___ Faîk Ocal___
Dema ku em xwendevan dest bi romanekê dikin, em bala xwe didin van her sê hîman: Vegotin, meraq û peyam. Eger ku yek ji van kêm bibe hingê roman dikule, bala xwendevan belav dibe. Di vegotinê de ziman û uslûb jî heye. Ciwanmerd Kulek di romanê de vegotineke têkûz û xweser bi dest xistiye. Hîn di destpêkê de bûyer û karakter bala me dikişînin û peyam û felsefeya romanê vekirî ye, li ber çavan e.
Romanivîskar Yekî Çawa ye?
Ewil romanivîskar bixwe balkêş e. Lewra ew wergêrekî bi karê xwe dizane ye. Ew van her çar zimanan baş dizane: Kurdî, tirkî, îngilîzî û spanyolî. Haya wî ji romanên klasîk ên cîhanê heye. Kesê ku bi wergerê mijûl e, bi kesayetên zimanên din jî derdikeve li ser dika wêjeyê. Kesayetên wisa rehên xwe berê ziman û wêjeyên din didin. Kulek wisa kiriye ku reh û kokên xwe berê zimanên din daye û bi her awayî û alî, hêz û perspektîf ji wan zimanan hilgirtiye. Ji bo wê jî vegotineke gelek bi bandor, cihêwaz û xweser bi dest xistiye. Ew di asîmanên wejeya kurdî de stêrkeke mexsûsê xwe ye.
Klasîkên Cîhanê û Klasîkbûna Romanên Kurdî
Di neynika romanên klasîkên cîhanê de her kes xwe dibîne, li xwe mikur tê. Ziman û vegotin gerdûnî ye. Gewhera romanên klasîk heye. Hûn van wergerînin kîjan zimanî, ew ê gewhera xwe biparêzin û bi awayekî nifş bi nifş rastiya xwe bidomînin. Mîsal; Turgenyev di romana “Bav û Law”ê de rastiyeke gerdûnî bi şêweza xwe raveyî me kiriye, êdî ew roman klasîk e. Kulek jî rastiyeke din -xwînî- bi şêweza xwe îfade kiriye. Li vir xwîniyeke gerdûnî heye û her mirov di wê xwîndariyê de rastiya xwe dibîne.
Karê Wergerê Bi Çi Awayî Bandor li Kulek Kiriye?
Karakterên romanê zindî ne. Ew bi peyvên xwe diaxivin, bi tevgerên xwe radibin û rûdinin. Karakter bi peywira xwe tevdigerin û rola xwe bi cî tînin. Em bandora romanivîsên mîna Nabokov, Joyce, Plath, Marquez, Faulkner û Marcel Proust dibînin lê bi erênî. Romanûsî ji terz û uslûba van sûd wergirtiye, bi zimanê kurdî riya xwe bi dest xistiye.
Karakter çi dibînin an jî bi çi mijul in, ferq nake, bi ya xwe dikin û pê de diçin. Heta ku derê? Heta dawiya rastiya xwe. Eger ku em wan teswîrên mîna gotinan an jî gotinên mîna teswîran ji romanê de derxînin çi dê bibe yan jî dê tiştek jê kêm bibe? Belê; kêmasî yan alozî derkeve holê. Lewra di romanê de her tişt girêdayî hev in.
Teknîk û Şêwaza Romanê Çawa ye?
Romanivîsî sûd ji romanên cîhanê wergirtiye. Teknîkên modern bikar aniye û romanên modern û postmodern ji romanê re kiriye palpişt û pire. Roman hem xeyalî ye (Fîktîf), hem jî rasteqîn e. Bi dema xwe destpêk û dawiya romanê eynî ye. Lê romanivîs bi teknîka flashbekê diçe demên berê. Zeman diçe û tê li ber çavên me. Zeman li welatekî bûye sê perçeyî, diçerixe, dizivire. Roman di aliyê sêwirandinên edebî û teswîrên wêjeyî de gelekî serkeftî ye. Kulek hem kurdî baş dizane hem jî ji romanê baş fêm dike.
Beş Bi Beş Mijar û Honandina Romanê
Roman ji sê paran pêk tê. Di para yekem de heşt beş û bîst û çar binbeş, ya duyem de neh beş û bîst û heft binbeş, ya sisêm de jî çar beş û diwanzdeh binbeş hene. Gişt; sê par, bîst û yek beş û şêst û sê beş in. Em di beşan de hem serdemekê hem jî guherînên bi wê serdemê re girêdayî yên şênber dibînin.
Para Yekem: Beşa 1’ê; vebêjer bi devê kesê sêyem jiyana Şakiro vedibêje. Lê karakterê din yê nexuyayî jî Kerro ye. Dem û karakterên beşa destpêkê û ya dawî eynî ye. Dengê teqînekê tê û ew deng heta beşa dawî olan dide. Beşa 2’yan; Şakiro û Qado (Qadir) heye. Beşa 3’yan; Şakiro bi rêberê xwe re ye. Di nava sînoran de Şakiro ji Kerro direve. Qado mirî ye. Beşa 4’an; reva herdu pismaman didome. Beşa 5’an; Du xerîb hene: Şakiro û rêberê wî. Çil sal bûye ku Kurdistan ava bûye. Guherînên balkêş pêk hatine: Rêyên hesinî, duçerxeyên polîsan, erebeyên posteyê, fîl… Beşa 6’an; li ser kuştinê re sê roj derbas bûne. Şakiro û Qado dixwazin ji gund xeberan hilgirin. Beşa 7’an; Şakiro ji seferê direve, fîrar dike. Ji bo xatirê çil saliya Kurdistanê dê meaş bidin hunermandan. Guherîn traktora bi romork e. Beşa 8’an; herdu pismam di yekîneya Seyîd Sadiq de esker in.
Para Duyem: Beşa 9’an; mijar Xurbeta dayika Şakiro ye. Xurbet dizane ku herdu pismam Hemedo û Heseno kuştin e. Ji daweta Şakiro û Gulê re mehek heye. Beşa 10’an; em çîroka Evdila Beg, kure wî Taqo Beg, neviyê wî Mehmed Selîm dizanin. Guherîn derketina fotrafê. Beşa 11’an; vebêjer Cemîle ye. Şakiro û Qado Gulê direvînin. Di ser dema nîşana van re du-sê sal derbas bûne. Beşa 12’yan; Em malbata din -mala Mûsayê Dawo (Dawid) dinasin. Ji ser kuştina Hemedo û Heseno re çend roj derbas bûne. Mûsa di navenda vegotinê de ye. Haya Mûsa ji revandina Gulê dibe. Beşa 13’yan; Di navenda vegotinê de Şêx Nuredînê Gêresokî heye. Ew ji gundiyan dixwaze ku tevlî hêzên herêma Heft-Deverê û Golendera bibin. Şêx Gulê dibîne. Sê sal bûye ku Gul mehrûm e, Şakiro mehkûm e. Beşa 14’yan; Gulê û Şakiro û Qado bi hev re ne. Reva wan didome. Dîsa mehra Gulê û Şakiro tê birîn. Beşa 15’yan; di navenda mijar û vegotinê de Taqo Beg û şerên wî hene. Beşa 16’yan; Reva her sêyan didome. Bi navê Nûrê keçikeke Gulê û Şakiro çêdibe. Beşa 17’yan; her sê revok tên mala dê û bavê Gulê û xatir ji van dixwazin û diçin aliyê din.
Para Sêyem: Beşa 18’yan; Şakiro dikeve hepsê û paşê jê derdikeve. Qado jî li Bacirnê hepsî ye û ew ji Şakiro dîrhemek jehra mişkan dixwaze. Qado bi wê xwe dikuje. Êdî guherînek heye ku makîne derketine holê. Dîsa behsa çil saliya Kurdistanê tê kirin. Beşa 19’yan; vebêjer bi devê kesê sêyem di derheqê Kerroyî de vedibêje. Romannûsî bi zanatî ev vegotin bikar aniye lewre Kerro kerr û lal e. Beşa 20’an; di navenda vegotinê de Şakiro heye. Ew şêst û pênc salî ye. Guherîn banknotên bi sûret in. Beşa 21’ê; vebêjer bi devê kesê sêyem çîroka Kerroyî vedibêje. Çîrok bi cenga du bavkujan dawî dibe; Kerro Şakiro dikuje. Guherîn, bikaranina peyva psîkolojiyê ye.
Serdem û Dewlet Kîjan in?
Bûyerek -xwîndariya malbatên Silo û Mûso û Kurdistaneke utopîk heye. Romanivîsî li gorî bûyer û karakteran serdema xwe afirandiye. Kurdistan sê beş in: Welatê Jorîn, Welatê Navîn û Welatê Jêrîn. Wekî din ev dewlet jî hene di eynî serdemê de: Rom, Hayistan, Ermen, Gurcî, Ûris, Enedol û hwd. Wekî din; dîsa şer û pêvçûn hene. Romanivîsî pirsgirêkên berê bi dirûvekî nû di nava romanê de bi cî kirinye. Di utopyaya wî de her tişt û her kes heye. Divê hebe jî. Wî nexwestiye tenê mijareke besît -xwîndarî- raweyî me bike. Wî sedem û encamên wê xwîndariyê bi her awayî raweyî me kiriye.
Psîkolojiya Karakteran Heye?
Romanivîs bi hostatî heyamek, dewranek û dewletek ava kiriye. Karakterên romanê bi çîrok û rastiya xwe derdikevin pêrgî me. Ew zindî û seyr in. Psîkolojiya her karakterî heye. Her karakter li gorî rastiya xwe tevlî romanê dibe û atmosfera romanê têkûz û zexmtir dike. Em bi teswîrên kêlî bi kêlî, peyv bi peyv, gav bi gav hem rastiya serdemê dibînin hem jî bi sêwirandinên siruştî û bi bandor karakterên peywirdar û bi rola xwe radibin û rûdinin dibînin.
Eşya Leîtmotîv in?
Di romanê de hinek eşya bala me dikişînin û wekî leîtmotîvê derdikevin pêrgî me. Lewre wateya van eşyayan heye. Eşya mîna sembolan derdikevin pêrgî me. Di tevahiya romanê de wateya van eşyayan cuda ye: çarox, tizbiya Hemedo, saeta Şakiro, fotraf, dame, elektrîk, behr, xar û heste: kevirê xaran û kevirê hestem. Lê leîtmotîva esas ev gotina Gulê ye: Şakiro, ez di dinyayê de li te helal nakim. Di tevahiya romanê de ev gotin deh caran tê gotin. (Rûpel; 57, 79, 121, 320, 323, 328, 329, 351, 356, 361.)
Kalemêrê Damê?
Xalê Ezo (Ezîz) kalemêrê dameyê ye. Van gotinên felsefîk ji Şakiro re dibêje di çar cihan de. (Rûpel; 16, 57, 76, 82). Bi van gotinên kalemêrê dame re Şakiro raza ku di nava qederê de hatî veşartî dibîne. Kes nikare ji raza xwe bireve. Di raza her mirovî de jiyan û mirin wekî hev in. Şakiro wê dibîne û di rêya xwe de dimeşe, ji xwîndarên xwe direve. Lê dizane ku her ku bireve yê nêzîkî raza xwe, dawiya xwe bibe.
Peyvên Şêwekariyê yên Romanivîsî Kîjan in?
Kulek hinek peyv li gorî rê û rêbaza xwe bikar aniye, kirasekî nû li peyvan kiriye. Kîjan in ev peyv? Peyvên wî ev in: wer, xwene, wetir, qene, qene bila, qandî, çinku, haqas-haqasî, giştûk-giştûkî-giştûkan, hinga, li bende, berev hwd.
Di romanê de hin peyv hene ku heta niha min kêm bihîstinye yan qet nebihîstine. Ji wan peyvan çend mînak: Qilikî, şûrandin, behirandibûn, çinddan, karîban, kirh, çenguw, binke, halmîn, guher, çist û zinde, panav, termazk, feşkilî, kûre, nebeniya, stegirî, sefet, gewgirandin, derxik, firkbûn, dêlange, qetik, himbiz, miradxanî, xiyand, omdî, tirazî, şeqizî, selmûsk, darikê sikan, ferdik, bernig, qerebûkirin, çelitî, teltik, kimkimî, xirim, zilûkî, lext, qincilî, zewêdeyî, girj, kotoyî, ahil, hilboqî, wexer, kerkotî, silwask, hêjta, terez, gumirî, qubalek, tihok, nexel, şîf, ferikî, çîçelask, qub, mefer, şapatî, qet, tong, cerd, pêtî û zirz, şehitandin, katik, çeweçew, antax, tebaret, gincîk, şamîk, qetik, etirî, melhez, hûçik, mirwer, kuşpene, dêlang, şingilî, rehilî, kesîre, duta, horim, xane, kurnisandin, bilaqet, hûçik, revd, qebilî, beta, hestem, bêtine, şêkirandin, ritam, qerqeşûn, gopîtk, qot, dertûl, rehilandin, ewende, çivaze, bayix, hemet, zengo, lîtikî, sefet, gawo, hilboqî, handan, ewiqîn, xepart, vetirisîn, qumat, debeng, antax, xiyand, lûbandin, qub, gewlaz, bêtine, etirî, qincilandî, gerav, raselitî, hîle, xuzî, laxerkirin, şurî, mehî, hênijîn, şingilî, hinir, qumat, merdeban, nanê şikevê, merdeqûl hwd.
Zimanê wî dikene, dilîze, direqise, difire. Di behra zimanê kurdî de bi her cureyî avjeniyê dike. Ew û kurdî bûne yek kes, mîna karakterên romanê, wekî Şakiro û Qado. Wî, bi zimanê kurdî şêwe û vegotineke nû afirandiye.
Mijara Romanê Çi ye?
Em bên li ser mijara romanê. Mijar kula me ya kurdan a berê ye: Xwîndarî. Du malbat hene: Mala Silêman (Silo) û Dawid (Dawo). Her du malbatan ji hev mirov kuştine. Îcar dor hatiye Şakir û Qado. Her du jî Hemedê Mûsa û kurê wî Hesen dikujin. Îcar Kerroyê kurê Hemedo doza xwînê li malbata Şakirê Seyfedînê Silo dike. Di dawiyê de Qado xwe dikuje ku yê ew her du kes kuştî jî Qado bû. Kerro Şakiro dikuje.
Karakter Kî ne?
Şakir û Seydo, zarokên Seyfedînê Silo û Xurbetê ne. Qado pismamê Şakiro ye. Semedo birayê mezin ê Qado ye. Gula Asê û Şakiro hevserên hev in. Mislim zarokê wan e. Zerîxan û Bedro hevserên hev in.
Du malbat hene: Mala Seyfedînê Silo û ya Mûsayê Dawo.
Çar zarokên Hemedê Mûso hene: Hemdila, Hesen, Sosin, Kerro. Kerro û Esmerxan hevserên hev in û zarokên wan ev in: Menduh, Bahrî, Felemez, Esmerxan.
Dewleteke bi navê Kurdistanê ava bûye û ew ji van hersê beşan pêk tê: Welatê Jorîn, Welatê Navîn, Welatê Jêrîn. Ji wê dewletê navê çend cî û waran: Sêbarî, Heft-Dever, Golendera û hwd.
Çar karakterên sereke hene: Şakiro, Qado, Kerro, Gula Asê.
Gotinên Wêjeyî û Felsefîk
Roman di aliyê gotinên wêjeyî û felsefîk de gelekî dewlemend e. Peyama romanê heye û romanivîsî xwestiye bi gotinên wêjeyî û felsefîk peyama romana xwe bi rêk û pêk bike. Ji gotinên wêjeyî û felsefî çend mînak: “…îş ne ew bû ku mirov li ku dijiya, îş ew bû ku mirov li ku dimir.” (r; 21). “…berî ku ecela yekî were, bêhn jê tê. (r; 51). “…mirin ne şiklekî veşartinê ye, lê çerxeke windakirinê ye. Her carê dihat, yek lê dikir û dibir.” (r; 55). “Birina eşyayê kuştiyekî mîna bêyomiyekê bû, ji bêrêziyê bêhtir.” (r; 60). “Mirov bi ruhê xwe dizane çi rast e, çi ne rast e, ne bi hişê xwe.” (r; 77). “Tiştek mîna bîrhatinan mirov naêşîne, di vî temenî de.” (r; 82). “Kalbûn kilameke kevn e.” (r; 90). “Xwedê rehetî û xweşiya ebedî dikir para evdên xwe yên baş.” (r; 133). “…tiştekî dijwartir nîne ji razeke ku tenê mirov pê dizane.” (r; 141). “Mêrikên xwedî doz û dawe ti carî ne rehetî didît, ne jî rehetî dida mirov.” (r; 205). “Mirî jî ji cihekî diçûn cihekî û li ku derê gorek ji wan re bihata kolan, diçûn diketin wir.” (r; 210). “Gotinên ku bêhemdî ji devê mirov derdiketin, di wan de bêyomiya kehanetan hebû.” (r; 214). “Mirov bi çavê xwe nabîne, bi hişê xwe dibîne…” (r; 261). “Ê ku carekê mir, careke dî namire.” (r; 349).
Biwêj û Gotinên Pêşiyan
Di romanê de biwêj û gotinên pêşiyan ên balkêş hene. Romanivîsî bi hostatî cî daye wan. Ji biwêj û gotinên pêşiyan çend mînak: “Girra kerr û lalan ji ya keviran jî dijwartir e…” (r; 23). “Te digot va hirç, wî digot va rêç.” (r, 51). “Nû hatin, kevn hilatin.” (r; 91). “Ji xezalê bezatir tune lê ew jî ji rizqê xwe pê ve naxwe.” (r; 364).
Wekî Encam
“Zemanekî Li Sê Welatan” romaneke derasayî ye û rêyeke nû li wêjeya kurdî vedike. Bi ziman û vegotina xwe, bi teknîk û honandina xwe, bi fikr û ramana xwe cihêwaz e. Romanekê gelek baş û serkeftî ye. Em Ciwanmerd Kulek pîroz dikin.
- Zemanekî Li Sê Welatan / Ciwanmerd Kulek / Weşanên Pall / 392 Rûpel /2025
**
Nîvîsên Faîk Ocal ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
- Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din
- Trêna Li Stasyona Xwe Digere
- Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
- 'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed


