logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Hestên bi siloganan hatine astengkirin!

  • Dîrok: 11/12/2022
  • Beş: Serbest

Îhsan Bîrgul

Pirtûka helbestan a Reyhan Serhan a bi navê Hemû Berhem (Dilopek Ji Ezman, Her Yek Ji Me, Mijdar) di avrêla 2022’yan de wekî çapa nû ango duyem derketiye.

Ez û Reyhan hevalên hev ên heman serdema ciwaniyê ne. Wekî em bêjin berxê heman kozê ne... Ji ber wê rihê wê yê serdema helbest nivîsandinê kêm zêde dizanim...

Beşa ewil piranî ji helbestên salên 2000'î pêk tên. Helbestên di salên xamabûnê de hatine nivîsandin, bi reng û dirûvên xwe didin xuyakirin ew jî wekî xwediyên xwe xama ne. Gotin ne serbest in, hestên şexsî veşartî ne, nivîskar li pey îspatkirina hestên welatparêz e. Ev rewş pir normal e.

Çimkî wê serdemê kî helbest binivîsanda, xwe ji gotinên sloganîk dûr nedidan. Piraniya kesên wî çaxî helbest dinivîsandin ne li pey gotinên xweş û edebî bûn, bêhtir li pey dilxweşkirina gel û îspatkirina xwe ya welatparêziyê bûn. Mînak; ev helbesta ji pirtûkê;

"Bejna te Zagros dixemilîne

Bejna te çiya dihelîne

Bejna te dilan dihelîne

Ey keça çiya…”

Yanî di vir de derdê nivîskar ne edebiyat e. Zêdetir slogan in...

Beşa duyem yanî "Her Yek Ji Me" di sala 2011'an de derçûye. Di vê beşê de jî her çiqas ziman ji xamatiyê derketibe jî hest dîsa zêdetir li ser qewlên welatparêziyê de xwar dikin. Bêguman meriv bi rêzikên wekî,

"Ji te û ji deşta bayê hêviyan

Bar dikim û diçim" bal û berê xwe dide gotinên estetîk û mecazên nû lê dîsa wekî siwarekê car caran hefsarê hespê xwe sîst bike ango bi du helbestan xwe berdabe nava hest û baweriyên şexsî, bi dehan jî bûye destkêşa hespê welatparêziyê û nehiştiye ji mêrga sloganan derkeve.

"Çar birîn û çar awaz

Çar baxçe

Çar ol û

Çar zarava ne

Em miletekî bi qasî asîman û derya

Bilind û kûr in, şîn û zelal in

Xwedî dîrokeke tarî û birîndar in"

Beşa sêyem (Mijdar) di sala 2013’yan de hatiye weşandin. Ev beş bi van rêzikan destpê dike;

"Te ji tayên porê xwe û te yên spî dipirsim

Te ji hêvî û bêhêvîtiyên me dipirsim

Te ji pirsên bêbersiv dipirsim"

Di vir de baş diyar dibe, helbestvan bi kemilandina xwe re gotinên xwe jî kemilandine. Hesab û behsa emrê borî dike. Pirsa yarê ji tayên spî, yên por dike. Û qala westandina xwe û emrekî dike:

"Te ji bêrî û hêviyên kamilbûyî dipirsim

Te ji bêaqilî û sivikbûna xwe dipirsim

Te ji şikestinên xwe û te dipirsim"

Bi van rêzikan jî heyf û mixabiniya xwe dide der. Ya ciwaniya xwe û yarê;

"Heyfa min li keçkaniya min

Ya ter û mêraniya te ya serberdayî tê

Heyfa min li ezimandinên me yên berrî tê

Heyfa min li daxwazên me yên terqiyayî tê"


Ji bilî van rêzikan;


"Dixwazim ku îşev

Di malzaroka xwe de

Helbesteke têr û tijî

Ji bo te biwelidînim

Û pêşkêşî te bikim

Di vê demsala sar û seqemî de"


"Min dilê xwe çend zivistanan

Bi girî û terafa arê dilê xwe germ kir

Di paşila şevên bêkes û kûs

A tunebûna we de"

Û çend hebin din, mecaz kêm in. Meriv dibêje qey nivîskar xwestiye serê pênûsa xwe berde lê ji ber atmosfera wê demê ya bêhtir li gorî gotinên neteweyî û bîrdozî dîsa berê wê li heman gotinan bûye. Ji ber wê jî di gelek helbestan de qelsî çêbûye. Di me gelek helbestvanên kurd de ev tişt heye, em dibêjin qey ji bilî me kes qala welat nake, eger em jî nekin û qala tiştên din bikin dê bibe xeletî. Bi min xeletiya herî mezin ev nêrîn e...

Niha hûnê bêjin ma qey tiştên xweş an qenc tune ne di vê pirtûkê de? Helbet hene û pir in. Berî her tiştî pênûseke ji xamatiyê derbasî kamilbûnê bûye heye. Lê ji ber ku em hevalên hev in min nexwest gotinên min bibin pesin ji bo pirtûkê û min tenê bal kişand ser çend kêmasiyan. Ya mayî jî hûn pirtûkê bixwînin û biryarê bidin...

birgulihsan21@gmail.com

 

** 


Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn 

- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê 

- Mêrê Zivistanê 

- Bûka Ecem, Xwesûya Kurd 

- Etarê Sêrtê

- Kilam û kesera dayika min

- SMS'ên keçikên berê

- Murîdî û Netewehezî

- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- 
Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in

- Dêrikî û Qumara bi Mêşan 

- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî... 

- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî 

- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe 

- "Sofî û Monîka" 

- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan 

- Nameya ji Bêrîtana min re! 

- 'Birazî ka klamek Şakiro veke' 

- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet 

- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin! 

- Îro her kes vegeriya ser eslê xwe! 

- Şengal û parastina kurdên êzîdî    

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

2019: Emsar kamco û çende hebî kovarê kurdî veciyay?

ad

Demîrtaşî ji bo Amed Sporê peyam belav kir     

ad

Hikumeta Iraqê: Em dixwazin kurd vegerin dirêjahiya sînorên sala 2003'yan

ad

Kujerê Dr. Qasimlo bûye navbeynkarê hikûmeta Bașûr

ad

Gun TV li ser peykê ye

ad

Grev xilas, La Lîga dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname