
Dema qeyranek mîna vê qeyranê rû dide, ji bo xisar çênebe yan kêm bibe, entellektuel berî herkesî bi gotinên xwe yên avaker midaxil dibin. Yanê entelektuel benzînê li êgir nakin, avê lê dikin.
Mixabin qismek qelemşûrên me ji bo gurkirina şerrê birakujiyê holîganiyê dikin, qismê din jî newêrin ji qesra nava xwe derkevin. Qismek konformîst e, qismê din jî pragmatîst. Her du hêl jî şaxên dara tirsonekiyê ne. Her du hêl jî dizanin rastgotin rîska herî mezin e – loma ew qas motacên newêrekiya xwe ne.
Di her şerê birakujiyê de, “mafdarî” tenê dibe aşûfte. Û aşûfte şer jî bi xwe re dike aşûfte.
Taliya talî rastiya me rastgotinê ferz dike li ser me. Rîsk çiqas mezin dibe bila bibe, lê bejna wê bi qasî bejna “exlaqê rastgotinê” bilind nabe, nikare bibe.
Rastgotin dibêje: Mesele ne heqlîbûna Kom Muzîkê yan Mem Ararat e. Mesele destpêkirina ev şerê neheq e. Madem Mem Ararat agir da bin vî pûşî, hewce ye Mem Ararat avekê jî li vî agirî bike.
Lewra ev şewat heqê jî dişewitîne, neheqiyê jî.
Heta ev şewat dewam bike, kesên dîtir wê bişewitin û çîroka Mem Ararat wê bibe pîşo li ber bayê vê birînê.
Rê pir in ji bo avek li vî agirî bê kirin.
Heger avek li vî agirî neyê kirin, ne tu kesên heqlî dimîne ne tu kesên neheq. Her kes ê hinekî bişewite, her kes ê hinekî biêşe û her kes ê pir zêde têk here.
Parêzerê Mem jî daxil, tu kesên bi can û dil selametiya Mem dixwaze min hîn nedîye di vê tabloya trajîk de. Her kes Mem li gor armanca xwe bi kar tîne. Tenê kesên ji Mem hez dikin û naxwazin neynûkek wî xwîn bibe ciwanên vî miletî ne.
Ez jî ciwan im Mem, ez jî ji muzîka te hez dikim. Lê heke tu bihêlî nefsa te ji muzîka te re bibe sî, kêra zemên wê sîya te jêbike û ev girseya xizan jî êdî wê nema qîrîna te bihîze.


