Diyarname
Maça Arjantin û Swîsreyê ku dê nîv fînalîstê dawî diyar bikira li Stada Kansas City dest pê kir. Arjantîn bi 3-1 bi ser ket.
Va ne kêliyên girîng ên maçê:
Ji kêliya destpêkê ve her du tîma êrîş kir, lê Arjantin bileztir bû.
- Deqîqeya 9'an de Arjantînê bi Messi korner bikar anî, gog ji lîstikvanê Swîsreyê dîsa çû kornerê. Messi vê carê ji aliyê din ve korner bikar anî û Aleksis Mac Allister bi serê xwe gog şand nav torê: 1-0 Bi vê asîstê bû 10 asîst Messi diavêje û bi vê yekê di Kûpaya Cîhanê de kesî herî zêde asîst kiriye.
- Dq 20, lîstikvanê swîsrî Sow ji derveyê pêş xêzên kelehê lê da, Rodrigez gog pêgirt. Di 45 deqeyên pêşî de wekî din atakên cidî çênebûn, zêdetir bi faûlan derbas bû. Bi temamî 19 heb faûl çêbûn.
- dq 45: Û nîveka yekemîn bi 1-0'ê bi dawî bû.
- Dq 49, jiSwîsreyê Sow serî li gogê da, gog çû derve.
- Dq 60, Rodriguez bilind kir, Embolo serî lê da, qeleparêz Martinez destur neda.
- Dq 65 Xhaka lê da, Martinez destûr neda gol. Van deqeyan de qeleparêzê Arjantînê pêşî li golan digire.
- Dq 67 gola Swîsreyê hat: Di encama atakên Sqîsreyê de, Rodriguez vê carê gog ji Dan Ndoye re şand û Ndoye encam anî 1-1'ê.
- Dq 71: Embolo xwe avêt erdê, bi sedema hakêm xapandiye, VAR'ê mudexele kir. Hakêm çû mêze kir, vegeriya û qerta zer da Embolo. Embolo ku qertek wî ya din hebû, qerta sor dît û dîma Swîsreyê ma 10 kes.
- Dq 90; maç 9 deqe dirêj bû. Vê kêliyê Messi ji derveyî xêza kelehê lê da, gog ber dîrekê re çû derve.
- 90+8: Lisandro Martinez lê da, qeleparêz Kobel destûr neda golê û maç temam bû. Wê 30 deqeyên zêdek bêne lîstin.
-dq 112 lîstikvanê arjantînî J. Alvarez bi şûtek mikemel gog ji sê qorziyê kelehê re di torê de çikand.
Û deqe 120'î de L. Martínez encam diyar kir: 3-1.
Bi vê serketinê re Arjantîn di nîv fînalê de bû reqîbê Îngilistanê.
***
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026
***
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
***
DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:
- Norwecê bi bêran li devê brezîliyan da!
- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî
- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin
- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin
**
- Gelo di futbolê de edalet heye?
- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê
- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din
- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan


